• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Seroka Misyona Rêxistina qedexekirna çekê kîmyawî û NYî gihişt Şamê

Seroka Misyona Rêxistina qedexekirna çekê kîmyawî û NYî gihişt Şamê


barkirin: Rezber 22, 2013, 10:47


Ajansa RIA Novostî ragihand, ku seroka misyona hevbeş ya Rêxistina jibo qedexekirna çekê kîmyawî (RQÇK) û NYî ya derbarê tunekirna çekê kîmyawî li Sûryê Sîgrîd Kaag roja duşemê gihişt Şamê.

Ajansa RIA Novostî ragihand, ku seroka misyona hevbeş ya Rêxistina jibo qedexekirna çekê kîmyawî (RQÇK) û NYî ya derbarê tunekirna çekê kîmyawî li Sûryê Sîgrîd Kaag roja duşemê gihişt Şamê. Berya demekê hat ragihandin, ku mûfetişên RQÇK 17 objêktên girêdayî bi çekê kîmyawî li Sûryê kontrolkirne û li 14-an ji wan alav tunekirne. Grûpa RQÇK û NYî, ku ji 60 kesî pêktê vê teftîşê birêvedibe. Ev misyon gerek heta nîvê sala 2014-an bi carekê çekê kîmyawî yê Sûryê tune bike. Eksperên navnetewî divê serdana bêtir ji 20 objêktên, ku ji aliyê Şamê ve hatine eşkerekirin bikin. Seroka dîplomasiya Yekitiya Ewropayê Ketrîn Eşton roja duşemê ragihand, li Sûryê pêşketinek girin di warê tunekirna çekê kîmyawî de hatiye pêkanîn.

dîtin: 245

Pêveker:

seroka misyona rêxistina qedexekirna çekê kîmyawî û nyî gihişt Şamê