• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Rusya: Îsraîl bi rêya Tirkiyê li Suriyê dixe!

Rusya: Îsraîl bi rêya Tirkiyê li Suriyê dixe!


barkirin: Pûşper 15, 2013, 11:44


Televizyona RT ya Rusyayê îdîakir ku balafirên şer yên Îsraîlê ji firokexaneyên Tirkiyê radibin û Suriy3e bombebaran dikin.

Kanala nûçeyan RT ya Rusî nûçeyek weşand û diyar kir ku Îsraîl ji bo êrîşên xwe yên li ser deryayî ku di demên dawî de çendîn car li herêma Latqiyeya Suriyê bombebaran kirin, firokexaneyên Tirkiyê bikar dihîne. Li gor nûçeyê ev agehî ji jêderên ewle hatiye wergirtin û Tirkiye ji bo bomberankirina welatek misliman harîkariya Îsraîlê dike. Nûçe dibêje ev yek jî dê li Enqerê rê ji aloziyekê re veke.

Nûçeya kanala RT diyar dike ku ji ber bûyera Mavî Marmara têkiliyên Enqere û Tel Avîvê ne baş bûn lê belê piştî ku Îsraîlê lêborîn xwest pêwendiyên her duı welatan baştir bûne û ji xwe dihête zanîn ku Tirkiye harîkariya opozîsyona Suriyê dike, li Tirkiyê perwerdeya leşkerî û çekan dide şervanên opozîsyonê.

Der barê van agehiyan de wezîrê karê derve yê Tirkiyê Ahmed Dawutoxlû axivî û diyar kir ku ev agehî ne rastin.

Rewanbej.com

dîtin: 130

Pêveker:

rusya Îsraîl bi rêya tirkiyê li suriyê dixe