• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Şehram Elîdî bi “Bîranînên Hespê Reş” re tê

Şehram Elîdî bi “Bîranînên Hespê Reş” re tê


barkirin: Rezber 4, 2015, 2:56


20. Festîvala Navnetewî ya fîlman a Busan a Koriya Başûr bi beşdariya 304 fîlman ji 75 welatan ji roja sêşemiyê (1’ê Cotmehê) dest bi kar kiriye û dê 10 rojan bidome. Li gor nûçeya malpera Asiaone ku bi başî festîvalê dişopîne. Fîlmê derhênerê Kurd, Şehram Elîdî yê bi navê, ”Bîranînên hespê Reş – Black Horse Memories” bi başî tê şopandin.

Fîlm ku li Bakurê Kurdistanê hatiye kişandin, qala jiyana jineke ciwan dike ku li welatekî qedexekirî de hewla parastina kultur û zimanê xwe yê dayikê dide û berxwedana Kurdan di qalibê çîrokekê de tê nîşandan.

Aske endama grûpeke nihênî li Bakurê Kurdistanê ye ku armanca wan pêşxistina ziman û kkultura Kurdî ye. Aske di encama wan çalakiyan de bi mirina xwe ya zû dihese. Ev dixwaze beriya mirina xwe hespê serdema zarokatiya, Mandaneyê bibîne.

Piştî mirina Aske, hevalên wê hewil didin cenazeyê wê bigehînin dayika wê. Ev rêvîtî bi Hespê Askê pêktê. Mandana bîranînên xwe bi çavên xwe vedibêje û di dawiyê de digirî.

Dawiya fîlm jî destana Derwêşê Evdî vedibêje. Herwiha hunermendê Kurd, Keyhan Kelhur jî di berhema Elîdî de hevkariya wî kiriye.

Derhênerê fîlm, Şehram Elîdî xelkê bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ye û li zanîngeha Tehranê beşa Animationê xwendiye. Fîlmekî dirêj û çend kurte fîlm hene. ”Himehima bi ba re” yekemîn fîlmê dirêj ê navbirî ye ku di astê cîhanî de gelek xelat bidest xistine ku yek ji wan xelata (hefteya rexnegirên Festîvala Cann’ê 2009) bû.

dîtin: 840

Pêveker:

Şehram elîdî bi