• Têketin
  • Ziman
Serhildana Qedemxêr Melekşahî

Serhildana Qedemxêr Melekşahî


nivîskar: Kakşar Oremar
barkirin: Befranbar 31, 2014, 11:18


Serhildana Qedemxêr Melekşahî

Navê xanima kurd Qedemxêr Melekşahî di dîroka Kurdistanê de kêm hatiye bihîstin. Di vê nivîsê de ez ê bixebitim ku li ser jiyan û armancên serhildana wê hinek zanyariyan pêşkêşî we bikim. Ew bi cesaret, şervanî, gotin û ramanên xwe yên mirovheziyê kesayetiyek naskirî ye. Di hemû şert û mercên dijwar de, heta li hemberî dijmin jî hestên mirovheziyê bi ser kar û biryarên wê da zal bûn.
Di nava kurdan da kesên xêrxwaz pir in, lê bindestiya kurdan bûye sedem ku ew bênav û nîşan bimînin. Qedemxêr di vê der barê da wiha gotiye: “Bi dîtina min nav û dengê Hatemê Tayî ku bi çavtêrî û merdayetiyê hatiye naskirin, bi qasî (nivî hindî) Ciwamêr Axayê Kurd bexşende û destvekirî nebûye, lê ereban her tim behsa Hatemê Tayî kirine, helbest li ser çêkirine, li ser camêriya wî nivîsandine û bi sedema van nivîsan, heya niha navê wî yê bexşendeyiyê zindî maye û ji bîr neçûye.”

Qedemxêrê her tim ji şervanên xwe re wiha digot: “Li pey karê kuştina êxsîran nikbetî û xirabî tê. Heya niha kesê dîlketî gelek tawanbar jî be, kurdan dîl û mirovên bêdesthilat nekuştine. Nabe ku em jî ji adet û usûla hemwelatiyên xwe dûr bikevin.”
Ew jineke dûrbîn bû, gelek caran wiha digot: “Hestên tişt zanînê bi wêneyekî neasayî di ruha min de hene.”
Wiha bû ku li dijî desthilatdariya Riza Pehlewî dest bi serhildanekê kir. Çimkî bi destê pastarên rejîma dîktator berî her kesekî wê mêr, bira û kurê xwe ji dest dabûn. Gel daxwaz jê kir ku bikeve pêşberî wan û pêşengiyê ji şoreşekê re bike ku paşerojeke tije bextewarî ji wan re bîne. Wê jî pejirand û berî her karî dest bi şerê li dijî serleşkerên gendelkar kir ku tenê zanîbûn xwîn û keda xelkê bimêjin.

Wê carekê ji generalekî îranî re wiha gotibû: “Li cem mirovên bi wijdan azar û êşa hundirîn ji derd û êşa laşê mirov zêdetir û pir jî girantir e, lê li cem te û şahê te yê dîktator ne wijdan heye û ne jî mêranî. Hûn çima feqîr û hejaran dikujin, çima malê wan talan dikin? Çima hurmeta me li cem we mirovên fasad û bêîrade kêm e?”

Dewleta Med û Persan
Kurdan beriya Persan împaratoriya Med pêk anîn. Li rojhilatê Kurdistanê ji bo bilindkirina prestîja Persan rastiyên dîrokê berevajî tên nivîsandin. Mîna ku dîrokê derxistiye û dide xuyanîkirin, beriya damezrandina dewleta Fars a li Îranê, dewleta kurdî ya bi navê Mad hebû û paytextawan jî Hemedan an jî Hemûzana bûye. Ji ber ku Hemedan dikeve ser hêla rêzeçiyayên Zagrosê, derya azad pir bilind e, di zivistanê de hinek caran pileya sermayê digihîje jêr sifrê. Havînê li wira warekî pir xweş û av û hewayekî hênik û xweş tê de ye. Piraniya rûniştvanên bajar fars, lê kurd û tirk jî tê de hene. Mîna ku dîrok li ser diaxive, dewleta Mad di encama plan û hîleyên Farsan de hilweşiya. Dema di destpêka salên heftêyan de, Mihemed Rizaşah şahiyek bi minasebeta damezirandina dewleta şahenşahiya Îranê li dar xist, li ser wê hindê ku dewleta Medan jî rijîma şahîtiyê hebûye, wan dewleta Mad wekî dewletek Îranî nehesibandin. Yanî salên desthilatdariya wan nexistin ser temenê rijîma şahenşahiya Îranê. Di wê demê de çend neteweperestên Îranî li ser vê nehesibandinê dengê xwe yê nerazîbûnê bi awayekî nihînî li cem dost û nasyarên xwe dianîn ziman û digotin: “Bingeha dewlet û gelê Îranê dewleta kurd a Mad bû. Vaye şah cudabûneke dîrokî di navbera gelên Îranê da çêdike.”
Wihaye ku em dibînin Pehlewî û heta meleyên komara îslamî jî xwestine û dixwazin esaleta kurdan birîndar bikin.

Jiyana Qedemxêr Melekşahî
li Elwend çiyayê herî bilind ê wilayeta Hemedanê ye.
Xêl an jî hoza Qedemxêrê bi du sed malan ve li başûrê rojavayê çiyayê Elwend li nêzî lûtka Şamirad Xan, li rex peleke rûbarê Karûn, li zozan an jî havînewareke xweş reşmalên xwe hildabûn.
Wê rojê Qedemxêrê zanîbû ku Xanê Melekşahî di şer da birîndar bibû.
Çimkî ji kevin da xizmayetî di navbera hoza Lek û Melekşahî da hebûye û di nava hemû xweşî û nexweşiyan de hevpar bûn, wê biryar da ku biçe bo dîtin û halpirsîna wî. Ji Mensûrxanê kurê xwe û Şirîna keça xwe re got: “Xwe amade bikin, sibe em ê herin nava hoza Melekşahî”.
Şirîn û Mensûr kur û keçên Mîrza Husên Xanê serokê hemû tîreyên hoza Lek bûn. Wî ji wan re mamostayekî taybetî girtibû û ji ber wê jî ew gelek mirovên zana û xwende bûn. Ew bi rêya niwênerên kompaniyên efrîqî û hindî ve (ku wê demê hatin- çûyîna Îranê dikirin), hînî zimanên Ingilîzî û Firensî jî bibûn. Herwiha di bikaranîna tifeng û siwariyê, zîrekî, netirsî, sexawet û çavtêrîyê de nimûneya du şahzadeyên kurd bûn. Bi ti awayî xwe ji hoz û gelê xwe cuda nedikirin û di nava hemû xweşî û nexweşiyan de bi wan re bûn. Ew tu wextî ji derd û elemên gelê xwe dûr nediketin.
Qedemxêr bedew û delal bû. Tevî ku ciwan bû jî hemû ciwan û zilamên herêmê bi çavê lîderekî li wê dinêrîn. Çavên wê yên bedew tijî bûn ji nîşaneyên zîrektî, netirsî û pir bi tifinga xwe dilgerm bû. Wê dizanî; mirov ku hatiye dinê, pêwîst e dema xwe ji bo nexweştirîn bûyer an jî karesatên jiyanê amade bike. Ger amadeyî ji bo jiyana xweş û nexweş tunebe, dema ku ji nişkave bûyerek lê qewimî, hêza wî/ê namîne û morala wî/ê jî yê mîna dîwarê li ser befrê biherife an jî yê zû ji nav biçe.

Di herêmeke Kurdistanê de mêvanên dîwanxanê ketibûn axaftinek germ û gur. Di germahiya axaftina mêvanên malê de Cîhan xanima dayika Cefer Xan bi keçika xwe Exterê û çend jinên din re, ji odeya din a nava malê ketin hundirî dîwanxaneyê. Hemû kes li ber piyê wan hestan ser piyan. Wan jî bi xêrhatina rûniştiyên nava dîwanxaneyê kirin û bi germî silav li mêvanên xwe kirin.
Temenê Cîhan xanimê li dora pêncî û Extera Keça wê jî nozdeh salî bû. Her du jî li gorî temenê xwe nimûneya du jinên gelek bedew û şox û şengên kurdên koçer bûn. Kincên wan heya radeyekê sade, rûmet, dev û çavên wan kêm hatibûn arayiş kirin. Şûtikek pan û zîvî reng û gopikdar li pişta wan bû. Wan ew kemerbend mîna adetê hemû jineke koçer bi kar dianîn. Her wiha ji ber ku navtenga wan mezin û kirêt nebe û di yek endazê da bimîne, ew şûtikên jinane bi kar dianîn. Bi sedema wê hindê ku ew keçên xan û mezinên hozê bûn, li cem mamosteyên taybetî ders xwendibûn û heya radeyeke pir zêde agahdarên rewşa kar û barê cîhanê bûn. Di çareserkirina pirsgirêkên êl û her wiha hemû kurdên herêma xwe beşdarî dikirin. Cefer Xan tu karekî mezin bi bê agahdariya wan nedikir. Her çend hemû jinên kurd, bi taybetî koçer rewişt bedew (ciwan) û damenpak (bi şeref) û serbilind û serbest in, lê ji ber sedema wê hindê ku evane xwe bi berpirsyarên hoz û êla xwe û civaka xwe dizanîn, bi şêweyek serbest, zêdetir tevli nava civat û komelên zilaman dibûn.
Piştî koça dawiya Homayun Xanê serokê hoza Melekşahî Cîhan xanim mîna cîgira hevjînê xwe, serperestiya hoza xwe girt xwe û bi hûrbînî agahdarî hemû karî bû. Xwendina zarokên wê bi şîret û piştgiriya wê bidawî bû. Ewqas di xema hoza xwe de bû û hind bi pey çareserkirina pirsgirêkên mirovên hoza xwe da bû ku belayek bi serê wan dihat, diçû ew pirsgirêk çareser dikir. Ji bo wê jî nav û dengê wê ji sînorê herêma wan derket derve. Wê derfet nedida ku desthilatdariya dewleta navendî li herêma jiyana wan cêgir bibe.
Ji bo derxistina desthilatdariya eceman, çend caran bi serokatiya xwe bi çekdarên hoza xwe re li hemberî artêşa Îranê şerên giran kirin. Ji hêlekê ve ew û ji hêla din ve jî Qedemxêr carna digihîştin hewara feqîr û hejarên kurd û şerê pastarên dewletê dikirin.

Di wan şeran de leşkerên Îran bi xirabî û ji navçûneke yekcarî rastî şikestinê dihatin. Wan karîn bi xanima kurd Qedemxêr re, fermandarê artêşa Îranê serleşker Ebdullahxanê Tehmasibî bikujin… (Dê bidome)

dîtin: 643

Pêveker:

serhildana qedemxêr melekşahî