• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Rûsiyayê vîdeoya êrişa fûzeyî ya ser DAIŞ’ê weşand

Rûsiyayê vîdeoya êrişa fûzeyî ya ser DAIŞ’ê weşand


barkirin: Rezber 7, 2015, 11:50


Wezareta Berevaniya Rûsyayê fîlmê êrişa fûzeyî ya ku îro ji Deryaya Xezerê kire ser çend baregahên Grûpa Dewleta Îslamî (DAİŞ)’ê li Sûriyê weşand.

Wezîrê berevaniya Rûsiyê, Sergey Kuzhugetovich Shoygu got, ji çar keştiyên şer yên li deryaya Xezerê 26 fûze hatine avêtin û 11 baregahên DAÎŞ’ê li Sûriyê hedef girtine.

Tê gotin ev fûze ji esmanê welatên Îran, Îraq û Herêma Kurdistanê derbaz bûne.

Heya niha rayedarên Îranê derbarê vê îdîaya Rûsiyê û bikaranîna eesmanê welatê wan ji aliyê Rûsiyê ve tu daxuyanî nedane.

Mesafeya avêtina fûzeyan heya baregahên DAÎŞ’ê 1500 kîlometre.

Tê îdîa kirin ku beşek ji hevwelatiyên Herêma Kurdistanê ev fûze dîtine.

dîtin: 238

Pêveker:

rûsiyayê vîdeoya êrişa fûzeyî ya ser daiŞ