• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Serhildana Qedemxêr Melekşahî 4

Serhildana Qedemxêr Melekşahî 4


nivîskar: Kakşar Oremar
barkirin: Rêbendan 23, 2014, 9:48


Fatik: Keçeke qehreman e
Fatik ku berê bi “diza şevê” nav û dengê wê li her derê belav bibû, bi riya şîretên Qedemxêr bibû jineke şoreşger. Êdî ew evîndareke doza Kurdistanê bû. Her tim li dijî neyarên doza xwe, cihê destên wê xuya bû. Bi qasekê nav û dengê bedewî, şervanî û zîrekatiya wê di nava gel da belav bibû ku xelkê helbest û stranên folklorî ji bo wê gotibûn. Heta niha jî ew helbestên ku di wexta xwe da xelkê li ser Fatikê gotine, nifş bi nifş bo rûniştvanên herêma Piştguh û Elwendê mane. Heta niha jî Fatik wekî nimûneya bedewî, xweşikî û azayî keseke bi nav û deng e yan jî navê wê tê bihîstin.
Di çaxê şoreşa Qedemxêr de, Fatikê bi radeyekê tirs xistibû nava dilê leşkerên Îranê ku fermandarên şer di çaxê şer û pêkdadanê de, her çeperê şer ê ku Fatik li wira bûya, xwe ji wira dûr dixistin. Ew di nava leşkerên Îranê da jî bi (Fatikê kec kolah_ Fatika kom xwar) navdar bibû.

Şikesta artêşa Îranê
Rojeke payîzê ji nişkave leşkerên Îranê di bin fermandariya Sertîp Rehmetullahzade de, ji hêla çiyayê Elwend ve êrîşek giran anîn ser bargeh an jî binkeya Ceiferxan. Ceiferxan, wê demê bi xanima xwe Şirîn û komeke çekdarên din re, di çeperên xwe da bûn û bi êrîşa dijmin hesiyan. Wan dîtin ku leşkerek ji serbaz û efserên Îranê ber bi çeperê wan ve tên pêş. Wan hevalên xwe ji armanc û hatina dijmin agehdar kirin ku guleyan li ser wan nebarînin heya ku ew nêz dibin.

Di berê beyanê û derketina rojê de, dema ku tenê du hezar metro di navbera her du aliyan de mesafe hebû, leşkerên Îranî ji hêstir û hespên xwe hatin xwarê, cebilxane û metreliyozên xwe amade kirin û bi tijîkirina wan re mijîl bûn. Di haleke wiha de Ceiferxan fermana êrîş û agirbaranê da hêzên xwe. Gelek ji wan di rewşeke şepirzeyî de hatin kuştin û yên din jî ber bi paşve reviyan an jî paşekêşe kirin. Şoreşgerên kurd li pişt dar û kevirên mezin, xwe bi hesp û hêstirên xwe, veşartibûn û bi wan hêstirên ku serbazên wan hatibûn kuştin, ji nava çem û dolan reviyan. Kurd ji nava çeperan derketin, çek û silahên kuştiyan civandin ser hev, serbaz û efserên birîndar bi ser şan û milên xwe de birin nava şikeftên ku bargehên wan li wira bûn. Piştre careke din ji wir derketin ku dîsa êrîşî ser dijmin bikin. Di wî çaxî de efserekî îranî bi metrelyoza xwe dest bi tîrbaranê kir û çar şoreşger kuştin û du kes jî birîndar bûn. Ceiferxanê fermandar û Şirîna hevkara wî bi vê rastiyê hesiyan ku metreliyoz ji wan re hatiye danîn ku şervanên kurd pê bên kuştin. Ji bo wê jî ferman dan ku hêzên wan ji hev belav bibin û yek-du ji wan li pişta dar û dol an jî cihên nişîv da ber bi pêşve biçin.

Jin û zilamên şoreşger, her yek ji aliyekî, ber bi pêşve çûn û cihê metrelyozê dorpêç kirin. Komeke çekdaran xwestin ku êrîşî ser wan bikin, lê Ceifer û Şirînê rê nedan û ji wan re gotin: “Pêwîst nake ku bi şaşî û vala xwe bidin kuştinê. Riya rast û durist ew e ku ji dûr ve gule li wan bibarînin û derfetê nedin ku hevalên wan gule û cebilxaneyê ji wan re bibin. Piştî demekê zexîre û guleyên wan diqedin. Wê demê ew ê bi hêsanî bên girtin…”
Zêde wext derbas nebû ku guleyên wî efserî bi dawî bûn û hawar kir ku çekû guleyan jê re bibin. Ceifer bi dûrbînê li wî nêrî, çar serbaz û efserekî guleyan bar dikirin, xwestin jê re bibin. Di wê demê de şoreşger amadeyî gulebaranê bûn, lê bêdeng man û dest venekirin heya ku ew bi temamî ketin ber meydana çavên wan. Piştre ji çar aliyan ve destdirêjî li wan kirin û di cih de her pênc hatin kuştin. Barê guleyan ji destên wan berbûn xwarê û demeke zêde derbas nebû ku metrelyoz ji gulebaranê sekinî. Şoreşger carek din rabûn ku êrîş bikin ser wî efserî, lê Ceiferxan ji wan re got: “Mumkun e ku ewqas sîlah û gule li cem wî efserî mabin û bi hêsanî neyê girtin…”

Ceiferxan ji dûr ve bi zimanê farsî bangî efserê li pişta metrelyozê kir û jê re got: “Ger tu xwe bidî dest, bawer bike tu nayê kuştin û ger şer û berxwedanê jî bikî, ji ber ku hatî dorpêçkirin, ji sedî sed tu yê bêyî kuştin.”
Di çaxê vê banga Ceiferxan de gulebaranê berdewam dikir. Wî efserê îranî bersiv da: “Ger soza rastiyê bidin ku hûn ê min nekujin, ez ê radestî we bibim.” Ceiferxan di bersiva xwe de got: “Em kurd, ewqas nemerd nîn in ku dîlan bikujin…”

Piştre ew jî ji çepera xwe rabû û her du destên xwe bilind kirin û ber bi şoreşgerên kurd ve çû, xwe radestî wan kir. Wî bi çekdarekî re ew ber bi şikefta ku baregeha wan a leşkerî lê bû, birin.
Bi vî awayî hêza artêşa dewletê beriya nîvro bi temamî têk çû û tev reviyan.
Şoreşgera di bin rêbertiya Şirîn xanimê de, dest bi komkirina çek û sîlehên dijmin kirin û dewarên wan jî civandin. Di hemen demê de li pey birîndar û cenazeyên kuştiyên xwe û dewletê jî digeriyan.

Kuştina Şirînê û gotinên dawiyê
Wan rojan şer di navbera kurd û artêşa Rizaxan de germ bû. Dema ku di şer da Şirîn xanim bi giranî birîndar bibû, bangî mêrê xwe Ceifer kir û wiha jê re got: “Guleyên kuştinê li min ketine, tika dikim ku hûn moralê xwe winda nekin û bi hemû baweriya ku we bi doza me aniye, heya serkeftinê şerê xwe bikin. Şoreşê bidomînin. Ger hûn li ser riya yekitî û têkoşînê biçin, ez baş dizanim û bawer im ku leşkerên tilyakî yê eceman, qet nikarin li ser welatê me bibin desthilatdar.” Ceifer xwest bi dersoka xwe xwîna li ser rû û keziyên wê yên dirêj û çavên wê paqij bike, lê wê bi destên wî girt û wiha jê re got: “Xwîna min zuha neke, bila xwîna min a şil têkilî axa xoştivî ya Çiyayê Elwend bibe. Çimkî ev kej û çiya ku cihê bav û kalên me ne, ewqas maf bi ser me de heye û pir şayanî wê hindê ye ku ji bo parastina wê ji zulma dagirkeran, axa wê bi xwîna hezaran kesên mîna min bê avdan. Perwerdekirina zarokan pir girîng e. Serê min bilind bike ku bi yekcarî xatira xwe ji welatê xwe yê bedew bixwazim….”
Belê ji ber ku Şirîn aşiq û şeydaya Çiyayê Elwend bû, pêwîst bû xwîn û cenazeyê wê jî tevli axa wira bibe. Wê axa zêrîn mîna dayikeke cîgerşewitî pareke cîgera xwe di nava singê xwe de veşart.
Dema ku xebera kuştina Şirînê gihîşt Qedemxêr û Cîhan xanimê, gelekî kes ji bo serxweşiyê çûn cem wan. Cergê wan şewitîbû, lê ji bo ku bawerî û morala şervanên xwe kêm nekin, wiha gotin: “Zarokên me ji kesî ne hêjatir û zêdetir in. Pêwîst e ew jî mîna kur û keçên xelkê di riya parastina hoz, gel û welatê xwe de bên kuştin”.

Têkçûna şoreşê
Bi qasî 4 salan Riza Şahê Pehlewî hewla têkşikandina Şoreşa Qedemxêr û Cîhan xanimê da, lê ew bi ser neket. Bi sedan şer hem bi awayê partîzanî û hem jî çeperî di navbera her du aliyan de qewimîn. Bi hezaran kes di navbera her du aliyan de hatin kuştin. Ceiferxanê kurê Cîhan xanimê, Mensûrxanê kurê Qedemxêrê û Fatika Komxwar jî ji şehîdên vê serhildanê bûn. Lê ji ber ku rewşa siyasî ya wê serdemê li Îranê bi feydê Riza Şahê Pehlewî bû, şoreş ber bi têkçûnê ve diçû.
Li Sovyetê Şoreşa Oktoberê bi ser ketibû. Ingilîz ditirsiyan ku ew şoreş bandorê li Îranê jî bike. Li Îranê pêwîstiya wan bi dîktatorekî xwînrêj ê mîna Riza Şah hebû. Ji ber wê jî wan piştgiriya desthilatdariya wî kirin ku li dijî şoreşa Qedemxêr û Cîhan xanimê bi ser bikeve.
Di encamê da bi hevkariya Ingilîzan, bi pere û bexşîna milk û tiştên din Rizaşah karî li derdora çiyayê Elwend û Piştkuh bi riya serok û keyayên gundan, hezaran caşên çekdar li dijî şoreşê bicivîne. Ew bûn kirêgirtiyên wan. Mixabin wan li welatê xwe, li doza azadiya xwe xiyanet kirin.

Civîna du lîderan
Dema ku her du rêberên şoreşê bi vê planê hesiyan, bi hev re rûniştin û li ser rewşa xwe ya berbiçav û şertên Îran û cîhanê axivîn. Cîhan xanim li ser wê biryarê bû ku şoreşê berdewam bikin, lê Qedemxêr li dijî dewama şerkirinê bû. Wê di vê der barê de wiha digot: “Ji vir û şûnde li cihê şerê li hemberî leşkerên Îranê em ê hemwilatiyên xwe bikujin. Wê demê axftina wan a ku tê gotin: “Bivir bo wê hindê dikare dar bibire” ku destikê wê ji dar hatiye duristkirin, yê bê bicihanîn.
Qedemxêrê di dewama axaftina xwe de wiha got: “Mîna ku ez agahdar im dewleta Ingilîz bi pere, sîleh û sîxurên xwe hevkariya Rizaxan kir û pêwîst e ez û tu vê rastiyê jî bizanibin ku mîna salên berê zarokên me nemînin di eniya şer de ji me re pêşengiyê bikin û heya radeyeke zêde jî pîriyê hêz bi me re nehiştiye.”
Di dawiyê de Qedemxêrê bi belge û rastiyên rewşa şoreşê Cîhan xanim razî kir ku dawî li şoreşê bînin.
Qedemxêrê di dawiyê de ji Cîhan xanimê re wiha got: “Ji ber mercên niha em neçar in ku dawî li şoreşa xwe bînin, lê ev nayê wê wateyê ku em ê heya dawiyê bêhêvî bin. Ez pir baş dizanim, rojek dê bê ku rewşa Îran û cîhanê dê biguhere û bi serhildaneke nû re dê welatê me azad bibe.”
Cîhan xanimê jî di bersiva wê de wiha got: “Niha ez pir xemgîn û xemxwara wê hindê me ku me nekarî tolê ji wan hemwelatiyên ku bûn sedema têkçûna şoreşa me hilînin û tiştek wisa bi wan bikin ku ji nifşên îro û sibê re şîretek bimîne û di peşerojê de kes nikaribe xiyanetê li gel û eşîreta xwe bike.”
Qedemxêrê dema ku xemgîniya Cîhan xanimê dît, nêzîkê wê bû û wiha got: “Bi dîtina min qet pêwîst nake ku ez û tu tolê ji wan bistînin. Çimkî em dizanin, îranî bi xwe di paşerojeke nêz de, hemû cure şîretên xerab ên bidin wan û bêşerefiyekê dê bi serê wan de bînin. Ev hemwelatiyên me komeke ku hatine xapandin in, kurtbîn û nefam in. Ez baş dizanim û pêşbînî jî dikim ku piştî şoreşa me bisekine, Rizaxan dê tevan bêçek bike, herçî dirav û heyiyên ku dabin wan, careke din dê ji wan bistîne û bi serşûrî dê wan ber bi girtîgehên bajarên ser sînorên Efxanistan, Hindistan û Sovyetê ve bibe.”
Piştre her du bi fermandar û şervanên şoreşê re civiyan û sedemêm rawestîna şoreşê ji wan re vegotin.

 

dîtin: 246

Pêveker:

serhildana qedemxêr melekşahî 4