• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Şengal ser’ê Pengê ye

Şengal ser’ê Pengê ye


nivîskar: Eliyê Koçer
barkirin: Befranbar 3, 2015, 6:28


Wisa xuyandike ku çi diturikê kurdan de hebê wê di şengalê de derkevê holê. Yan wê şengal yekbûna kurdan avabike û yan jî wekî bi dehan salên derbasbûyê kurd wê bibin amûrên dagirkeran û têkevin xizmeta dijminên xwe. Gel ê kurd bi salane ku li hemberî dagirkeran dinava tekoşînê dene û liber xwe didin, li bakurê kurdîstanê KCK, li rojhitê kurdîstanê PAJK, li rojavayê Kurdîstanê PYD, li başur jî PDK û YNK şer ê çekdarî meşandin û hîna jî hinek ji van rêxistinên kurdan vî şer î berdewam dikin. Kurdan dinava vê tekoşînê de ne ji aliyê sîyasî û ne ji aliyê leşkerî ve heya wekî îro yekbûna xwe ava nekirine, lê li Şengalê her çiqasî ji aliyê sîyasî ve yekbûna kurdan çênebûbe jî, ji aliyê leşkerîve şervanên van rêxistinên kurdan milê xwe danehevudin, li pêşberî dijmin û dagirkeran şerekî dijwar bi rêve dibîn. Hevîya me ewe ku ev yekbûna leşkerî ya kurdan hîn behtir bi hêz û xurt bibe, da ku ew partî û rêberên kurdan yên ku li berjewendiyên xwe yî tekekesî digerin û berjewendiyên xwe dixin pêşiya berjewendiyên gel ê xwe mecbûr bimenin ji aliyê sîyasîve bêne cem hevudin û yekbûna xwe avabikin.

 

Dîroke firsetek daniye peşiya kurdan ku didiroka kurdan de tu carî firseteke wisa nehatiye ber lingên wan, lê waxta ku kurd vê firseta jî bidin ber pihînan û li berjewendiyê xwe bi gerin û bibin sebebên bê tifaqiya kurdan ne dîrok û ne gel ê kurd tu carî wan kesan efu nakê. Bangewaziya me ji wan partî û rêberên kurdan re ewe ku berjewendiyên xwe yên şexsî bidin aliyekî, hêza xwe bikin yek û bi rihekî netewî tevbigerin. Gel ê kurd nema dikarê van kuştin û qatliaman hilgire, kêr gihiştiye hestî, ki dibe bilabe kesên ku bibe sebebê bêtifaqiya kurdan û li berjewendiye xwe bigerê, gel ê kurd we wana xayin ilan bike û berdêla wê çidibe bilabe ku ji wan werê wê wana ji holê rake. Evya jî ne xwesteka yek însanê kurd ê ku aqilê wiya li serê wiya ye, lê gel ê kurd bi vê keraseta şengalê pirr hêrs bûye, peşiye me gotine “yek ji qahra xwe tavêjê bahra” Em dizanin ku siyaset hêrsê û ferasetê dinava xwe de na hewênê, siyaset bi aqil û li gorî şert û mercan bi rêve tê meşandin, lê waxta ku hinek werin axa te, gundê te û bajarên te dagir bikin, ji te bistînin, te di qatliyaman re derbas bikin, jin û qîzên te ji xwe re bibin li bazaran bi firoşin û tu piştî van bûyerên ku bi ser ê kurdan de hatiye ji nedîtîve bibîne, her roj bi dehan cuwanên kurdan şehîd dikevin û tu rabê pêl xwîna wan cuwanan bike û têkevê pey berjewendiyên xwe de gel ê kurd we wan hesaban ji wan bibirsê, evya kî dibe bilabe, hizdike evya serokbê, reberbe, wezîrbe, serokwezîrbe û serok komarbe, ev awazgeh (makam) ji xwîna wan cuwanan ne bi qîmet ti re.

 

Birez Mesûd Berzanî diwan rojên bûhûrîde gotineke rast got: Got ku kî li şengalê xwîna xwe dirijêne mafê wan heye ku li ser şengalê bi axivin, lê bi şûnde xwe bi xwe, xwe xiste nava şaşiyande û got dive hevserokê KCK birez Cemîl Bayik û hevserokê HDP Selehedîn Demirtaş li ser şengalê ne axivin û divê dema ku rêxistinên kurdan jibonî qonferansa netewa kurd bicivînin dinava hewldanandene, birez Mesûd Berzanî li Hewlerê bêyî hin rêxistinên kurdan yên herî sereke lijneyan lidar dixê, bi ser ê xwe dimeşê, biryaran distîne û serok û rêberên wan rêxistinên ku tevlî lijneyê nebûne bi hin gotinan tawanbar dike. Gotina me ji bi rêz Mesûd Berzanî re eve, ev heraketên ha tu xizmetê ji gel ê kurd re nakê, gotina te ya jibonî şengalê raste lê pretîk şaşe, bê kî ji şengalê reviya û kî bi hewara şengalê ve çû û kî di şengalê de xwîna xwe dirijênê gel ê kurd ji herkesî behtir dizanê, birêz Cemîl Bayik û birêz Selehadîn Demîrtaş çi bohusta axa Kurdîstanê heye mafê wan jî heye ku li ser bi axivin, ne birêz Cemîl Bayik û birêz Selehedîn Demirtaş tenê çi însanên kurd yên ku bedel dane, xwîna xwe rijandine û dinava tekoşînê dene mafên wan heye ku li ser axa Kurdîstanê bi axivin, axa Kurdîstanê ne tapoya bavê tu kesiye, axa Kurdîstanê axa gel ê kurde. Birêz Bayik û Demirtaş jibonî ku kurdên şengalê carekedin bi qatliyaman re rûbirû nemînîn jibonî statûya Şengalê fikrê xwe gotin, dikevê meriyetê nakevê meriyetê evya tiştekîdine, çimku birêz Bayik û Demîrtaş bi rihekî netewî li Şengalê difikirin, waxta ku DİAŞ ê êrîşî Kobanê, Şengalê, Kerkukê û nêzî Hewlerê bû, gel ê kurd negot evya PYD ye, PDK ye, an jî YNK ye fikrê me ne yeke tu aleqaya me ji wan tuneye, bi rihekî netewî gel ê kurd bi hewara wan ve çû û tiştên ku ji destên wan hat kirin, yên ku nekirin jî ji destên wan nehat. Divê em vêya baş bizanibin bê çawa pisîk li ber mişkan diwekevê da ku mişkan têxê xefka xwe de dijminên kurdan jî wisa li ber kurdan weketîne bê wê çawa kurdan têxin xefka xwe, arîşeyan têxin navbera wan û wan bê hêz bikin. Hişyariya me ewe ku serok û rêberên kurdan nêyên van leystokên dijminan.

 

dîtin: 364

Pêveker:

Şengal ser