• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Amedcîzre Spor

Amedcîzre Spor


nivîskar: Şêxmûs Sefer
barkirin: Rêbendan 10, 2016, 1:25


Yên ku dizanin ev demeke Cizre Spor ji ber şerê ku li Cizîrê diqewime lîstikvanên xwe belav kir û tîma xwe jî ji lîga sêyemîn vekişand.

Amed Spor (Bi navê Federasyona Futbolê ya Tirkiyê (FFT) lê kiriye, ne me, û rêvebiriya anha jî qebûl kiriye, Amed Sportif Faaliyetler) li lîga duyemîm dilîze.

Di destpêkê de vê bêjim; di har karî de bawer im esasek heye, tu çawa dest pê dike wisa jî dewam dike. Amed Spor bi guhertina nav û rengê xwe di serî de îradeya xwe teslîmî FFT kiriye. Eger hezkirinek hebe li hem ber vê tîmê, bêguman ji ber navê wê û rengê wê yê keskûsorûzer e.

Li her derê dinyayê hîn jî futbol wekî Che gotiye; futbol ne tenê lîstikeke ji rêzê ye, futbol çeka şoreşê ye.

De were vê gotinê ji serokê kluba Amed Sporê bêje, şîrove bike û bide fam kirin. Serokê klubê van rojan di hevpeyvîneke xwe de dibêje; nasnameyeke me ya siyasî tuneye.

Di rêvebiriya berê de em demekê be jî bi hev re xebitîn. Ez wî baş nas nakim, dibe ku wekî şexs mirovekî baş be jî. Lê ev nerîn Amed Sporê nabe cihekî baş. Ev nerîn hinekî dişibe “biratiya” me ya Kurd û Tirkan. Heta sibehê tu bêje ku em qaşo birane dîsa jî ew te wekî Kurd tu carî qebûl nake.

Heta sibehê serokê vê klubê bêje tu eleqeya me bi siyasetê re tuneye, me navê xwe jî guhert, me rengê Kurdan ji formayê xwe derxist û me rengê spî xist şûna yê zer wê tiştek neguhere di çavê wan de.

Bê çawa dayikên me û zarokên me bi wan paçikên spî dema xwestin brîndarên xwe bibin nexweşxaneya rastî erîşê dagirkeriyê hatin û ew rengê “aşitiyê” ne xwedî tu wateya anha, rengê Amed Sporê yê spî jî ew qas xwedî wateyekê ye!

Li her derê dinyayê futbol cihê şere di nav bera desthilatdara û bindestan de (Barcelona- Real Madrid) an jî di nav bera hin olan de (Celtic-Rangers) an jî dewlemend û feqîran de (River Plate-Boca Juniors)

Dikarim gelek mînakên din ji dinyayê bidim lê mijara me ne ev e.

Tenê dixwazim bêjim em Kurd tenê li vê dinyayê ne wekî tu netewane, ji ber wê siyaseta me jî ne wekî ya bindesteke din yê dinyayê, spora me jî ne wekî klubeke din ya neteweke din e.

Ji ber ku her tiştî tenê em baş dizanin. Mînak tu kesekî din yê dinyayê ji Kurdekî polîtîk bêtir nikare siyasetê tahlîl bike(!)

Di sporê de jî em dikarin ji her kesî re heyran qurban bin lê li tu derê dinyayê klubeke ku ew qas hezkiriyê wê, alîgirê wê yê bindest hebin serokê wê nikare bêje elaqeya me bi siyasetê re tuneye. Dema ku ev yek li van welatên din yê em behs dikin bibe, serokê wê klubê, dest ji serokatiya wê klubê berdin, li wir nahêlin ew kes were trubunê maçê jî temaşe bike.

Kêfa min pir ji Adorno re tê û ji ber wê gotineke wî her dem dûbare dikim. Dibêje; jiyaneke şaş rast nayê jiyîn.

Ez bawer im tu peyv li dinyayê ji vê xweştir nikare rewşa Kurdan şîrove bike.

Em ji serî de di riyeke şaş de ne û dixwazin bigihêjin armanceke rast!

Nabe ezbenî!

Heta em di siyasetê de, di nava civakê de, di sporê de riyeke rast nedin pêşiya xwe…

Wê her roj mirovên me bi destên dewlêtên dagirkerên me bên kuştin û emê jî derkevin bêjin; ma emê çi bikin ji dewletê!

Wê her maç, her dem alîgirin Kırıkkale, Bursa, Stenbol, Yozgat, İzmir, Ankara, Trabzon û hwd bi dehan salin wê êrîşî tîmên Kurdan bikin û bi slogana xwe ya herî “normal” bêjin bila “Kurd ji vir bicehimin”, emê jî derkevin bêjin spor biratiye, elaqeya me bi siyasetê re tuneye, de werin em piştî maçê bi hev re şêraniyekê bixwin(!)..

Li her derê dinyayê du “ss” bi hev re diçe; spor û siyaset.

Di vê mijarê de rêya me Kurda tenê şaş e û ji ber em pêşiya xwe nabînin ji xelkê re dibêjin hûn şaş diçin, ne em!

Ji ber wê hîn jî yekitiyeke me tune di nava hev de. Tîmeke me vedikişe ji lîgê ya din berdewam dike.

Li bajarekî me her roj zaroyên me, dayikên me tên kuştin li bajarêke din em strana ‘lêxin birano lêxin’ dibêjin û temaşe dikin!

Siyaseta me piştgiriyê dide ava kirina dewleta Filîstinê lê li dijî dewletbûna xwe derdikeve!

Welhasil…

Eger we rêyeke rast dît ji min re jî bêjin, belkî ez jî werim ser rê…

Hey min rêya vê nivîsê jî wenda kir.

 

 

dîtin: 204

Pêveker:

amedcîzre spor