• Têketin
  • Ziman
Serokê Olkucuyan Dema Destdirêjî Ser Kurekî 15 Salî Dikir Hat Girtin

Serokê Olkucuyan Dema Destdirêjî Ser Kurekî 15 Salî Dikir Hat Girtin


barkirin: Gelawêj 22, 2017, 8:50


Serokê olkucuyan ê berê yê Sêwasê Oguz Bulut dema ku tecawizê zarokekî kur ê 15 salî dikir, ji aliyê diya kurikî ve hat girtin. 

Di vîdyoyê de diya kurikî dikeve hundir lê dinêre ku serokê ulkucuyan tazî ye. Bi hêrs bi ser de diçe, qîr dike û êrîşî wî dike. Vîdyoya tecawizê di demeke kurt de li hemû sosyal medyayê belav bû. Ev jî bû sedema nerazîbûnan.

Oguz Bulutê tecawizkar hevalê Sedat Peker ê çeteya wî heye ye. Wekî tê zanîn heya niha olkucuyan di bin navê tirk û tikitiyê de gelek karên qirjî kirine. Destdirêjî, şêlandin, xeracstandin, bikaranîna fatûrayên sexte, firotina eroyîn û esrarê û gelek karên din ên qirêjî. Herî dawî jî tecawizî zarokekî 15 kirin.

Qaşo Çûbû Hec

Olkucu di her fersendê de xwe dispêrin dînê îslamê. Ji bo ser karên xwe yên qirêjî bigirin îslamê bi kar tînin. Li bajarên Tirkiyê, li serê her kuçe û kolanekê eroyîn û esrarê difiroşin. Ji bo bala kesî nekişînin jî rihê xwe mîna mislimanan dirêj dikin an jî kum didin serê xwe û cupe li xwe dikin. 

dîtin: 228

Pêveker:

destdirêjya ulkucuyan ulkucuyên tevawizkar oguz bulut