• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Sadî Ehmed Pîre axivî: Operasyona MÎT'ê li Silêmaniyê ya li dijî PKK'ê bi ser neket Tirkiyê em sûçdar kirin

Sadî Ehmed Pîre axivî: Operasyona MÎT'ê li Silêmaniyê ya li dijî PKK'ê bi ser neket Tirkiyê em sûçdar kirin


barkirin: Gelawêj 26, 2017, 11:52


Berdevkê Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Sadî Ahmed Pîre ji VOA'yê re der barê dersînorkirina nûnerê wan yê li Enqerê de axivî. Pîre da zanîn ku Saziya Îstixbaratê ya Tirkiyê (MÎT) xwestiye li Silêmaniyê li dijî PKK'ê operasyonekê pêk bîne, lê bi ser neketiye. Ji ber vê yekê nûnerê YNK'ê yê li Enqerê Behrûz Gelalî roja Sêşemê ji Tirkîyê dersînor kirin.

Sadî Ahmed Pîre der barê nûnerê YNK'ê yê Enqerê de ji Dengê Amerîka re axivî. Pîre, diyar kir ku operasyona ku Tirkiyê xwest li Silêmaniyê li dijî PKK'ê pêk bîne bi ser neket, îcar ji ber vê serneketinê me berpirsiyar dibîne.

EV OPERASYONA SERNEKETÎ YA MÎT'Ê YE 

Sadî Ahmed Pîre der barê operasyona li Silêmaniyê ya li dijî PKK'ê de wiha got: 
''Ev operasyona han zirareke mezin da Tirkiyê. Tirkiye, ji ber ku YNK'ê piştgirî nedayê sûcdar dike. Ya yekemîn mafê Tirkiyeyê nîn e ku li welatekî din operasyonê bike. Ya duyemîn jî tu kes agahdar nekirine. Xwe bi xwe ev operasyon pêk anîne û bi ser neketine. Şûna ku vê serneketina xwe îtîraf bikin, bi senaryoyên cur bi cur dixwazin ser vê serneketina xwe bigirin. Sedema dersînorkirina Behrûz Gelalî jî ji ber vê yekê ye.''

Hûn dikarin axaftina Sadî Ahmed Pîre li ser vê lînkê guhdarî bikin: Sedî Ehmed  https://www.dengeamerika.com/a/pire_gelali/3998740.html

 

​​​​​​

dîtin: 76

Pêveker:

sadî ahmed pîre ynk behrûz gelalî