• Têketin
  • Ziman
SÊ PİRS ARASTEY

SÊ PİRS ARASTEY "ENKS" Ê.!


nivîskar: Jan Agirî
barkirin: Nîsan 30, 2019, 10:58


3.PİRS ARASTEY " ENKS" Ê !

Derbarê Tevilbûna we ya di nav "Dijberên Rejêma Erebên Sûrî"da na pirsim û qet Ketin û Mayîna Rejima Sûrî ne mijara mine;

1. Gelo li beramber çî we kite kit û komên xwe ENKS bi navkirîne li Ewropa, Amerika û Rusîya ji bo dagirkerina Rejêma şovenî û faşista dagirkera tirk ziman halî dikir û we digot: Tirkîye ji bo Efrînê ji PYD û YPG bistîne û teslîmî xelkê "Rasen"ê Efrînê bike dê bikeve Efrînê ? 
Pîştî 58 rojan dagirkerîya tirk bi hemû qûwet û imkanên xwe tev kom û qafîlên teroristên ereb bi hevkarîya sixorî û nûkerîya we Efrîn dagirkirin û bi hezaran Kurd bêy kû bêjin ev jin, zarok û şervane qetilkirin.
Gelo ey "ENKS" Piştî dagirkerîya tirk çima we Efrîn bi rêvenebir û destheladarîya xwe li Efrînê ava nekir û ala Hûkmeta Herêma Kurdistanê têda bilind nekir ?

2. "ENKS" Ev salek zêdetir di ser dagirkerîya dewleta barbara tirk a Efrînê ra derbasbû û keç, jinên Efrînî li ber çavan hatin tecavûzkirin û mirovên Efrînî li beramber fîdye û peran yên tên revandin, îşkencekirin û kûştin û ev hovitîya tirk bê rawestan  hîna li ser xelkê Efrînê yê goh dane propaganda we û Efrîn bi cih nehiştine, an imkanên xwe nebûn xwe xilaskin berdewame;
* Gelo li himber van kiryarên qirêj û barbarên dewleta tirk hûn weke "ENKS" li ew cihên li ewropa, rusya û amerika hun diçûn gilîyê PYD û YPG we dikir û rewatî ji bo dagirkeriya tirk çêdikir hûn gilîyekê an tiştekê li wan cihan li himberî van kiryarên faşîzaneyên dewleta tirk li Efrînê pêkdiîne dikin ?

3. Hûn weke "ENKS" bi  "Artêşa Azad" ra bûn.
Hûn weke "ENKS" bi dewleta dagirkera tirkra bûn.
Gelo hîna hûn bi van dijminê Kurdanra hevkarin ?
Îro Efrîn bi dîwarên dagirkerîyê ji xaka Rojava ya tê qotkirin û dagirkerîyê sîmayek mayînde dîyarkir û ji vê hûn çiqas xwe berpirs weke "ENKS" dibînin ?
Îro ev tişt û gelek tişên din yên kû giringe mirov  jibîr neke û bi navbike yên heyîn !
Bes raya giştîya nîştimanîya Kurd li benda van 3 pirsên serekene ku hûn weke "ENKS" bi bersivînin !

 Jan Agirî

dîtin: 34

Pêveker:

arastey