• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Serokatiya Herêma Kurdistanê: Pêşwaziyê li hevkariya Rûsiyayê ji bo pêşmergeyan dikin

Serokatiya Herêma Kurdistanê: Pêşwaziyê li hevkariya Rûsiyayê ji bo pêşmergeyan dikin


barkirin: Rezber 4, 2015, 1:14


Îro (3’ê Mijdarê) Serokatiya Herêma Kurdistanê, di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand ’’ Herêma Kurdistaê spasî her dewlet yan aliyekî dike ku di şerê li dijî terorîstên Dewleta Grûpa Îslamî (DAÎŞ)’ê hevkariya hêzên pêşmerge bike û di wî warî de jî pêşwaziyê li Rûsiyayê dikin’’.

Di daxuyaniyê de hatiye, di şerê li dijî terorîstan de hêzên pêşmergeyên Kurdistanê hêza sereke ne ku li dijî wan sekinîne û şer dikin û di rastiyê de jî serkeftinên berçav bidest xistine. Di vî şerî de, Herêma Kurdistanê di hevpeymanetiya navnetewî ya li dijî DAÎŞ’ê hevpeymanekî bi bandore’’.

Lê li aliyê din û piştî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, berpirsê Peywendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa ragihand, bi merc pêşwaziyê li êrişên hewayî yên Rûsyayê li dijî Grûpa Dewleta îslamî(DAÎŞ)’ê dikin.

Merca Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Rusiyê eve ku di Hevpeymanetiya Navnetewî ya li dijî DAÎŞ’ê de ku ji aliyê Amerîkayê ve tê rêvebirin cîh bigre.

Di hefteya borî de Serok Wezîrê Îraqê,  Heyder Ebadî ragihandibû ku pêşwaziyê li êrişên esmanî yên Rûsiyayê li dijî DAÎŞ’ê di xaka Îraqê de dikin.

Rûsiyê yek ji alîgirên rejîma Beşar Esed di Rojhilata Navîn de tê hesibandin.

Roja (30’ê Îlonê)  tevî ku Rûsiye di hevpeymanetiya Navnetewî li dijî DAÎŞ’ê, bi serokatiya Amerîkayê de cîh nagire, firokeyên şerker yên Rûsyayê baregahên DAÎŞ’ê û grûpên radîkal li Sûriyê hedef girtin.

dîtin: 262

Pêveker:

serokatiya herêma kurdistanê pêşwaziyê li hevkariya rûsiyayê ji bo pêşmergeyan dikin