• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Serokatiya Herêma Kurdistanê teqîna li Kobanê şermezar kir

Serokatiya Herêma Kurdistanê teqîna li Kobanê şermezar kir


barkirin: Gelarêzan 12, 2013, 9:26


Serokatiya Herêma Kurdistanê teqîna doh ya bajarê Kobanê ya Rojavayê şermezar kir. Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kir ku amadene ji bo hemû cure alîkariyekê.

Serokatiya Herêma Kurdistanê bi peyamekê teqîna doh ya li bajarê Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê şermezar kir ku di teqîna doh de  û 11 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Di peyamê de hate gotin ku; Em  weke Serokayetiya Herêma Kurdistanê vê kirdara terorîstî bi tundî şermezar dikîn û hevxemiya xwe bi kesûkarên qurbaniyan radigihînîn. Ji xwedayê mezin hêvîdarîn şehîdan bixe ber rehmeta xwe û serxweşiyê li kesûkarên wan dikîn û şîfaya xêrê jî ji bo birîndaran dixwazîn.

Her weha hate daxuyandin ku Herêma Kurdistanê amadeye hemû cûre hevkariyek ji bo çareserkirina birîndaran pêşkêş bike.

 

dîtin: 166

Pêveker:

serokatiya herêma kurdistanê teqîna li kobanê şermezar kir