• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
“Merheba Sêvê”

“Merheba Sêvê”


nivîskar: Şêxmûs Sefer
barkirin: Befranbar 6, 2016, 10:48


Merheba Sêvê,
Pêşî li me bibor e, em nehatin bi hewara te ve, yek ji me!
Dema tu û hevalên xwe brîndar bûne we telefon kiriye û gotiye ku eger heta deh deqeyan hûn bi hewara me neyên emê ji ber xwîna me ya diherike bimirin!
Li welatê me berf dibare û gur daketine bajaran!
Xwîna ku ji we diherikî û negihiştiye diranên wan guran diyar e berfê vexwariye!
Sêvê…
Porê te yê xweşik bi kîjan aliyê te ketibû?
Di zaroktiya xwe de wekî me hemûyan te jî ji berfê hez dikir bêguman.
Hîn şopa te li ser wê berfê ma ye Sêvê?
Me berfedimsk çêdikir di zarokatiya xwe de.
Ew berfa spî û dimsa sor gava tevlî hev dibû çi xweşa me zarokan diçû rengê wê, tahma wê.
Dema xwîna te herikî Sêvê tiştek ji zarokatiya te dihat bîra te gelo?
Û rast e gelo dema mirov li ber mirinê be hemû jiyana wê li ber çavê wê derbas dibe?
Tu çi difikirî Sêvê?
Li welatê xwe, li qedera milletê xwe, li malbata xwe, li hevalên xwe, li xewnên xwe?

Li welatê me berf dibare û gur daketin nava bajarên me.
Dibêjin ev gurana ji xwîna mirovan hez dikin.
Wekî Dehaq bi xwînê dijîn û çi xweşikên welatê min hebin, çi kur çi qîz bi xwîna wan dijîn.

Me meraq neke Sêvê…
Em baş in.
Ji xwe re temaşeyî dinyayê dikin, ew têr nake temaşeyî welatê xwe dikin, ew têr nake temaşeyî bajarê xwe dikin û ew jî têr nake em temaşeyî kuştina hevalên xwe, zarokên xwe, dayikên xwe û ew jî têr nake em temaşeyî kuştina zarokên di malzaroka de ne dikin!..
Mal jî neman Sêvê, zarok jî…
Ev hemû bi destên ‘birayên’ me tên serê me.
Û tu zane em hîn jî ji biratiya wan hez dikin.
Tu zane Sêvê hemû dinyayê em Kurd, em- em- em- em- em, emê xelas bikin.
Hewcedariya dinyayê bi me heye û em li dijî hemû desthilatdariya û dewletbûnê ne!
Lê kes nizane em ji bo çi tên kuştin jî Sêvê!
Dibêjin em hemû Kurd bûne Don Kîşot û di rastiya xwe de Cervantes Kurd bûye.

Em êdî ji ber xwe fedî dikin ku tu dimire û em jî dijîn!
Her roj bi dengê tanq û topan em hinekî din mirar diçin di xewna xwe de.
Her roj em hinekî din ji her tiştê xwe dûr dikevin, ji xwe, ji bajarê xwe, ji welatê xwe, û ji mirina xwe jî!
Eger di vî şerî de em jî wekî te nemirin, yeqîn bike mirina me jî wê mirar here Sêvê…
Li me bibore!
Em bi hewara te nehatin!
Em ne saxin, ne mirî!
Tu jî benda me nemîn, mirin xweştir e ji vî halî!..

dîtin: 716

Pêveker:

“merheba sêvê”