• Têketin
  • Ziman
Serhildana Qedemxêr Melekşahî beşa duyem

Serhildana Qedemxêr Melekşahî beşa duyem


nivîskar: Kakşar Oremar
barkirin: Rêbendan 7, 2014, 7:41


Qedemxêr ji vê rastiyê agahdar bû ku tîreya Segvend komeleke diz û nerawestiyayî ne. Ji bo wê jî di nava wan de rûnişt û wiha şîret li wan kirin: “Ji we tevan tikayê dikim ku ji vir û pê de dest ji dizî û karên çewt berdin. Berê ji ber ku gundî rûniştvanên dayîmî bûn, we li hemberî wan dizî û karên xerab dikirin û we ew bi dijmin dihesibandin. Lê niha divê hûn baş ji vê rastiyê agahdar bin ku ew jî mîna we kurd in û bi rêya karkirina li ser erd û karê cotyariyê çînek gelek têkoşer û zehmetkêş in. Ew xwarin, mîwe û pêwîstiyên din ji we tevan re çêdikin. Divê hûn wan nerihet nekin, belkî pêwîst e bi çavê rêz li wan binêrin û sipasdarên wan bin.

Azardana gundiyan dibe sedema duberekî û cûdatiya di nava hemû gelê kurd de. Di mercên wiha da pêwîstiya me ya herî zêde bi yekitiyê heye. Divê ji vir û pê de eşîretî û tîrebazî di nav kurdan da nemîne. Lewre ger em agahdarê hev nebin û piştgîriya hev negirîn, desthilatdariya jandarmên ecem careke din yê vegere. Ew ê dîsa destdirêjiyên xwe yên li ser hebûn, namûs û heysiyeta me dest pê bikin. Wê demê bi hêsanî dikarin xiror û serbestiya me binpê an jî pêşil biken.”

Xanekî kurd ku nexweş û birîndar bûye, çûye pêşwaziya Qedemxêrê. Wê jî sedem jê pirsiye û axa jî wiha bersiva wê daye: “… di çaxekî de ku birînên min pir xerab û bi êş û derd jî bin, ez gelek bi pêwîst dizanim ku biçime pêşwaziya xanimeke birêz û mezin a mîna te, tu seroka me yî…”
Ji ber ku kodita an jî derbeya leşkerî a Rizaxanê Mîrpenc ku bi hevkariya îngilîzan hat ser kar bi kar û xebata Qedemxêr û Cîhan Xanimê re peywendîdare, pêwîst e behsa wê hindê bêkirin ku sedemên peydabûna Rizaxan di wê serdemê de çi bûn? Ew kodeta çima hat encamdayîn û di dawiyê de Rizaxan çima bû bi dîktatorekî sitemkar?

Piştî ku Şoreşa Oktober li Yekitiya Sovyetê pîroz bû, şoreşeke pêşverû li bakurê Îranê ango li herêma Gîlan li ser meremên partiya Sosyalîst, bi serokatiya Mîrza Kuçekxanê serdarê Cengel çêbû û di demeke kin de desthilatdariya dewleta navendî ya Tehranê ji holê rakirin. Wan komareke bi navê “Komara Gîlan” pêk anîn. We demê dewleta Îngilistanê desthilatdariyek pir zêde li ser hemû Rojhilata Navîn û bi taybetî jî li Îranê hebû. Tirsa wê hindê li ser wan çêbû ku ew şoreşa bi gel ve girêdayî berfireh bibe û hemû welatê Îranê bikeve jêr desthilatdariya Yekitiya Sovyetê. Ji ber rewşa wê demê ya dewleta Îranê, wan karî wê şoreşê ji holê rakin. Dema ku îngilîzan hest bi wê hindê kirin ku pêkhatina Komara Gîlan metirsiyek mezin ji wan re pêkaniye, ketine nava çalakî û hereketê ku bi her awayî dibe wê komarê ji nav bibin. Ji bo wê jî di rêya Seyîd Ziyayedîn Tebatebayî bi Rizaxanê Mîrpenc re ketine nava peywendiyê ku wê demê fermandarê leşkerê Hemedanê bû.

Ziyayedîn ku yek ji zilamên naskirî û mirovê îngilîzan bû, bi Rizaxan re plana kodetayeke leşkerî darijandin. Di wê demê de hakimiyeta Ehmed Paşayê Qacar heta li Tehranê jî xwedî hêz û desthilatdariyek wiha bi bandor nebû ku li hemberî îngilîzan bisekine. Ji bo pêkanîna kodetaya leşkerî, Rizaxan bi leşkerekê ve çû bajarê Tehranê. Di nîva şevekê da bi fermana Rizaxan çiqas zilamên mezin û naskirî yên Tehranê hebûn, hatin girtin. Piştre Rizaxan xwe kire wezîrê şer û fermandarê hemû artêşa Îranê. Ziyayedîn jî bû serokwezîr. Di nav paytext û derdora Tehranê de dadgeha orfî-leşkerî danîn û destkir bi ferman derxistinê li jêr nave: (ez biryarê didim).
Di destpêkê da wî bi ser Tehranê da desthilatdariya xwe çêkir û balyozên welatên derve xistine jêr çavdêriya xwe. Herkes hatin û çûyîna balyozan bikira, dihat girtin.

Piştî ku hêza wan li Tehranê cîgir bû, Rizaxan kete fikra ji navbirina Komara Gîlan û bi serokatiya xwe leşker bir bo lêxistin û ji holêrakirina wê komarê. Ew di destpêkê da bi şêweyek şepirze û xerab hatin şikandin, lê pişt re bi sedema hevkariya îngilîzan ketine karê fêlbaziyê. Yanî wan bi dayîna pere û bertîldayînê karîn di navbera rêberên komarê de dubendiyan pêkbînin. Li pey wê, piraniya rêberên şoreşa Gîlanê ber desthilatdariya nû a Tehranê ve çûn, an jî ber bi Yekîtiya Sovyet reviyan.

Ji wan karbidestên Komara Gîlan tenê Xalo Qûrban (Kurdê Hersîn ê girêdayî Kirmaşanê bû) li cem Mîrza Kuçekxanê Cengelî ma. Ew jî bi perên dewletê hat xapandin û di kuştina M.K.Xanê Cengelî de rolekî mezin lîst.
Piştre bi fermana Rizaxan, rêberên partiyên siyasî hatin girtin. Dr. Teqî Eranî (serokê partiya Sosyal-Demokrat), bi endamên komîta navendî û nivîskar û endamên wan yên naskirî bi awayekî hovane, hatin zindanîkirin. Ew di hemû çaxê padişahiya Rizaxan de di girtîgehê da man û derneketin. Di wê demê de gelek ji wan bi jehrê an jî îdamkirinê hatin kuştin û kêm kes ji wan bi saxî rizgar bûn.

Di çaxê têkçûna rijîma Rizaxan da ew ji girtîgehê hatin berdan û partiya komunîst a Todê pêk anîn.
Piştî ku Rizaxan Komara Gîlanê ji navbir, bû bi serokwezîr û fermandarê leşker û wezareta şer jî di destê wî de bû. Di wê demê de Ehmed Şahê Qacar jî bi heceta ger û çareserkirina nexweşiyê, şand welatê Firansê. Pişt re parlementoyê Rizaxan wek padişa an jî qiralê hemû Îranê da nasandin. Êdî ji wir û şûnde padişahî heya dawiyê ji destê malbata Qacariyan derket. Rizaxan navê Rizaşahê Pehlewî ji xwe re hilbijart û bi sedema piştgîriya Ingilîzan, roj bi roj desthilatdariya wî zêdetir dibû.

Ji holêrakina şoreşgeran
Piştî ku ew Riza Pehlewî bû padşahê Îranê, ket ber danîna pilana wê hindê ku tevaya serokhoz û mirovên naskirî di hemû Îranê de bigire an jî wan bikuje. Piraniya wan bi derew û fêl an jî bi navê hevdîtin û civîn çêkirinê berê bo bajaran hatin bangkirin. Berê, di wan bajaran de serbaz ji wan re amdekiribûn ku di çaxê civînê de û di rojeke diyarkirî da, bi hezaran serok hozên kurd, fars, turkmen, belûç, ereb, bextiyarî, qeşqayî, lor û azerbayicanî girtin. Herwiha bi vê re komeke mezin ji rewşenbîr, mirovên xwende, endamên partiyên siyasî, esnaf, bazirgan û kompirador xistin girtîgehê. Ji wan pir kes jî hebûn ku baweriya wan bi rijîma Rizaxanê Pehlewî tunebû û neçûn bo wan civînên dewletê. Ji wan kesên naskirî di nava kurdan de Îsmayîlxanê Şikak, Cefer Sûltanê Hewraman, Serdar Reşîdê Erdelan, Mehmûdxanê Dizlî, Axa Şirey Caf, Qedemxêr seroka Lekistan, Cîhanxanim mezina hoza Melekşahî, Sofîbegê Caf û bi sedan mezinên belûç, ereb, turkman, azerî û herêmên cûr bi cûr ên Îran bersiva wî nedan. Çimkî dizanîn ku ew mirovekî derewîn û bêbexte. Lê piştî ku bi temamî desthilatdariya Rizaxanê Pehlewî cêgir bû, her yek ji wan bi awayekê ji nav birin an jî bi şêweyên nehînî ew ji Îranê reviyan û ber bi Iraq, Yekîtiya Sovyet, Afganistan, Tirkiye, Hindistan û Pakistanê û bi şêweyek nenaskirî li wan welatan dijiyan.

Sedemên şikesta serhildana Qedemxêr xanimê:
Di wê serdemê da niwênerên kompaniyên efrîqî û hindî ku di zahir da bi navê tacir û bazrgan hatin-çûyîna Îranê dikirin (lê di rastiya xwe de mirov û sîxorên inglîzan bûn), dixwestin desthilatdariya tije kedxwarî a ingilîzan bi ser hemû Îranê de bisepînin. Wan ji şêweya rûniştin, rabûn û rewşta Mensûr û Şirînê goman peyda kiribûn ku bîr û rayên komonîstî teisîr bi ser gûherandina bîr û ramanên wan kiribe. Ev di rewşekê da bû ku wî çaxî hê yasayên komonîstî bi temamî li Rûsyayê jî ser neketibûn û gelên cîran ên Rûsyayê ji çawaniya meremên Komunîstî û Marksîzmê agehdar nebibûn. Wan niwêneran li ser rewşt û şêweya dan û standina Mensûr û Şirînê çend raport nivîsandibûn û ji serokên xwe re şandibûn. Çimkî di nêrîna wan da, li gor adet û orfên çînayetî ên wê serdemê tiştekî pir ecêb û cihê lêkolîn û pirskirinê bû ku zarokên xan û desthilatdarên herêmeke Kurdistanê (yên mîna Şirîn û Mensûr), bi awayekî bêsinor tevlî nava jiyana gel bibin. Ji bona wê jî hertim di wê baweriyê de bûn û wisa texmîn dikirin ku wan merem û rêbazên Marks xwîndibin. Lê di rastiya xwe de bi ti awayî di wê serdemê de, ew ciwan ji wê îdeolojiyê agehdar nebibûn. Tenê rewşt û taybetmendiyên wan yên exlaqî ew teşwîq dikirin ku bi wî rengî herin nava civata xelkê û xwe ji wan mezintir nehesibînin. Pişt re mîna ku bûyeran jî da xuyanîkirin, nivîsandina wan raportan bû sedema serneketina şoreşa Qedemxêr û cîhan xanimê.
Şirîn û Mensûr mîna du xanzadeyên pir hêja di nava dilê hemû hoz û gelê herêmê de xoştivî bûn. Bi awayekî ku xelkê bi serê wan sond dixwar. Qedemxêra dayika wan jî jineke xwende, şiyar, şoreşger û li ber dilan keseke xoştivî bû. Herçend wê xwendina xwe li cem meleyên olî bidawî anîbî, lê pileya zanîn û zîrekatiya wê ji xwendina wê pir zêdetir bû. Herçend Qedemxêr û keça wê Şirîn jin jî bûn, lê dayik mîna fermandar û keça wê jî mîna hevkar derketibûn pêşiya leşker û heybeta wan ji ya serleşkerên mêr zêdetir bû.

Riza Pehlewî û Kuştina Simkoyê Şikak
Mîna ku piştre rûdana bûyeran eşkera kirin wan bi awayekî namerdane Îsmayîl Axayê Şikakê jî kuştin. Ji holê rakirina wî wiha gehandin encamê: Dema ku Simkoyê Şikak desthilatdarê bakurê rojhilatê Kurdistanê bû, leşkerê Îranê nekarî bi zor û şerê li dijî kurdan, şoreşa wî bidemirînin. Di dawiyê de gehiştin wê biryarê ku wî bi rêya xapandinê bikujin û li ser vê merema xwe ya çewt jê re peyam şandin ku Riza Şah dixwaze bi awayekî fêrmî kar û barê herêma jiyana wî, bispêre destê wî. Ji bo lihevhatin û hevdîtinan, dawa jêkirin ku li ciyekî bi niwênerê şahê Îranê re bicive. Dewleta Îranê baş ji vê rastiyê agehdar bû ku serokê kurd bi ti awayî bawerî bi wan nîne ku li Tehran an jî bajarekî din bi wan re hevdîtinê çêbike. Îsmaîl Axa di bersiva wan de got ku bila niwênerê şah biçe bajarê Şino û ew li wira bi hev re bicivin. Li ser wê hindê ku bandora Simko li ser bajarê Şino pir bû, baweriya wî bi wan tunebû û nekarî bi bê efserekî Îranî biçe cem niwênerê şahê Îranê. Wan pilan bi awayekî danîbûn ku ji bo bi destxistina baweriya Îsmayîl Xanê Şikak, efserên artêşa xwe jî pêre bikujin. Çimkî Riza şahê Pehlewî biryar dabû ku bi her qîmetekê dibe, divê Simko û şoreşa wî ji holê rake. Li ser van biryar û peywendiyên ku cara pêşîn bi Simko re çêkiribûn, Îsmayîl Axa ji cihê mayîna xwe li bajarê Şino bi komek çekdar, parêzvan û ew efserê barmite(rehîn) da, ji bajarê Şino ber bi pêşwaziya niwênerê şahê Îranê ve çûn. Wan di rê da ji du aliyan leşkerên xwe danîbûne nava çeper û kemînan û wan ji nişkave ji du aliyên rê gole li ser wan reşandin. Di vê destdirêjiya wan da Îsmayîl Axa û çend çekdarên wî hatin kuştin û komek jî bi wî efserê barmite(rehîn) re birîndar bûn. Bi vî rengî wan bi awayekî namerdane dilawer û şoreşgerekî kurd yê mîna Îsmayîl Axayê Şikak ji holê rakirin… (Dê bidome)

 

01 02 03

dîtin: 507

Pêveker:

serhildana qedemxêr melekşahî beşa duyem