• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
SED SAL Û ŞER

SED SAL Û ŞER


nivîskar: Jan Agirî
barkirin: Gelarêzan 11, 2018, 3:26


Di 100 mîn salvegera dawîbûna şerê cîhanî yê yêkemda heta niha dinya û mirovahî di gelek çerxanda derbasbû û pir goherînên mezin di vê cîhanê pêkhatin.
Gelo di van çerx û goherînande Kurda çî bi destxist ?
Şerê 1 û 2 an yê Cîhanî çewabû û dema li 5 parzemînan gel, netewe û welatên nû derdiketin ser dika dîrokê Kurdên xwedî şaristanî û nasnama erdnîgarîya herî qedîm û dewlemend li kûderê bûn?
Bi kêm û kûrrîyan ve weke xwe şer û 100 sala bohrî.

Destpêkê mijara şer hindekê vekîn.

Bi peydabûna mirov ji Sereteda heta roja em têda dibohrîn şer bûye melkemûtek agir dibarîne nav ocaxên mirovan.

Ez wek mirovek ji malbatek Kurd kû baca şer daye pir baş dizanim tişta şer ji mirov dibe tiştek nikare li mirov vegerîne û berdêla tişta mirov di şerda wundadike weke Ferd û Malbat qet tuneye û bandûrek mezîn li derûnîya mirov dike û heta dihêle nêrîna mirov li himber der-dûra mirov bixwejî sîmayek hişk û sar bigire.

Li vir rolla mirovê baca şer daye di vê rabûn û daketina şerde êdî namîne û êdî ew dibe alet/ Enstûrmanek ji bo lingê propaganda aliyê şer, ku bi taybet Dewletên Dagirker vîya ji bo dehftan/palpêdana civaka xwe ji bo nav şer û ketina rêkek hişka bê veger de baş bi kar di îne.
Ango weke endezyarek li ser serê civakê

Ez dizanim li vir hin pirsên mafdar dê hebin û dikarin were kirin ma mirov gerek ji bo erd û azadîya xwe destnehilîne û ger pêwîst be ma mirov can û gîyanê xwe jî bo pêşkêşneke?

Bêgûman li vir bi kurtî ji serbohrî ji bo pêserojê cend xalên bi hilbijaartî dê vê yêkê ronî bikim û bi bersivînim.

Li vir ji bo kû dîrokek Kurdistan ya berhevkirî nehatîye nivîsîn û yên heyîn jî perçe perçene û bi kijan zimanê dagirkeran û dibin tesîra çî nêrîn û bîrdozîyek hatîne nivîsîn baş nayêt zanîn.

An ne Dîroka Kurdistanê bi xwe dergûşa Aştî û şerê ji destpêkê heta niha yê Mirovahîyê ye.

Li vir bi kurtî jî be ji hind çavkanîyên cîhanî mifa digirim û di heman demêda dizanim ku her kes ji van bûyer û çerxan agehdare, lê weke Gothe gotîye giringe her 50 sal carek dîroka cîhanê ji nûve were nivîsîn.

Ji vê rawangehê dinêrim û ez dixazim li bir bîrbînim şer çîye, şer kî dike, şer ji bo çî û li ser çî dibe û rastî çewa tên berewvajîkirin û hind babetên din yên bi van mijarave îlaqedar dê mijara pêdaçûyîna nivîsa 100 sal û rastîya şer be.

Şer çîye û qûnaxên şer têda dibohre nav, reng , amûr, rêbazên û armancên xwe çîne ?

Şer bi peydabûna mirovre li jîyanê heta îro rûbe rûbuneke mirov nikare xwe jê veşêre.

Ev şer şerê navber mirovade ye.
Şer û berxwedana mirovan ya di xwezahîya jîyanê û bi Xwezayê re jî heye bêgûman lê weke mînaka vê yêkê şerê 1 û 2 cîhanê malavahîya rastîyek bê emsal kirîye û rûyê şer yê qirêj zêdetir ji bo mirovahîyê zelalkirîye û ji berî bi bîranîna vê rastîya tal dixazim hindekê balê bikişînim ser çewanîya şer, rû û maskeyên şer.

Wek mirovên xemxarên serbohrîyên dîrokê û pêşeroja Mirovahî û xwezayê dizanin û jê bi agehin Şer li pey Serdem û Qûnaxên têda bohrîne û dibohrin nav, ren, amûr û rêbazên xwe gohertîne û digoherin.

Destpêkê mirovên tevlî şer dibin hişmendî û jêhatinîyên xwe li gûrî fêhlbazî û amûrên (tektîk û teknîk) şer yên serdemê di afirîne û bi kar di îne.

Piştî demekê leşker ango mirovê şervan vê hişmendîyê dike hişmendîyek hevpişk bi civakêre.

Ev mirove ji jîyana siroştî ango xwezahî ku derdikeve û derketîye bi kinç,rabûn,razan, xarin û axiftina xwe bi wextê van hilbêjêrîyên xwe yên leşkerî li ser serê civakêra bilind weke nirxekî pir mezin ku tîrejên rojêbin wusa radigirin û êdî civak bixaze nexaze li gûrî serdema têdaye kirasê şer lê têt kirin û rengê şer digire.

ji sedan navan mirov dikare navê Leşker hilbijêre ji bo ku leşker ji bo kom û her hêzek çekdara sazûmankirî ango jîyana çekdarî li xwe digire tê gotin.

Leşkerîya vî mirovê hilbijartina jîyana xwe ji bo leşkerî hilbijartîye destpêdike û paşê civak û jîyana civakê jî tevlî ya vî leşkerî dibe.

Ji ber ku jîyana civakê weke madede, Meterîalek xave/xame û alîyên ji derveyî civakê ku sazûmankirîne bo mînak wek
Ol,Leşker, Sermaye,Bîrdozî û heta di warê Çand, Wêje û Ramyarî û gelek hêlên dinda Ferdên Karîger jî di warê erênî û neyênîda ango Negativ û Positiv da dikarin şûp/bandûrên xweyên karîger ji bo sedsalan li ser civakê bi cih bihêlin /bikin.

Leşker ji bo ku alîyê meydanî ango herî praktike zutir rola dixaze bi civakê dide leyîztin û kirin.

Di çarçeva şer da mirov dibîne
rewşa leşkeran di demên şerde gelek weke tê zanîn cûdatire.

Şer hemû şerin lê hemû şer li gûrî bidestxistina armancên xwe di rêk û rêbazên weke armanc dixaze pêknayên û ji bo wê şikestin û binketinên şeran der dikevin.

Heta gelek şerên vale û beyhode hene ku ji zîyan û zerarê zêdetir nadin.
Mirov ji bo van şeran dikare bêje şerên bêwate.

Cûr/katagorî yên şer mirov bi wêne /dîtbar ji hev veqetîne dê sûdmentirbe.
Şerê sing bi sîng da ango bere/cephe da li beramber dewletekê, ji ber çekên dûr avêj û hêza zerîpûş û firokan zêde li gel nifûsek zêde ya leşker şansekî alîyê şerê Çirke an wek li Kurdistanê bi peyvek bîyanî gerilla bi navkirine dimeşînin tuneye û ji bo vê yêkê hêza leşkerîya dagirkera tirk li himber alîyê leşkerîya kurd ya li bakûr şerê çirke dimeşîne serketin bidestve-neanîye û nikare bînejî; her wusa jî bi şerê çirke ango/gerîlla ku li Bakurê Kurdistanê li himber Artêşên leşkerên dagirkerîya tirk kurd dimeşînin serkefinê bidest naxîne.

Ev rastîye ji ser zarê rayedarên dagirkerîya tirk û hêza leşkerîya kurd ku Şerê çirke li Bakûr dimeşîne bixwejî hatîye gotin û bîhîstin.

Nexe giringe mirov ji vî alîyê kurdê şerê çirke dumeşîne bipirse gelo nexwe çima tu li demara bingehîn a artêşa leşkerên-dewleta dagirkera turk bagerê ?
Ku armanca te Kurdistanbe li damara wî a bingehîn(Şahdemar) bigere û pêbigre ku ew demara tu jî dizanî civaka wane ango civaka Artêşên Leşkerên dewleta dagirkera tirk pişta xwe dayîyê ye ango raste rast armanca te gereke civaka tirk bi xwe be.

Li vir dixazim askere bikim ji bihara 2009 û virde tev bizav û leza komara dagirkera tirk a li himber miletê kurd li Bakûrê welat di sûpînim û roj bi rojê li ber cavê cîhanê yê cih û malê kurdan wêran dike, qetil dike û bi kom bi komî digirin û di avêjin cal û zîndanan.
Gûman tineye ku komkûjî, kûştinên aşkira û neaşkira jî kirine û dike û jimara kûştinên neaşkira nav lê danîne "faîlê meçhûl".

Nexwe li vir giringe bibînin ku Artêşên leşkerên dewleta dagirkera tirk xwedî gelek dezgah û sazîyên stratejîk darêje û dizane ka demara bingehîn ya alîyê li himberî ango ya kurdan ku şerê çirke dimeşîne li kûye û çîye û çewa pêbigre.

Lê bi her halê xwe şerê heta niha me nasîye û ketîye erda Kurdistanê li seranser ne ki gûrî rêbaza bidest xistina armancê bûye.
Rojavayê Kurdistanê ji ber ketîye ber blansa 2 hêzên serekeyê cîhanî ango Rusya û Emerîka yê, giringe mirov ji rewşa alîyên din yên Kurdistanê cudabike û ji bo modelên şerê berevanîyê yê taybet bigere.
ji ber ku bi rewşa têda dibohre mecbûrî şerek mezinê berevanîkirinê ye li beramber Artêşên leşkerîya dagirkerîya tirk, ereb û eceman.

ji berî mirov bêje sedemên şer çîne,
baştire mirov bêje şer çewa Destpêdike ?

Şer di qûnaxa yêkem da ji bo nexşe û cih têt destnîşankirin û gelek caran li gorî tecrûbên di şerde jî cih û rêbazên şer tên goherîn, lê şer li gûrî qîyasa armancê ew jî xwe di goherîne bê kû rawiste.
Cûreyê şerên dagirkerî an ketxarîyê yêkem Mirovek an çendik kirmek li serê wan û xwîna wan digere û pir caran wêne û tablûyên şer û serkefinên şer û nav û şûhretê ji bo xwe çêdikin û pêve radibin û di rûnin û xewnên leylanî bi şerve dibînin.

Ev karekter ango cûreyê mirovan ger mirov bi navbike dikare navên bijare ji Minteqê bêje Atatûrk, Ayatullah Ruhullah Xumeynî, Saddam Huseyîn, Recep Teyip Erdogan, Cemal Ebdullnasir.
Yêk bi yêk mirov dikare li ser kiryarên van nemirovan çarçevê berfirehtir bike lê niha na.

Ev cûre mirovên tirsonek û derûn pis wek nivîskarek bîyanî gotîye: hind kes bi henekan kevira li beqê digirn bes Beq bi rastî dimirin.

Ev tûxmê mirovên derûn têkçûyî şer destpêdikin lê bi rastî mirov kok-bir dibin û vana hêza xwe ji civaka hişmendîya xwe ya qirêj dinav da li ser bi serde belavkirîye de digirin.

Di demekî kinda ev hişmendîye mayînde dibe û gelek rastîyan berewvajî dike.

Ev dibe ling û destên vî melkemût/ erjdehayê bi destê kolmek hişçûyan dikeve hûndirê mirovan û serîyek bi jehir êdî xwe hildide ku ji zimanê şer zêdetir peyvek din nayê ser zehrê wî.

Ji bo vî lingî jî propaganda şer dibêjin.
Dema mirovek an komek li himber vî şerî bikeve nav gotin û kiryarê li gûr zagonên dagirkerîyê bi tohmeta sarkirina civakê ji şer tê darizandin û girtin.

Li vir bixwejî aşkira dikin ku civakê tim ji bo şer sor dikin û nabe kes rabe were vê civakê ji şer sarbike.

Li dema kevnar de ev propaganda li koç û kolanan di hat kirin.

Li vê serdema em têda dibohrîn bi saya teknolojî û teknîka ku roj bi roj bi pêş dikeve, bi riya tv, radio, rojname û internetê tê meşandin û dinav mal û destê her ferdekê da deng û rengê vê propagandeyê bilind dibe û xwe boq û bi gewdedike.

Ev cûrek ji cûrê alîyê şerê dagirkerî û kedxarîyê ango şerê nemafdar dimeşînine.
Gelo li vê dema em têda dibohrîn de alîyên leşkerî yên kurd ku şerê çirke di meşînin li Bakurê Kurdistanê û yên singa xwe ji bo şerê bereyî vekirine li baskê "kes û zer" ango li Başûrê Kurdistanê ku ne xwedîyê xwe û wê şîyana şerê berene ji egera hêzên asîmanî û gelek tiştên din ku tunene ji sexmerat ne zîrekîya rêveberîya leşkerî û konevanî wana vî lingê Propaganda çewa bikar di îne ?

Minxabin mirov ji zarokên sibe li pey me rabin fedî dike bi belge kirêtî û neşirînîya bi çewa karanîna wan ya vî lingê propaganda yê li nav civaka kurda vebêje û li paş xwe bihêle.

Bêgûma aliyên dagirker di vê navberêda kotle/elîta xwe Konevan/ Sîyasî di hesibîne ango kom û kerîyên bi xwîna mirovan lepên wan sore bênavber civakê sordikin ango ji bo nav şer pal dehif didin.
Herwekî leşker û ragehandin dikin.

Bi vî awayî êdî lingê şer yê êkem amade dibe.

Bi zimanê nav malê mirov ji bo vê dibêje fitne hilkirin ango kesên dibin sebebîyeta şer navê xwe dibin fitnecî.

Ev fitnecîyana di nav civakan de nayên hezkirin û mirovên sivik û bêrûmet tên hesibandin.
Divê mirov vê jî bêje ev fitne û fesad di nav civaka Kurd bixweda jî ya hey.
Lê weke min îşaret pêkir di babetêda dê li ser navxweyî zêde cih neyêt veqetandin.

Fitne û fesad li ser asta cîhanî.
Ji bo mînak wek xwîya û li berçave şerê (cîhanê ) yê êkem Awistrîya/Nemsa ji kûştina şahjin sofîa û Mêrê wê Franz Ferdinand ango şahê Awistrîya-Hingarîya di dema serdanek xwe bo Sirbistanê bi destê xwecihîyekê sirbistanê hatin kûştinda berpirsar girtin.

Awistrîya ango rêveberîya wan û dezgahê ragehandinên wan di nav civakê de dest bi propagandekî yeman kirin û ji bo sirbistanê li koç û kolanan gel mirin, mirin di qirandin.

Ji bo vî şerî Esilzadeyek bi navê Hoyus bi navê hûkumeta Awistrîya tê Postdam cem Mîr/Qeyser Wilhêlmê 2 an yê Elmanya û daxaza hevkarîya wî di şerê li beramber sirbê ku dê destpê bike dike, Qeyserê alman bêykû bifikire kû Mîrê Ûrus/ Rusya ango Mîr Nîkolaus 2 an wê sirbistanê ji sedem gelên silavîyên dibin Mîrekîya wî ya Rusî dane dê bi tinê nehêle û bêykû bizane bingehê kuştina Mîr û jina wî birastî heta kuderê çend rast û direwe û tev daxazên sirbistanê ji Awistiriya çîne piştgirîya xwe a şer ji bo Awistiriya li himber Sirbistana bêgûheh radigehîne.

Pistî ûrusa bi tesbît û îsbat aşkirakir ji bo Qeyserê Alman ku ev bûyer bê şer bi rengek din çareserdibe ji bo ku tilîya Rêveberîya sirbistanê di meselê de tuneye.
Li ser vê yêkê Qeyserê Elman got: ju nû got çû sedemekî em şer li himber sirbistanê bikin tuneye, lê carek din koçka şêwirmenda ketin dewrê û di neticêda şerê ji bilî komek kesên veşartî ji bo armanc û mebestên veşartî kes li bendê bebû destpêkir.

Fransa, Birîtanya û Rusîya bûn bereyek û li ser Sirbistanê hatin cewab û şer destpêkir û her çû fireh bû.

Bêgûman Qeyserê Elman jî hewildide kû havalbenda ji bo xortkirina şer bidestbixe.

Li rêkeftî 02.08.1914 an dinavber Evdilhemidê Sultanê Isnanîyan yê 2 an û Wilhêlimê 2 an Qeyserê Elman de Peymana Biratîya-Çekê/sîleh têt nûkirin û Generallê Elman bi navê Goltz dibe serok erkanê şer yê Osmanîyan.
Her çû şer bo şerekî Cîhanî û mezin bû.
Ev ser 11.11.1918 an icix bidawîbû.

Di encam nameya vî şerî de zêdeyî 17 Milîyon mirov hatin kuştin, wêranî û kavilkarîyê danîn alîyekê jimara siqet û birîndaran jî bes Xweda dizane.
Di vê xirre cira cîhanî de Kurd li ku bûn?

*Piştî Şerê cîhanê yê 1 an bi dawî hat Kurdên Elewî ji Kurdên Sûne Zanatir derketin û zu xwe bi înglîzan û rûsan gehandin û di Peymana Aştîyê ya li Parîsêda cihgirtin û berhem peymana Sevrê û li dawîyê jî Serhildana Koçgirî deket holê.
Bi çend xalan Serîhildan an Qetlîama Koçgirî;
Li 25.11 1920 Elîşan,Dr.Nûrî Dersimî, Elî Şêr û desteya Rêvebera serîhildanê Civînek li Hozatê darxist û li jêr 24 xalan Daxazên xwe destnîşankirin û li 08.12.1920 bi telegramê gehandin Miatefa Kemal Atatûrk kû têda bigiranî li ser peymana Sevrê di sekinî ku Peymana Sevrê ji çend bajarê Bakûrê Kurdistanê yên mîna Elezîz/Elezix, Amed/Diyarbekir, Bitlîs ve Wanê bes pêkdihat û mafê Xweserîyê/Otunomiyê ji bo Kurda nasdikir û beşên din yên Bakurê Kurdistanê dibin dagirkerîyêda dima ev peymane li rêkeftî 10.08.1920 Li bajarokê Sevrê yê Fransa ji alîyê hevpeymanîya hêzên serkeftî û têkçûyên şerê cîhanê yê 1. an ve hatibu imzakirin.
Kû paşê bi bispûrî Atatûrk karî li cihê vê peymanê peymana Lozan a ku 24.07.1923 an Birîtanya û Fransa erê kirin bigohere bi vî rengî Komara tirka niha damezrand.

Bersiva dagirkerîyêda tirk bû hêriş û qetlîam.
Di vê naberêda Atatûrk bi dayîna bertîl,pile û miqama kite kitên li der dûra serîhildêr Elî Şêr, Dr.Mihemed Dêrsimî û Elîşan dikirîn ku Elîşan bi xwe jî bo demek kurt ket nav vê şaşîyê û piştî 5 salan Hesen Xêrîyê xayîn ku bi 72 qaşû wekîlê/miletwekilê Kurd (!) Imza wan dibin peymana Lozanda bi navê Kurdan hebû Atatûrk li sêdaredan/Îdamkirin.
Bi kurtî di encamda Serîhildêran weke ku ji bo Newrozê sazûmankiribu Serîhildin tirka mecbûrkirin 02.03.1921 dest bi serîhildanê kirin û minxabin ji sedem xîyanetê serhildan bi serneket û Atatûrk li vir jî gehişt mirada xwe û bi kûştina hezaran Kurdên Elewî hem çanda Milî û hem ya olîya Koçgirîyan berbi tunekirinêvebir.
Zarîfe Xan û Elî Şêr derbasî Dêrsimê bûn kû wê paşî li wir jî xîyanetê yêxa wan bigirta û bi destê birazayê Seîd Riza, Rêberê xayîn li rêkeftî 09.07.1937 li Dêrsimê wê bihata kûştin li gel Zarîfe Xan û birazayê xwe Sabrî serê wan wê Rêber jêkiriba û bo Atatûrk wê teslîmî serhengekî tirk bikira.

*Fermadarekî Ji bo Osmanî li cenga cîhanê ya 1 an de ku şer dikir, piştî ingliz û fransîyan Komara bi navê tirkîye dibin serokatîya Diktatur Atarûrk da avakir vî Fermandarê/ Kurdê weke tev Gire girên din yên Kurd ji bo Osmanîyên Dagirker û barbar şer dikir piştî êdî Osmanîyan ala teslîmyetê li beramber Cepheyê kû Brîtanya,Fransa, Rusa serkêşya wê dikir wundakir êdî tirka xîyala Turana-Mezindikir êdî xîlafet dinavber vî Generalê Kurd û tirkada çêbû piştî çend salek hêzek pêkanî û Komara Agirî li Agirî di destpêka bihara sala 1927 de damezrand û bi vî halîjî komara tirkîy pênekarî heta Rusya ango Sovetê û iran bi firokan li hewara tirkî hatin û bi vî rengî dawîya komara Agirî li sala 1930 da hat û vê Komarê mîrasek weke ala Rengîn kû li Mahabad û îro li Başûr bi destkarîyek sivik ku lê hatîye kirin li pey xwe hişt.

*Li aliyê Başûrê Kurdistan çî dibû ku heta wî çaxî Bakûr,Başûr û Rojavayê Kurdistanê yêk Perçe bû.
Li hêla Başûr Qiralê Kurd binêrîn;
Mirov ecêb girtî di mîne dema Osmanî Şêx Mahmûd li himber înglîzan sor dike, xebera Şêx Mahmûd ji Cenga Cîhanî û dîroka barbara Osmanîyan jî heye.
Lê carek din şerê înglîzan dike.
Li vir mirov dikare piştî 100 salan bi tinê ders jê wergire û bila milkê dîroka Kurdistan bimîne bêykû mirov rexne an şirovek lê zêdeke.
Şêx Saîd Berzencî babê Ş.Mahmûd Berzencî û Birayê wî Şêx Ahmed li rêkeftî 16.03.1908 ji aliyê osmanîyan ve bi sûwiqastê şehîdkirin.
Ji berî van cinayetan sedem Şêx Saîd Berzencî li himber Osmanîyan serîhildabu sirgûnî Mûsilê kiribûn.
Di vê serîhildanêda şêx Mahûd jî hebû.

Li 21 Gûlana 1919 Şêx Mahûd Berzencî îngliz ji Slêmanî derxistin û 01.06.1919 înglîzan carek din hêrişî Silêmanîyê kir û dibin wê hêrişêda da Pêşawa Mistafa Barzanî weke serhildêrek ciwanê 16 salî li nav refên şervanê Qiralê Kurd li dijî înglîzên di cenga Cîhanî de ku serketine li berxwe dida û şer dikir.

Di 17.06 .1921 înglîzan karî bi kemînekê Şêx Mehmûd Berzencî bi birîndarî dîl bigrin û sirgûnî Hindistanê bikin.

Li himber inglîzan Hecî Şeban Axa li Amadîyê li 15.07. 1919 an de Serîhilda û li herêma Barzan jî şer û bihevçûn bi inglîzanre diqewimîn.
Li Silêmanîyê gel rabû ser pîyan ûvtev ji van sedeman angoji zixtên Kurdan îngliz mecbûr man Şêx Mehmûd Berzencî bînin Mûsilê 
Li Rêkeftî 10.10.1922 Şêx Mahûd Berzencî carek din xwe Qiralê Kurdistanê îlankir.
16.07.1924 înglîzan Bajarê Silêmanî bombabarandkir û temamî ket destê înglîzan û înglîzan erda qiralyeta Şêx Mahûd Berzencî bi temamî xist ser erda Îraqê 
Li Rêkeftî 13.05.1931 hîvîya qiralê bi tekoşîna çekdarî û sîyasî namîne û li ser destê inglîzan tube (!) dike.

Qiralê Kurd li rêkeftî 09. 10.1956 li Bexdad diçe ser dilovanîya xwe xwedê cihê wî bike bûheşta baxî.

Lê mirov li vir jî tê digehe bingehê neteweyîyê Kurd li wêrojê jî weke îro tunebûye.

Despêkê li mil bi milê dijminên xwe himber dijminên ;dijminên xwe şerkirine û paşê dijminên wan bi qûwetbûne û êdî bi dijminên xwe nekarîne.

*Em li Qezîya Şêx Seîdê Nemir binêrîn;li 14 sibata 1925 Artêşa Leşkerîya Dagirkera tirk fitne hilxist û li ser vê yêkê Şêx Seîdê Nemir Serîhilda û derbekî giran li Leşkerîya tirk xist û heta Paytexta Kurdistana Mezin Amêdê hat lê bi pîlangerî û Xîyaneta Qaso dîlket û serîhildan li 31 Mart 1925 bi dawî hat.
Minxabin li 30.06.1925 li tev rêhavalên wî yên dîl ketî îdamkirin.

Li vir gûman tûne Şêx Saîd ger derdê Kurdistanê hebûya pêş Komara tirk were damezrandin dikarî Kurdistana mezin damezrîne.
Lê dema cîhan di kelha û dipijiqî ji germa agirê şerê cîhanî Şêxê nemir li kû bû?
Çima rastîya dijminê Dijminê min Dostê mine neda berçavan û mifa jê werbigre?
An dûa hîvîyên serkeftinê ji bo Sultanên Osmanîyên ku 600 salbûn şeref û namusa kurdan xistibûn binpîya dikir!
Gelo Şêx Said Çima li bang û hewara Simayîl Xanê Şikakî/ Simko Axa nediçû ger nîyeta Nemir Kurdistanbû ?
Lê dîyare bêbabî û barbarîya tirka rêkek din pêş Şêx Saîd nehiştibû ji bilî ku serîhilde.

Ma di xûsîyetên şerande dema dijminê mirov ket şerekî mirov li firset nagere û lê binêre kijan lingê wî lawaz zeyîf bû mirov ji wî lingîve lêxe, minxabin li virda tiştek wisa tuneye?
Gelo qet divê cengê deskeftinek Kurdan tunebû?

*Dema mirov li rewşa Nemir Simayîl Xan/ Simko Axayê Şikakî dinêre hindekê bêhn û sebra meriv tê, lê di heman demêda hêrs û kîna mirov jî, ji dilpakî û nîyet başîya Kurd ya ku ji dijminê xwe bawerdikin zêdedibe.
Li vê kele kel û germa Cenga Cîhanî ango Şerê Navneteweyîda Gernas û Serokek Dîrokîyê Kurd derdikeve meydana dîrokê.
Li destpêkê li rewşa pêş vî lehengî binêrîn kîye?
Simayîl Xan û Simayîl Axa jî ji bo dihat gotin, bi navê hezkirî Simko yê Şikakî.
Kûrê Mihemd Xan/Axa (xan tê wata xanedan mal mezin ku bi kurtî axa tê gotin) yê Şikakîye.
Li vir nikarim jîngerîya vî Serokî hemûyê bidim ji bo wê bi kurtî Birayê Simko li rêkeftî 15.10.1905 ku Birayê mezinê Simko Şikakîye Cehfer Axa ango Serokê Konfederasyona Kurdan ji Alîyê Mihafizê Tebrizê tê Vexandin qaşû li ser pirsgirêkên dinaver Kurd û Dewleta dagirkera îranê, piştî ku li Mihafiz/walî bûn mîvan Cehfer axa bi 6 Mêrxasên wîve bi bêbextî Şehîd dikin.
Li cihê wî Simko Serokatîya Konfederala Kurdkir.
Di 20.06.1919 bi Destê Erminîyan bi Siwiqastek Bombeyîda Elixan birayê Simko Riza Pehlewîyê diktatorê desthelatdarê iranê Şehîd dike. 
Ev zêdetir bo sedemê berfirehkirina bizava azadîxazîya Simko ji bo Kurdistanek Otonum ku ji berêda
Simayîl Xan an Axa ango Simko têkilî bi Evdilrezaq Bedirxan û nevîyê Şêx Ebdullahê Nehrî Seyîd Taha Gelanîra danîbu û di sala 1912 Rojnama bi Navê Kurdistan çapkirbu û perwerda dibistanan dabû destpékirin.
Paşê bi navê Roja Kurd Heftename derxistine û ji bo vî karî Komeleya JÎYANDANÎ ya Rewşenbîrî û Ragehandinê ku damezrandibûn berpirsyarbû.

Metran Mar Şemûn ê serokê Aşurîyan ku bi palpiştîya Ûrisan li himber Osmanîyan nejêhatîbûn û revîn xwe li Kurdistan azada dibin serwerîya Simko da girtin ango xwe spartin Simko, lê piştî demekê Metran Mar Şemûn bi inglizanre ket têkilîyê û xwest Erda Rojava ku lê mihvanbûn weke welat ji bo xwe ragehînin û li ser vê yêkê Simko bi hûstatî ew li rêkeftî 03. 03.1918 an Kuşt.
21.03.1922 Simko bi fermî Dewleta Kurdistan ragehand ango îlankir.
Li vir Dewleta dagirkera tirk û faris pîlanek danî li 15 08.1922 an ji çar alî Cengek giran li himber Kurdistana Azda dan meşandin.

Li hêla Bakur Simko bi hezaran şervanên Azadîxazîya Kurdistan ve asêbû li wir Xanima Simko Şehîd dibe û Kûrê Simko yê 9 salî dîl dikeve destê tirka lê paşê piştî demekê Simko li ser Başûrê Kurdistanêra carekdin hêrişî dagirkerîya îranê dike û qismek gelek mezin ji Rojhelata Kurdistanê Rizgardike.

Êdî tev hewildan û hîvîyên dagirkerîya Eceman/farisan şikestin û vêcarê weke hercar bêbextî tevgerîyan û hezar minxabin li rêkeftî 30.06. 1930 an Ser daxaza Riza Şah qaşû ji bo Gift û Go/Mûzakerê Bangî Şino kirin û Simko ji Şahê diktator û şovenist bawerkir û li pey banga şah çû li ser Mase/Mêz/tawla Mûzakerê ango di Koçka Mihafiz da Serokê Kurdê Gernas Simko li gel Kûrê xwe Xûsrew bi bêbextî Şehîdkirin ango li 5 min salvegera Şehîdkirina Şêx Saîdê kalde.
Dijminên Kurd hesabên tarîxî û giran ji bo Kurdan dike lê Kurd aqilsivikin zu bi zu bi giranîya xwe nahesîn ango agehdar nabin.

* Piştî 104 sal ser şerê cîhanî yê êkemra derbasbû em ketin 100 mîn salvegera dawîbûna şerê Cîhanî yê êkem gelo her yêk ji me mirovan û bi taybet mirovên wek me kû dawîya dawî şehê vî şerî di serê me kurdan de şikest; ji bo hindekê di hûndirê vê sedsalê de an herî kêmjî be li mîlada dawîbûna şerê vê sedsalê jî be em bi tistekê pûnijîn û dersek bo xwe me wek mirov û milet jê wergirt an dê wergirîn ?

Şer û rastîya xwe çîbû şerê cîhanî yê kû di 01.09.1939 weke mafek parastîna Elmanên Prûsya li himber hovitîya faşizma Polonya Adolf Hitler destpêkir û 08.05.1945 bi kûştina 70 Milîyon mirov û bi sedan mîlonan siqet û birîndarî bi kavilkarî û mal û war wêranîyek giran bi dawîbû ?

Piştî bi dawîbûna şerê cîhanî yê 1.an bi dawîbû Erda Prûsya dan Polonya ku li demî ji Milîyonek zêdetir Elman lê di jîyan.
Çendîn bajarên din yên xwedî nîştecihên Elman Polonya bi kotek û zixtê an asîmekirin yan jî necbûrî koçberîyê kirin.
Ev yêk tim dibû sedemên nakûkîyan navber Qeyserê Elman û Polonya.
Welemkû peyman di navber herdû welatan de pêkhatibû ku rêz li hebûn û nasnama Elmanên Prûsya were girtin lê Polonya hertim weke 10 milîyon ukranî, Îsraîlî, û kêm Neteweyên din dixast Elmanên Prûsya qirbike û asîmle bike.
Hîtler piştî bi hilbijartina demokratîk hat ser hûkim pir taviz ji bo polinya da û hertim dixast ku bi rêkên dan û standinê pirsgirên heyî çareserbike.

Bi fermî Adlof Hitler sefîrê Birîtanya vexand û daxaza navberkarîya Birîtanya bo naver Elmanîya û Polonya kir lê înglîza bersiv neda.
Heta ji berî 10 Rojan şer destpêbike Adlof Hîtler carek din bi navê Hûkmet û gelê Elman daxaza navberkarîya Birîtanya,Îtalîya û Fransa ya navber Elmanîya û Polonya kirîye ji bo pirsgirêk bi rîyên dîyalogê bêşer werin çareserkirin lê minxabin ev tev bang û daxazên Hîtler ji ne dîtî û nebîhîstî ji alîyên van welatên navbohrî ve hatin dîtin.

Her di eynî demîda Hîtler ji bo şer dernekeve 3 caran artêşa leşkerên Elman ya ji alîyê Polonya ve hatîye provakekirin rawistand û Pêşnîyare Nameyek ji 16 xalan pêk dihat rojên berî şer Hîtler radestî rêveberîya Polonya kirin lê polonya ev Name şûnda vegerand û dest bi qirkirina Elmanên Prûsya kir.
Niha şer û rastîya şer çewa înglîz û fransîya berewvajîkirîye mirov baş dibîne û her li vir şer kî dike û ji bo çî dibe û çewa dibe di şerê 1 an û 2 an yê cîhanîda hindek aşkira dibe.
Bê şik û şor ji 24.11.1945 an û virde Rêxistina Neteweyên Yêkbûye ya hatîye damezrandin û a niha xwedî 193 dewletên Endame lê minxabin rola ku dikeve ser milî heta niha pêranebîye.

Astenga nezin ewe ku înglîz,Fransa, Rusya,Çîn û Emerîka Endamên vê Rêxistina han yên bingehînin û mafê wan yê bi kar anîna mafê Veto yê hey.
Bo mînak di lêdana îraqêda 2 caran Emrîka rişwet/bertîl bi Rusya da ji bo mafê veto bikar ne îne.
Li vir em Kurd giringe baş pê bifikirîn NY ya ku Birîtanya,Fransa û Rusya xwedî gotine têda wê ji bo me çî jê derkeve! 
Ev jî nayê wê wateyê em suc û tewanên dijminên dagirker belge nekîn û radestî sazîyên îlaqedar yên navneteweyî û Rêxistina Neteweyên Yêkbûyî nekin û di her hêlêde ji bo teşhîrkirina dagirkera karnekîn.
Gelo ma Kurdan neyartîya van dewlet û miletan kirîye ? Na.
Lê kû tû lawaz û bê tesîrbî li naçeya tu lê û li cîhanê her kes wê pêl teke ango te biperçiqîne.
Ev zagona/ qanûna xwezayê tebîetê ye.
Gereke em ji bîrnekîn kû rola Neteweyên Yêkbûyî NY pêkanîna aştîyê de dinavber alîyên şerde.
An rêgirtin li ber şerbe.
Lê aştî wek aşkeraye dê bi dest û darê heyî bimîne xeyalek pêknehatî û şikestî li vê cîhana şer têda serdestîyê dike.

Bes gelo li vir mirov pirsek ji xwe nake di vî şerê 2 mînê cîhanîda carek dî Kurd li ku bûn?

* Hîna ji berî Şerê cîhanê Ataturk dest bi qirkirina Kurda kiribu bêyku sedemek xweyî berçav hebe.

Bo mînak û minxabin hîna şer û aştîya cihanê destpênekiribû gelê Dêrsimê dibin serokatîya Seîd Rizada li Newroza ango 21. Adarê 1937 li himber dest dirêjîya leşkerên tirk li ser jin, zarokan û zordarîya li xelkê minteqê dikirin hind ferdên malbatên mexdûr û dilşewitî nerazîbûna xwe nîşandan û li himber vê Dewleta TirkaTerroris bi qirkirina nijadî ango bi jenosîd bersiv dan.
Li ser vê yêkê Seîd Rizayê dilpak û zana rabû wevdeyek/heyhetek bi serperiştîya kurê xwe Brê Îbrahîm şand cem tirkên qatil ji bo selahetê li 30.03.1937 dema Wevde ji Elezîzê cem dewleta Terrorist vedigerin ji piştve li kurê Seid Riza dixîn û dikûjin û vên qirkirin etnikî/jenosîdê li ser gelê Dersimê dewamkir li 01 09.1937 Jin û Kûrê Seîd Riza jî Şehîd dibin û heta dawîya meha 10.1938 an dewamkir û di encama vê qirkirin/jenosîdêda 70 hezar mirovên medenî qetilkirin ku piranîya wan jin û zarok bûn.
Dema li ser banga Atatûrk Saîd Riza bi komek mezinên Dêrsmîyan diçe Elezîzê û li îstasona tirênê Atatûrk dibîne li wir Atatûrk dixaze Seîd Riza ji bo jenosîda Spî ango kokbirkirina çandî/ asîmlekirin ango bi tirk-kirina dêrsimê hevkarîya Atatûrk bike lê Seîd Riza bi ew gotina xwe ya meşhûr " Min ji vir û direwên we bawerkir û bi hîlên we nekarî ez hatim vir û vaye ez diçim bo mirinê ev ji bo min bu derd ; bes ez jî li ber we nektim ser çokan"bila ev jî ji li ser dilê te bibe derd.
Li meydana Elezîzê li roja15.11.1937 Seîd Riza li gel kurê wî Reşik Hisên û 6 esilzayên Dêrsmîyan sêdare /îdam dikin.

Raste Doza çû dewlet û welatan avabikin Dêrsmîyan nekiribû, lê Artêşên Leşkerên dagirkerîya tirk ji bo ku ew Kurdbûn Gelê Dêrsimê Qirkir/jenosîdkir û ji bo ku Dêrsim Kurdistan bû Dagirkirin ji bilî Dêrsmîyan sileh jî teslîm kiribû.

Li vir jî mirov dibîne Kurd bê tevgerin û dagirker wana di hûndirê mala wanda dikûje û qirdike bêykû dijmin di mala xwede xof û tirsek ji Kurdan hebe.

* Gelek mirov ji direw û propaganda ragehandinê dijmin bawerdikin ku kurda nizanim 29 an 30 cara li himberî Komara Dagirker û Faşîsta Kemalîst serîhildaye.
Ha mînaka Gelîyê Zîlan û bibînin tirka çewa xastîye Kokê Kurda bînin dibin navê Qaşû serîhildanê de.
13.07.1930 weke berdewamîya Fermana Agirî leşkerên Artêşa wehşîya tirk ser qezaya wanê ercîşêda girtin tev xelkê navçeyê derbasî gelîyê Zîlankirin û wehşet û hovîtîya herî diltezîn mîna ku paşê li Dêrsim kiribîyan li wir jî jenosîd bi qetilkirina zêdey 20 hezar sivîlan tirka rûyê xweyî kirêt û reş nişanî mirovahîya cîhanê dan bêy kû şer û bi heçûnek ji hebe li meydanê bitinê qaşû gûman dikirin ku gelê Ercişê serîhilde.

* Piştî aştîya cîhanî pêkhat û şunda piştî 5 mehan Kurd ji li Rojhelatê Kurdistanê wek tê zanîn li rêketî 22.01.1946 gehiştin aştîyê li Bajarê mûhabad bi navê Komara Kurdistan; li gurî 27 sal Destkeftîyên Başûrê Kurdistanê yên îroyîn bidîn berçav kû roj bi roj ne berbi Komarbûnê ango Dewltbûnê nemaze ber bi îraq-gerîyê diçe û her diçe jî xiratir dibe,
ji baskê kesk û zer têrbun baskên din jî lêzedekirin mirov ji vê rewangehê dema binêre nikare li 11 mehanda li benda Komara Kurdistana li Bajarê Mûhabadê sinordar mabû ku bibe binhê Kurdistana Mezin an herî kêm li ser lingan bimîne. Ji bo wê temenê Aştîya Kurd dirêj nebû.
Û bi destê şahîn şahê iranê Ûris û înglizan carek din li rêkeftî 16.12 1946. ew Komar hilweşandin.
Nemir Qazî Mihemed bi pismam û birave li sêdarêdan û qetilkirin.
Nemir Mistefa Barzanî xwe xilaskir derbazî Rusya bû.

Lê weke di civaka Kurda de hatîye fêhimbikirin aştî nayê wateya bêdengîya çekan di navber 2 alîyên dinav şerde.
Aştî dema sedemên şer ji holê rabin û aliyê şer yên şerê mafdar dimeşînin bi alîyê ku şerê nemafdar bikare pêk tê.

An ne berewvajî vê yêkê be rewiş aliyê ku şerê nemafdar dimeşîne vê aştîyê weke serkeftina xwe di şerde û teslîm girtina alîyê ku şerê mafdar dimeşîne dêbigire dest.

Piştî hindekê li ser çend rastîyên şer û qonaxa ev 100 sale têda derbasbûye bo mijar û babeta vê nivîsê , gelek li cih û bi feyde dizanim ji bo 100 salek din jî Kurd bi xûsar û şermizar derbas nekin herçend direnbe jî carek din jê sûdê wergirîn û pir li cih dibînim ji çandekî zîndî ku ev çand û dîroka Hêlênîyan ya berî zayînê/mîladê ye hind jêhatinîyên mezin û heman demêda dîyardeyek şer kû hîna zîndîbûna xwe li ser erda Kurdistan peyda dibe ji bo di rûyê alîyên Leşkerî "sîyasî" yên Kurdistanî de weke çikek/tehnek tal be da ku bo xwe li ser hindek bihizirin di babeta vê nivîsê de cihê xw ku digre li cihê xweye.
Ji bo kû tistek zîndî an canda wî tistî zîndîbe mirov dikare jê sûd wergire û hêjay mînak dayînê bibîne kû bide.

Ji bo kû tistek ne zîndîbe an canda wî tistî ne zîndîbe mirov nikare weke mînak bide.

Ji berî zayîn BZ 400 salî Leyîstika Olîmpîa weke bingehê canda dawîbûna şer û destpêka Astîyê Hêlênîyan damezrandin.
Mercê Lîstikvanîyê di dereca 1 an de giringe Mêr bûya û ya 2 an jî beşdarbûna leyîstikê giringe bi rotî buya ango ji dayîkbûyî rot beşdar buya.
Weke xelat jî Madelîyonek Zêr ku çeqilê zeytûnê li ser bû didan kes an alîyên di lîstikê de serkeftî.
Bêgûman Alîyên şer di vê dema lîstika olîmpîa da şer radiwestandin û heta ji cih û welatên dûr girgire û mezinên alîyên şer û welatan di hatin bo sehkirin/temaşekirina Leyîstika Olîmpîa.

Di vê navberê de şer dirawista ango şer di sekinî.
Alîyên şer li vir rastî hev dihatin pir caran raste rast li cihê Olîmpîa di navbera wan de li hevhatin û aştî pêk dihat.
An dema vedigerîn ji bo cih û welatên xwe ji şer sardibûn û bi vî rengî lîstika Olîmpîa xizmetek mezin a Mirovahî di warê aştîyê da ya kirîye.

Her carek din li wî cerxîda jî tê dîtin ku şer li ser bingehên pûç û vale ji hêla kesek an hind kesan ve dihatin rêvebirin; lê li ser hesab û baca xelkekî din ku ji ziman û propaganda wan bawerkirîne ji bo wê di mohleta temaşekirina lîstikekêda girer û şerker dikarîn ji şer sarbibin û şer bi dawîbînin an nema dixastin êdî weke berê şer weke tiştek pîroz li ser civakê ferz bikin.

Peyva şer ji zarokatîya xwe û virda wek çewa dîyardeyek olî sibê zû an wek dîkê serê sibê her tim konevan/ sîyasetvanên kurd di gohên me da gotine „ser amûrek din yê berdewamkirina sîyasetêye“ ev gotina Carl Fîlip – Clausewitz Elmanê-Prûsya ku nivîskarek navdarê leskerî yê me hemûyan weke navê xwe û gelek ezberên din ji berkiribû.

An ne Rewşa Kurdistanê di hêla dîrokî, candî, olî, Erdnîgarî û herwaha da pir cûdabû ji tev Welatên serdema şerê sarda kû azadî û rizgarîya xwe bi destxistibûn.

Pircaran ez ji xwe dipirsim gelo bi Milîyonan Kurda ji av û nanê Yûnanan xarîye û vexarîye weke pirek bo derbasbûna welatên din yên ewropa ji bo xwe bi karanîne
û pir ciwanên li wir zankû qedandîne û heta radeyek jî kurdê li wir bi bicih bûne yên heyîn, ma qet nimûneyek ji dîrok û zanista wan ji bo miletê weke nîşanekê bilind nekirine yanjî bi xwera neanîn an nebirin dera cûnê?

Pir li cihe û bi taybetî tehbîra rewşa niha ya miletê Kurd dike dîroka Helênîyan ya berî zayînî 500 salan.

03.08.480 bz 300 Lehengên Sparta dibin Fermandarîya Serokê Spartayê Leonîdî da li himber sedhezar 100000 leşkerên dagirkerîya Farisan ketin şer ji bo parastina erda Sparta û erda mîrekên Atîna heta ji 300 Sparta an yêk jê neman bi qehremanî şerkirin û erda Sparta bi bedena xwe ya bi xwîn sorbûyî û bê gîyan mayî himbêzkirin û şehîdbûn.

Ev renge şerkirin û parastin mirov îro li çar perçeyên Kurdistanê di bîne, bi taybetî şerê li Efrînê himber dagirkerîya Dewleta tirka faşîst û dagirker di şerê xwe yê 58 rojî da Kurdan nîşandan û li Pirdê Kerkûkê jî mêrxasîyek bê hempa Kurdan nişandan û rê li ber berdewamîya dagirkerîya îraq,îran û tirkîyê girtin.

Ango mirov dikare Berxwedana Kelha Dim dim û çendîn gernasîyên din yên miletê Kurdê Zarokên Newrozê bide û ev tiştana ji bo miletê me di dîrokê da cihê fexir û serbilindîyê ye, Lê li vir tişta dixazim amaje pêbikim ewe ku Miletê Kurd bi şaristanî û kevnarîya xwe ji gelê Helênî kevintire û wana di vî serdemîda di qonax û çerxekî wusa perş û belav de dijîyan û di mirin û li Berxwedidan êdî mirin û berxwedan bibûn qeder ji bo wan.

Êdî ji qonaxên gelê Hêlênî berî zayînê 500 salan têda derbasbûye divê Kurd xwe ji vê qebhet û qederê, rewiş û serpêhatîya 300 Sparteyîyan xwe xilasbikin û êdî bizanin rêbaza sereke ya rizgarîya nîştimanî ne her car dûbarekirina qonaxa Helênîya û 300 Spartayene.

Ango hind qonax hene giringe mirov derbas bike an ne mirovê kokbir bibe.
Qonaxa miletê me têda dibohere minxabin eve û raste rast qonaxa Helênîya ya berî mîladîye.
Heta divan serdeman tevan de Kurdan Marathonek jî pêkneanî mirov bi hevra mûqayaseke ango em di derdê xwe da mane û heta bes di şibîhîn xwe bi xwe.
Ji bo kû dema dagirkerên Faris hatin ber derîyê Atîna û şer giranbû tev dewletokên Helênî bûn yêk û li Farisan xistin.

Ê mirov li vir jî dibîne dagirker hêlek Kurdistanê kavil û wêrandikin, hêladina Kurdistanê lê temaşe dike; wî demî leşkerê bi navê Pheidippides ji Navçeya Marathon ê heta Atîna 42 kilometra bêrawistan bezî û mizgînîya serkeftina şer li beramberî farisan bi qîrîya Serkeftin, serkeftin gehand ne gehand Atîna di cihde ket û mir; ev bûyer weke beza û banga ji bo welatê Sparta bûye ku ji bo bi hewara Atîna li dijî dagirkerîya farisan were jî tê gotin a mihim ewe wan bi yêkitîya xwe dijminên xwe şikandin ku paşê ev bu dîyarde û kevneşopîyek bo çanda Helêna û cîhanê ku ev yarî bo cara yêkem ket bazinê olîmpîya Hemdem kû li 1896 hat pêşberkirin.

Di wê demê de raste 300 Sparta di 03.08.480 berî zayînîda destanek bê hempa nivîsandin lê di dehsal şûnda ango BZ 490 de Faris heta paytex Atîna hatin û vêcarê li ser destana 300 Sparta destana Marathon lî dîroka Helênîya ango yûnanîyan zêdebu.
Lê Hêlênîyan zanîn ka êdî çewa rê nedin vê qedera rûreş û ser ji nûda raperek din ya zêrîn ji bo pêşeroja xwe û welatê xwe vekirin.
Welatê Helêna Yûnanîyan wî demî bi 10 dewletokên biçûkbûn û qet ji sthûkira hev venedibûn ango tim bi hevra dinava şerdebûn.

Ev bûyere bo wesîla destpêka qonaxa Netewebûna Hêlênîyan û paşê em hemû ji xwe ji dîroka Netewebûna Helênîyan ya ji vê qonaxê û pêde dizanîn û berhem û fêkîyê van êşên miletê helênî Eleksenderê Mezin bû ku berî zayîn BZ 330 salî heta niha tam û rengê xwe bi reng û tamek herî serfiraz û baş da pêşeroja gelê helênî û welatê Hêlênîyan ji bo heta heta.

* Li vir ez gazindan nakîn nemaze dixazim Kurd mûhasiba xwe ya 100 salên bohrîye bikin û bi pêngavek nû ber bi pêşerojê bimeşin û ji bo bi karim vê mijarê zelaltir bikim û kevir li cihê xwe rûne wê gelek harîkarbe awirek li bûyera ji bo şerê 6 rojî tê gotin bidîn ku xalekî herî giringa vê sed sala bohrîye bû.

Şerê 6 Rojî ku li rêkeftî 05.06.1967 an destpêkir û 10.06.1967 bi serkeftina îsraîl di şerde bi dawîbû şer çewa dibe gelek vekirî ji bo mirov dibêje.
Ji berî şer hemû dewletên ereban dibin Fermandarîya serokê Misrê cemal Evdilnasir de ji bo şer li himber îsraîl hevdigirin û gûman tuneye desteka tev welatan îslam jî wergirtibûn.

Lê heta bi 100 hezaran leşker û tank berê xwedan îsraîl ê ji bo wêran bikin, îsraîl li ber digere bi dîyalog û giftûgo yê pirsgirêkê çareser bikin.

Mosê Dajan/ ''Moshe Dayan'' General û Sîyasetmedarê dilsozê milet û welatê xwe yê îsraîlê, wezerata Berevanî xist destê xwe û hemû erkekî Dewlet û Hûkmeta îsraîl sekinand ji bo ku serokwezîr û îsrail hîvîdikirin Ereb ji zimanê dîyalogê fêhimbikin û ne digehîştin çû encaman ji bo wê Misê Dajan Destdanî ser sîyaset û leşkerî û însîyatif xist destê xwe û beyannama bergirî û parastinê jî bi destê xwe nivîsî û xwend.
Ev bûyer bûye babeta gelek Pîrtûk,Film û nivîsan.
Lê dî pîrtûka bi navê Serpêhatîya jîyana min Moshe Dayan de bi vî rengê jêr behsa wî şerê dîrokî dike;
Li rêkeftî 05.06 1967 an berbanga sibê me li tev firokxaneyên Misrê xist rûxandin, paşê li firokxaneyê Urdinî û Sûrî me xist ew jî îbadekirin û vêcarê li qûwetên Ereban yên Berîyê ku berbi me bi qûwetên herî giran dihatin me xist heta 10.06 1967 an 21000 Leşker ji ereban kuştin û 450 hezar siqet û birîndarkirin û 6000 dîl girtin biqasî Erda îsraîl ya pêş şer 3 qat li ser Îsraîl me zêdekir.

Beramber 780 Şehîdên me ango qala îsraîl dike û nêzîkî 1409 Bîrîndar û 15 girtî yên me minxabin çêbûn ango xemgînîya xwe ji bo 15 leşkerên xwe yên ketine destê ereban di îne ziman.

Li vir mirov dibîne ku milîyonan leşker û nifûsa te hebe, ger Qayîd, Rêberek te yê zîrek nebe hêz û nifûsa te zêde perenake.
Li vir rolla dîrokî ya Mosê Dajan nişanî me dide ka çend Rêber û Fermandarek zîrek û jîre û bi hîvîya aştî li cîhanê serdest û şer bidawîbin û herwusa jîr û zîrekek weke Mosê Dajan jî bi nesîbê miletê Kurd be.

11.11.2018

Jan Agirî
[email protected]

dîtin: 18

Pêveker: