• Têketin
  • Ziman
Serok Barzanî: Heger bê edeletî hebe herêm beşdarê hilbijrtinên Îraqê nabe

Serok Barzanî: Heger bê edeletî hebe herêm beşdarê hilbijrtinên Îraqê nabe


barkirin: Rezber 6, 2013, 8:58


Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî diyar kir ku pêwîste di dema hilbijarinan de, li hemu bajarên Îraqê yek kolgeheke hilbijartinê hebe û heger  hilbijartin weke berê bêyî edeletî di nav de hebe, wê demê herêma Kurdistanê beşdarê hilbijartinan nebe.

Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro danê sibê li gel nûnerê NY’ê Nikolay Mîladînov hevdîtinek pêkanî. Serok Barzanî di hevditnê de xêrhatina nûnerê NY kir û der barê hilbijarinên Îraqê de got ku Kurd di astek baş de beşdariya hilbijarinên sala 2010 bû lê neheqî hate kirin. Serok Barzanî destnîşan kir ku heger di sistema hilbijartinên Iraqê de û dabeşkirina kursiyan de bê edaletî berdewam be dê herêma Kurdistanê beşdarê hilbijartinên giştî yên Îraqê nebe.

Barzanî her weha nûnerê NY agehdar kir ku nûnerên herêma Kurdistanê yên parlamena Îraqê ji bo gotubêja li ser yasaya hilbijartinan lijneyek taybet ava kirine.

dîtin: 376

Pêveker:

serok barzanî heger edeletî hebe herêm beşdarê hilbijrtinên Îraqê nabe