• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Sekreterê giştî yê YNK Celal Talabanî ji dirêjkirina heyama Serokatiya Barzanî raziye

Sekreterê giştî yê YNK Celal Talabanî ji dirêjkirina heyama Serokatiya Barzanî raziye


barkirin: Hêzîran 30, 2013, 6:40


Endamê parlamentoya Kurdistanê Serwer Ebdurehman da zanîn ku sekreterê giştî yê YNKê Celal Talebanî li ser dirêjkirina heyama serokatiya serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî rizamendî nîşan daye.
Polîtburoyên YNK û PDKê duh (29.06.2013) li bajarê Silêmaniyê li ser hilbijartin û destûê civiyan. Di civînê de her du partiyan ragihandin ku biryar dane heyama serokatiya Barzanî 2 salan were dirêjkirin.

Derheqê vê yekê endamê parlamentoya Kurdistanê li ser pişka YNKê Serwer Ebdulrehman, ji Rûdawê re got: “Mam Celal ji rêkeftina navbera YNK û PDKê li ser dirêjkirina heyama serokatiya Barzanî hatiye agahdarkirin û wî jî rizamendî nîşan daye.”
Ji ber mijara dirêjkirina heyama serokatiya Barzanî, îro (30.06.2013) di civîna parlamentoyê de navbera parlamenterên opozîsyon û partiyên desthilatdar de pevçûn derket.

Parlamenter Serwer Ebdurehman li ser aloziya îro jî axivî û got: “Hinek dibêjin navbera min û parlamenterê Gorranê Ebdula Mela Nûrî de alozî derketiye. Ev nûçe rast nîne ji ber ku em hevalên hev ên nêzîk in. tenê dema wî xwest li serokê parlamentoyê bide min nehîşt.”

Di şerê îro yê parlamentoyê de hat gotin ku parlamenterê Gorranê Mela Ebdula Nûrî, qutiya avê avêtiye serokê parlamentoyê Erselan Bayîz, ji ber wê jî Nûrî ji aliyê polîsên parlamentoyê ve hatibû desteserkirin lê piştî demekî kurd dîsa hatibû berdan.

 

Rûdaw

dîtin: 171

Pêveker:

sekreterê giştî ynk celal talabanî ji dirêjkirina heyama serokatiya barzanî raziye