• Têketin
  • Ziman
Seadeta Emîna Eshed

Seadeta Emîna Eshed


nivîskar: Devliken Kelogirî
barkirin: Rezber 18, 2017, 6:33


Çardeh salî bû dema dilopa eşqê dawerivî dilê wê. Bi ber bayê hestan ket di çardeh saliya xwe de.
Dema bû bûk temenê wê ji tiliyên her du destan piçekê zêdetir bû. Nuh balix bûbû, ne zarok bû, ne mezin; ne keçik bû, ne jî jin…
Di şeveke wek temenê xwe kin de ji nişka ve mezin bû; ji keçikbûnê ber bi pîrekbûnê ve, ji zarokbûnê ber bi mezinbûnê ve gav avêt…
Di şazdeh saliya xwe de bû dê, bû dêya zarokeke ku tenê bi çend salan jê mezintir. Berî ku bizewice bi du salan bi holîkan dilîst ligel hevtemeniyên xwe. Pêlîstoka wê jê stendibûn berî bizewice bi kêliyekê. Kêfa wê bi çêkirina zaroka wê re hatibû; pêlîstoka wê lê vegeriyabû.
Her şev bi dizî û di tariyeke ku çav çavan nedidît diçû nav nivînê mêrê xwe. Xezûr, xesû û tiyên wê çend gavekî ji wan wê de radizan, lewma jî nikarîbû bi dilê xwe hest û hîsên xwe par ve bikira bi mêrê xwe re rebenê. Di kêliya herî xweş a şehwetê de dev li qozîka lihêfê dikir, da ku dengê wê nebihîzin. Eyb bû, şerm bû, diviyabû veşartî û bêdeng bi hev şa bibûna…
Sibê zû şiyar dibû berî banga dîk û azana melê. Av germ an cemidî mecbûr bû xwe helal bikira berî xesû û xezûr şiyar bibûna. Eyb bû nedibû bi porê şil derketa pêş wan…
Di temenê xwe yê herî ciwan û evîndar de bi dizî jiya evîna xwe. Tenê carekê jî bi çavê ronî nepeland bedena evîndarê xwe û maçî nekir bi dil û can dev û lêv û rûyê mêrê xwe…
Zarok li piştê, gah heywan êm dikir, gah diçû avê, gah jî zîz dibû ji bo çêkirina taştê. Zarok birçî, ew ji zaroka li pişta xwe birçîtir, nedibû rûnê li ser sifrê heya xezûr, xesû û tiyên wê ranebûna. Daturizandin, bêhnvedan, xwerehetkirin, rûniştandin tune bû di ferhenga wê de, her li ser nigan, her dixebitî, her amade bû ji bo fermaneke nuh. Ji hêlekê ve zilma xesûyê, ji hêlekê ve kar û barê çolê û xizmeta mêr û her çar tiyan, ji hêlekê ve jî zarokê ew dimêt ji pêsîrê. Di şazdeh saliya xwe de dişibiya jineke çel salî rebenê.
Ew zarok û li ser serê hev çêkirin yek bi yek zarok. Ew û zarokên xwe bi hev re mezin bûn. Di şazdeh saliya xwe de zaroka xwe yî ewil, di çel û çar saliya xwe de zaroka xwe yî sêzdehemîn çêkir; yên mirin ne tê de haa.
Dema nixwiriya xwe zewicand bi sê tiliyan bi ser sîhî ketibû. Nixwiriya wê piçekî ji wê bishûdtir bû. Salekê zêdetirî wê zaroktî tahm kiribû. Huvdeh salî bû keça wê dema ji mêrê xwe re bû jin û ji xesûya xwe re bû bûk.
Pişt re wê û keça xwe, yanî nixwiriya xwe dor bi dor dest bi welidandinê û çêkirina zarokan kirin. Car caran çelê wan ketin hev, car caran jî çend meh ket navbera welidandina wan.
Mêr û xezûr û xesû û tiyan li hev nekirin, bar kirin çûn li bajêr cîwar bûn. Xaniyekî ji du ode û saloneke biçûk pêk dihat girtin. Xanî bi kerpîçan lêbûbû, lewma jî belengaziya wê li bajêr jî dev jê neqeriya. Zivistanan, gah yek di malzarokê de, gah yek bi şalikê li piştê girêdayî, gundor di dest de gêre kir, da ku xanî dilop neke. Havînan jî di kelkela germa dojehî de ji bo ardûyê çend tenûran werîs û termox û misînkê wê yê avê di dest de pirêze bi pirêze geriya. Di bin wan piştiyên ku du caran ji xwe girantir de gah ji xwêdanê çav lê şewitîn hew ber xwe dît, gah jî çongên wê hew şixulîn di bin piştî de rûnişt, lê tenê carekê jî ne got ax, ne jî got wax!
Tu carî li gor mahdê xwe xwarinek neneqand û nexwar rebenê. Çi bidiya û çi hebûya ew dixwar. Car caran taseke dew û kurtêleke nanê tisî, car caran pîvazek û du firingî, car caran jî dims an jî şorik û zilopî… Heke ne ji zaroka xwe ya berşîr bûya, ew jî nexwar bawer bikin.
Li bajêr bingeh û esasê zarokên xwe li ber serê zarokên xwe avêt, car caran bi dizî, car caran jî ew bi xwe hisandin…
Ligel ewqas karesat, belengazî, bêderfetî, bi eşqeke bêhempa û nedîtî ji zilamê xwe hez dikir rebenê. Jixwe bêhna eşq û hezê difûriya ji hemû zarokan.
Ew xanî û jiyana bajarî jê re pir hat dîtin gelek caran. Derfetên gundan ên perwerdehiyê kêm bûn, lewma jî pirê caran dêtî kir ji zarokên tiyên xwe yên ku dihatin ji bo xwendina dibistanan. Tenê rojekê jî mirûzê xwe tirş nekir û negot ev çi hal e ey Yezdan. Her bêhnfireh bû, her dilgerm bû, her rûken bû…
Sixlet giran bû, mêr tenê nikarîbû di bin vî barî de rabûya, lewma jî xanîyekî biçûk zêde kir li xaniyê xwe û xwedî kir tê de çêlekek ji bo mast û şîrê zarokan. Lê ewçend ne hêsan bû lênêrîn û xwedîkirina çêlekê. Êm lazim bû, av lazim bû, paqijkirina rêxê lazim bû. Lê negot ax serê min jî tenê rojekê. Wek ferzên nimêjê, tenê dahnekî jî ne ji bîr kir êmê çêlekê, ne jî av û rêxa bin wê.
De îcar ew ne bes, rêxa ku ji bin çêlekê dida hev jî ji xwe re dikir sergîn û radixist li ber tavê. Piştî ku ew sergîn hişk dibûn, him pê gur dikir agirê tifikê, him jî di zivistanan de distirand zarok ji seqem û sermê. Tew ez qala kilskirin û seyandina xênî, çêkirina dahno, şuştina hiriyê û xwedîkirina mirîşkan jî nakim haa…
Ligel ewqas zor û zahmetî, ne rojekê ji nimêja xwe ma, ne jî bi qastî rojiya xwe xwar, tenê car caran ji ber çelê xwê rojiya xwe xwar û hew. Serî li ser sicadê her di rêya Xwedê de bû, lê dimeşiya nedimeşiya nedigîhayê…
Jin bû, dê bû, xweşnimêj bû, lê ji kurdbûna xwe re jî jineşêr bû. Hemû zarokên xwe bi zimanê xwe, li ser bingeheke kurdewar mezin kir û bi firê xistin.
Di çel saliya xwe de êş û şewata ewil dît belengazê. Dema dewletê lawekî wê yî wek berxekî kuşt, hîn nuh bi jintî û dêtiya xwe hisiya. Hîn nuh jînê xwe bi wê da naskirin. Hestên wê li hev qulipîn wê rojê. Dem sekinî, jiyan sar û bêdeng ma. Rehek ji dilê wê qetiya û ji wê rojê şûn de hew keniya. Ji kenê wê hêsir bariya. Kulekê li ser dilê wê kon vegirt û ew kon her vegirtî ma. Hestan ji bedenê bar kir. Çav bi keder, beden westiyayî, dil bi şewat…
Digiriya kesî hêsir nedidît. Diqîriya kesî nedibihîst. Gilî û gazin dikir, Xwedê ji ber kiriyarên xwe şerm dikir, lewma jî qul bi qul jê direviya û xwe jê vedişart û deng nedikir.
Panzdeh rojan xwe reş girêda, şîn gerand bi xwe re. Ne rojekê dengê giriyê wê bihîst tu kesî, ne jî niquteke hêsirê wê dîtin. Girî lal, hêsir zuha diherikî. Piştî şîn belav bû, hestên wê nuh lê hatin xezebê. Roj bi roj kêm kir û kêm kir û ket. Li erdê bû wek pepûkekê, te karîbû ew bi şalikekê li pişta xwe bikira û bi saetan bigeranda mîna zarokeke berşîr; tenê hestî û çend kîlo çerm mabû. Wek mirov mû ji mêst bikişîne, diran ji pidan diweşiyan. Dema li nexweşxaneyê çavên xwe vekirin, her kesî destê xwe jê şuştibû. Her çiqas Ruhstîn xwestibû wê ji vî ezabî xelas bike jî, Xwedê li dijî vê fermanê derketibû û nehiştibû xatir bixwaze ji kul û derdên mayî re…
Ji nişka ve bîst sal li temenê wê zêde bûn. Êdî bi taximê devê xwe, bi qermîçekên rûyê xwe bûbû pîreke heftê salî. Mixabin Xwedê lê hatibû xezebê carekê, mirin ewçend ne hêsan, ne erzan bû û fermaneke nuh da Yezdan. Hîn nuh brînên wê dicebirîn, mêr jî hew ji hesreta lawê xwe debar dike û dide ser piştê, berî dide hêla dinê. Ewil perçeyek ji kezebê jêdibe, dû re jî dilê wê disekine… Serê xwe bilind kir, li jor nêrî, destên xwe ber bi esmên ve vekirin û bi ser Xwedê de qîriya. Ji wê qîrînê Xwedê xwe avêt pişt esmanê heyştan û hew deng jê derket.

 

dîtin: 510

Pêveker:

seedet emîna eshed devliken kelogirî