• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Serkêşa jinên stranbêj li Kurdistanê, hunermend: Meryem Xan

Serkêşa jinên stranbêj li Kurdistanê, hunermend: Meryem Xan


nivîskar: Kakşar Oremar
barkirin: Nîsan 27, 2018, 8:47



( 1904 Dêrgol. 1949 Bexdad )
Kes nizane di kîjan demsalê an jî roj û meha sala 1949an de wefat kiriye, lê ew bi deng û hestên xwe yên birîndar ji mirinê bilindtire.  Û armanc ji vê kurte nivîsê bîranîna xanimeke taboshikene ku di bin mercên pir dijwar ên civakî-siyasî û aborî da dest bi karê hunerê kir û dawiyê jî dema ku hê 45 salî bû, dûr ji Botanê, li xerîbiyê serî danî.

MERYEM XAN KÎYE? 
Meryem Xan keça Mihemed Ehmedê Botî ye. Ew di sala 1904an da li gundê Dêrgolê hatiye dinê. Ji deng û hestên wê yên taybetî wisa diyare ku ew “evîndara stran” û di encamê de jî “der bi dera xizmeta ji hunera Kurdî re“ bûye.
Xanima denxweş Meryem Xanê perwerdeya xwe ya hunerî di germiyan, zozan, dewat, şahî û şîniyên herêma Botanê de, standiye. Ew di nava dewlemendiyên civakekê de hate dinê ku gel têde xwedî çandeke piralî û dêrîn bûn.
Despêka jiyana Meryem Xanê vedigere wan salên ku rewşa cîhanê bi giştî û ya Kurdistanê jî bi taybetî ber bi xerabbûnê ve diçû. Dema Meryem Xan dikeve deh saliya xwe rûdanên jêr jî derfetên jiyanê tengav kirine:
1. Şerê cîhanê yê yekemîn dest pêdike.
2. Emperatoriya Osmanî ber bi belavbûnê ve diçe
3.  Fermena kuştina cîranên kevnar û dîrokî yên Kurdan( gelê Ermen ) dest pêkiriye.
4.  Gelê Kurd jî ji bo bi destveanîna mafên xwe û damezrandina Kurdistanek serbixwe hêdî-hêdî dest bi serhildanan kiriye.
Ev rûdavên wiha dibin sedem ku gelek Kurd ji bakurê Kurdistanê koçberî başûrê Kurdistanê bibin. Malbata Meryem Xanê jî ji bo debara jiyana xwe cara yekê çûn Qamîşlo û piştre jî ber bi Zaxo, Mûsil û Bexdayê ve koç kirin.
Li Qamîşlo Meryem Xan bi xurtekî malbata Bedirxanîyên navdar re zewcî ku navê wî Mihemed bû. Strana Mihemedo Ronî M. Xanê li ser wê evîna xwe ya nîvcomayî gotiye.
Lê mixabin jiyana Meryem Xanê û xurtê Bedirxanî zêde dewam nake.
Li sala 1939an li Bexdayê radiyoya Kurdî li ser daxwaz dewleta Înglistanê hat damezrandin. Li wir kompaniyên tomarkirina strnanan hatibûn damezrandin. Hinek kes dibêjin ku Meryem Xanê ji sala 1935an û pê de heya sala 1947an tim di radioya Kurdî de xebat kiriye û di vê navberê de jî stranên xwe li ser qewanan tomar kirine.

TÊSTA DENG Û XEBATÊN HUNERÎ
Dema li bajarê Bexdayê radiyoya Kurdî hat damezrandin, komek ji mamostayên dengnas û hunerzan jî hat çêkirin. Di bin çavdêriya vê komîtê de hunermendên ku dixwestin bibin xwedî meaş, stran digotin û li ser biryar û dîtina wan, biryara dawiyê dihate standin Wek tê gotin heya despêka sala 1940ê û pêde bi rengekî fêrmî stranbêj li radiyoya Kurdî nebibûn xwedî meaş. Li ser gotina gelek kesan di sala 1944an de Meryem Xan, Seîd Axyê Cizîrî, Hesen Cizîrî, Elmas Xan, Resûl Gerdî, û gelekên din li dora hev kom bûn û li jêr çavdêriya mamostayên dengnas û bisporên çalakîyên hunerî yek bi yek ketin azmona anku îmtihana deng û stran gotinê. Dema di vê civatê de Meryem Xanê dest bi strînê kir, hem hunermendên amade û hem jî mamostayên çavdêr bi heybeteke mezin ji deşilatdarî, hakmiyet, xweşiya deng, stîl û awazên vê hunermenda Kurd ecêbgirtî dimînin. Di wê civatê de ji bilî hunermendê nemir Seîd Axayê Cizîrî tu kesî nekarî bi Meryem Xanê re bikeve lecê. Di vê derbarê de M. Arifê Cizîrî, Elmas Xan û Nesrîn Şêrwan gelek caran axivîne û hevpeyvînên wan jî hene.

DENGÊ TIJE HESTÊN BIRÎNDAR
Meryem Xan heya dawiya jiyana xwe karmenda radiyoya Kurdî bûye û her rojê hatiye radiyoyê û li wir xebtiye. Ew di hemû Kurdistanê de yekem jina Kurde ku bi zarava Kurmanciya jorîn û bi rengekî rêkûpêk stranên xweş tomar kirine.
Dema mirov li deng û stranên wê guhdar dike dengekî resen û esîl, Kurdî û temam jinane li sere. Hêzek mezin û bilind di strînê de heye, qirka wê paqij û di edakirina peyv û risteyên stranên xwe de zimanekî ter, rewan û bedew heye. Ji her tiştî xweştir û balkêştir ew hemû xem û hesretin ku di deng û berhemên wê de tên dîtin.

STRANÊN MERYEM XANÊ
Stranên hunermenda navdara Kurd Meryem Xanê bi giştî Lawik û Beste ne. Naveroka wan folklorî ye, lê stranên ku ji xwe re hilbijartine bi piranî li ser mêranî û nepejirandina neheqiyan hatine hildan. Bêtirî dused berhemên wê hene, lê yên ku mane û ji hêla gel ve têne guhdarkirin, evê jêrin:

Lawikên Meryem Xanê ku ketine destê Kurdan evin:
1. Li xelkê tehlê lê li min şirînê ( Helîm )
2. Bavê Koroxlî
3. Mihemed Selîm zavakî taze
4. Wele Domam
5. Gewra min tunîne
6. Siwarê me siwar bûne
7. Mihemedo Ronnî
8. Sêvê û Hecî Elî
9. Lê lê yadê rebenê
10. Hesenê Osman
11. Êlî Delal

Besteyên ku Meryem Xanê gotine evin:
1. Qumrîk sêva tucara( bi Elmas Xanê re stiriye)
2. Girê Sîra bi sîre
3. Hay berde berde (duqolî bi Mihemed Arifê Cizîrî re)
4. Lê lê Weso, lê lê Wesîlayê(du qolî bi M. Arifê Cizîrî re)
5. Heyla li min xerîbê
6. Gulşênî
7. Lê Dînê
8. Gulê wey nar
9. Êmo ( Du qolî bi dengê Seîd Axayê Cizîrî, Elmas Xan û Meryem Xan )
10. Mêremê 
11. Ya li bin Biyê
Û ….hwd.

MIRIN Û OXIRA DAWIYÊ 
Li ser mirina Meryem Xanê du gotin hene:
1. Hinek jêder dibêjin ku Meryem Xanê ji sala 1945an û şûnde ji êşa gulçîskên xwe pir derd kişandiye û du sal (sala 1947an) piştî wê li nexweşxana bajarê Mûsilê wefat kiriye û li guristana Şêx Meirof li bajarê Bexdayê hatiye veşartin.
2. Hinek jêder jî dibêjin ku piştî Meryem Xan ji malbata xwe dûr ket û ji malxê(mêrê) xwe cuda bû, di jiyana xwe de ket nava bêdengiyek xemgîn û li sala 1949an bi nexweşiya xembariyê li bajarê Bexda çûye ber dilovaniya Xwedê.
Meryem Xan berevajî hinek îdayên bêbingeh û dûr ji rastiyê ne Ermen an jî Asûrî ye, belkî ew ji malbateke Kurd ya naskirî ye ku pirî caran dotmama wê nemir Elmas Xan( 1874-1974 ), M Arifê Cizîrî( 1912-1986 ) û Nesrîn Şêrwan( 1929-1991 ) li ser jiyan, hevaltî û xebata bi wê re axivîne. Ji hêla din jî ew mislmane û ji navê babê wê( Mihemedê kurê Ehmedê Botî) xûya ye ku Kurd e.
Li vira staneke wê him bi awayê deng û him jî nivîskî ji wer e tê pêşkêşkirin.

STRANA BAVÊ KOROGLÎ
De hêê... wezê bi diyarî Mûşa şewtî ez ketim nav vî dara, de wezê bi diyarî Mûşa şwitî diketim nav vî dara, ax
De bejina babê Koroxlî bejina wê şikan û şapikan û çîtara
De têlxirafekê vî bavê Koroxlî vê sibê hatî çil hezara
Perîşanê bi sê denga li Perîxanê dikir gazî
Digo xweyêkê pora serê min û te bi qur bê
Derbeka lê dane li babê Koroxlî
Ay bi sê gula li binya çiyayê birîndara
Ay de babo, wey babo wey babo

De waxawo tu axayî, tu gula mala E´merî
Ay tu çira mala Temerî, tu berxê mala Xêlidî, tu serkanê peyayî, ay tu berdevkê dewleta Alî Osmanî,  
Ax de babo wey babo, wey babo wey babo

De hê, hê ê...
Wezê bi diyarî Mûşa şewitî diketim navî genim
De ezê bi diyarî Mûşa şewitî diketim nav genime
De dibê, têlxirafek ji bavê Koroxilî re vê sibê
hatî wezê nizanim çima
Perîşanê bi sê denga li Perîxanê dikir gazî
Digo xweyêkê pora min û te bi qur bê
De wekî roja li bavê Koroxilî lêdiqewimî
Ay li pêşiya siwarê motka
Mîna serkarê Çengîzxan disekina
Ay babo, wey babo, wey babo, wey babo

Foto: Mereym Xan li sala 1940an, Ji arşîva mamosta M Arifê Cizîrî
Jêder: Hevpeyvîn tevî xebatkarê radioya Kurdî a Bexdayê: Ebdulhekîm Segvan, hunermend Semîr Zaxoyî û mamosta Bakurî(bi esla xwe Asûrî ye ).
(1). Ev nivîs ji riha bilind a hunermendên nemir Bano Şîrwanî û Nene Qemeronî re pêşkêşe.
Herwiha ji xanimên hêja û kedkarên huner û zimanê Kurdî: Yelda Ebasî, Sîma Bîna, Roya Îsmaîliyan, Evîn, Narîn, Baran, Nîştiman û hemû wan endamên vê komê re dikim diyarî ku sinorên hurmeta jinên civaka me baş dinasin û mîrasê hunermendên me jî ji bîr nakin.
KAKŞAR OREMAR
27.04.2018

dîtin: 70

Pêveker:

Çand huner miryem xan