• Têketin
  • Ziman
Sê romanên nû yên Newaf Mîro hatin weşandin

Sê romanên nû yên Newaf Mîro hatin weşandin


barkirin: Rêbendan 21, 2019, 2:02


Nivîskarê Kurd û di heman demê de nivîskarê malpera Rewanbêj Newaf Mîro sê romanên nû dane weşandin. 
 

Bi navê "Dilname", "Lehengê Tazî", "Lehengê Dil" 3 pirtûkên Newaf Mîro bi hev re ji Weşanên Lîsê derketin. Vane ew roman:

DILNAME

Dilname... Dengê nalîna evîna yekalî bi çêja çandperestî û welatparêzîyê ye ku Newafê Mîro di vê gurzenameyê de, bi hestekî pir nazik agirê evîna bêxwedî dadaye û di nav re rewşa kurdan a civakî, sîyasî û çandî li ber çavan raxistiye.

Dildaro, evîndarê dilsoj, berî ku nameyên xwe bigihîne evîdara xwe Gulyarê û li hezkirina xwe mikur bê, evîndara wî ji ber rewşa sîyasî ya li Tirkîyeyê, tev li şoreşê dibe û berê xwe dide serê çiyayan. Dildaro jî ji ber sedema çûna evîndara xwe, berê xwe dide Almanyayê û piştî ku sal û zeman diqedin, Gulyar ji ber birîndarîyê vedigere malê, nameyên Dildaro digihêjin ber destên wê û li wan nameyan vedigerîne…

Gelo ev evîn digihêje ku?

Gelo piştî derbasbûna sal û bûyeran çi bi wê evînê tê?

LEHENGÊ DÎL

Jîyana mirov bi xwe lêgerîn e. Helbet mirov berê wekî zarok di zikê dêya xwe de, paşê di nava dergûş û mala xwe de, paşê di hewş, gund, tax an bajarê xwe de û paşê nav sînor û pişt sînorên dewlet, ol, têgih û çanda xwe de li xwe digere. Mirov bi hezkirin, çewtî û rastîyên xwe encamek e. A ku Lehengên Dîl lê digerin bi xwe di dinyaya mezin û gewrik de û di hundirê xwe de lixwegerîn e.

Leheng çi ye û kî ye? Ma nabe qey mirov bi çav û têgiheke din li xwe binêre.

LEHENGÊ TAZÎ

Lehengekî Tazî, çîroka kurdekî êzidî yê bi navê "Keleşê Reş" e. Piçûkanîya Keleş li ber destê dêya wî Xatûnê bi perîşanî derbas dibe. Keleş jî zirz û dizek mezin dibe û dibe endamekî Artêşa Osmaniyan.

Roman, jiyan û rewşa wê serdemê xweş diyar dike, xew û xwarina serbazan, şer û cengên Osmaniyan li dijî "gawiran", nêrîna misilmanan li kesên nemisilman û her wiha çîroka evîna Keleşê êzidî û Perîxana keça paşayê wî.

Mijara romanê nû ye, lewra derfetekê dide xwîneran ku bibînin û bizanin ka wan giyanên perîşan çawa jiyana xwe di wan rojên reş de diborand û dihêle xwîner bûyerên wê çaxa dîrokî -dema bi awayekî nedîrokî rû didin- bibînin.

- Dilname / Newaf Mîro / Roman / 90 rûpel / 2019

- Lehengê Dîl / Newaf Mîro / Roman / 120 rûpel / 2019

- Lehengê Tazî / Newaf Mîro / Roman /176 rûpel / 2019

 

Jêder: Diyarname

dîtin: 302

Pêveker:

roman newaf mîro dilname lehengê lehengê tazî