• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Şerê Tirkiyê û PKK’ê gihişte nav Almanyayê jî | Daniel Kerekş

Şerê Tirkiyê û PKK’ê gihişte nav Almanyayê jî | Daniel Kerekş


barkirin: Êlûn 30, 2015, 10:52


Marx21

Hannover, Berlin, Assen û Hamburg: her roj zêdetir ji berê nasiyonalîstên Tirk li bajarên Almanyayê, êrişî grûpên Kurd dikin. Li aliyê din jî Erdogan zextên li ser Kurdên Tirkiyê zêdetir kirine û Dewleta Almaniya jî piştevaniya wan kiryarên AKP’ê dike. Nasiyonalîstên Tirk li qada Kreuzberg a Berlinê bi bitl û keviran êrişî bûruya Partiya çepgir a HDP’ê kirin. Li Hannoverê ciwanekî 26 saliyê Kurd bi giranî ji stuyê xwe bi kêran birîndar bû. Ev êriş li hember xwepêşandana Kurdan û bûruyên hilbijartinê bi awayekî dramatik zêdetir dibin. Hevdem bi zêde bûna pevçûnên li Tirkiyê bûye sedem ku Kurdên Almanyayê jî ji bêhêvîtiyê berê xwe bidin çalakiyên bersivdayînê. Helbet ev pevçûn gihiştine Almanyayê jî. Weke hemûcarê jî Gurên Boz aliyekî vî şerî ne ku ji endam û alîgirên (MHP)ê pêk tên û li Almanyayê derdora 150 encûmenên wan hene û 7000 endam jî tenzîm kirine.

Ev partî bi dane ber hev a Tirkên li diyasoprayê ewqas jî mezin nîne. Ev yek di halekê deye ku HDP’ê ji aliyê Tirk û Kurdên ku li Almanyayê dijîn were piştevanî kirin û karî bi tenê ji sedî 17.5 a dengên wan bi dest bixe. Helbet partiya MHP’ê jî kariye li Almanyayê bala Rastên Radîkal (yên Almanyayê) bikşîne ser xwepêşandanên nasyonalîstên Tirk. Ev grûp bi tu awayî êrişî navend û saziyên dewletî yên Almanyayê nakin. Dema ku Neo-Naziyên Almanyayê di nava refên polîsan de xwepêşandanê dikin, nasyonalîstên Tirk jî dikarin xwepêşandanan bikin. Dema Gurên Boz destûra lidarxistina xwepêşandaneke biçûk li bajarê Essen ê wergirtin, rê nedan Encûmena Kurdên şêniyên wî bajêrî xwepêşandana li dijî Gurên Boz a Kurdan di heman rojê de lidar bikeve û Gurên Boz bê tu pirsgirêkan xwepêşandana xwe lidar xistin.

 

Almanya piştevanê AKP’ê ye

Dewleta Almanyayê jî weke hercarê pişta Dewleta Tirkiyê digire. Dewleta Tirk jî bi sûd wergirtina ji vê rewşê êrişên xwe zêde dike. Tevî ku Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê, Walter Steinmeier ji bo kêmkirina wan zextan bangî Erdogan kir, lê heya niha jî tu guhertinek di wan kiryarên tund û tîjiya li dijî Kurdan û Partiya Demokratîk a Gelan(HDP)’ê de çênebûye. Bi vî awayî tiştek ji astê tundûtîjiyê kêm nebûye: Tirkiyê û Almaniya bi temamî peywendiyên xwe yên nêzîk di warê aborî û siyasî de diparêzin. Tirkiye yek ji kiryarên baş yên çekên Almanî ye. Di programa Kompaniya mezin a çêkirina çekên şer a’’Rheinmettal’’ê de heye ku bi awayekî hevbeş bi Tirkiyê re bûruyeke xwe li Tirkiyê veke. Herwiha Almanyayê 250 kes ji leşkerên xwe û sîstema Mertala Parastina Fûzeyî ya Patriot’ê li ser sînorên Sûriyê û Tirkiyê bicîh kiriye. Ev hevpeymaniya Tirkiyê û Almanyayê hertim li hember şerê kêmîneya Kurd ji bo bidestxistina azadî û wekheviyê bûye berbesteke mezin. Yekitiya Ewrûpayê û Komara Federal a Almanyayê, bi xistina navê PKK’ê di lîsteya terorê de, çalakvanên Kurd kiriye amanca Navendên Ewlekarî û qezayî yên Tirkiyê. Û bi vî karî re bi awayekî çalak li hember şerê deh hezar kesî sekiniye ku xwazyarên avakirina civakeke pêşverû û pêşkeftî di Rojhilata Navîn de ne. Lê tevî vê jî PKK’ê hê jî yek ji hevpeymanên şerê li dijî Grûpa Dewleta Îslamî (DAÎŞ)’ê ye, weke şervanên YPG’ê ku karîn Kobanê azad bikin.

 

Erdogan şerê li dijî Kurdan berdewam dike

Erdogan weke berê siyasetên serkutkerane yên xwe li dijî endam û alîgirên HDP’ê û tevgera Kurdistanê berdewam dike. Weke mînak, li bajarê Cizîrê, yek ji bajarên girîng ji bo PKK’ê, di çend rojên borî de rewşa awarte ya şer hate ragehandin. Dema Erdogan encamên hilbijartinê nepejirîne û amade nebe hêzê radest bike, bi awayekî praktîk ji bo bidestxistina hemû layen a hêzê di hilbijartina 1’ê Mijdarê de, Tirkiyê dixe nav metirsiya şerekî navxweyî: cardin firokeyên şer li ser baregahên PKK’ê difirin û bi vî awayî destûra kuştina xelkê sivîl jî hatiye derkirin. Lazime Partiyên Çep yên Almanyayê zextên xwe li ser Partiya Sosyal Demokrat û Partiya Demokrat Xirîstiyan zêdetir bikin. Lazime derxistina navê PKK’ê ji lîsteya terorê û şandina çekan bo Tirkiyê û Rojhilata Navîn bi awayekî lezgîn di bernameyê de hebe. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)’ê hewla ji bo yekitiya aştîxwazane ya xwe li Tirkiyê selimand û lazime li Almanyayê jî weke hevpeymaneke nêz bê dîtin. Lazime em tev ji bo bidawî bûna serkuta li hember Kurdan û şerê bi nasiyonalîsta pêşverû ya Tirkan biçine ser cadeyan.

 

Ji Almanî: NNSROJ

Ji Farsî: Rewanbêj

Wêne:UweHiksch

dîtin: 213

Pêveker:

Şerê tirkiyê û pkk