• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Sezen Aksu: Me li Amedê Newrozek nûwaze pîroz kir

Sezen Aksu: Me li Amedê Newrozek nûwaze pîroz kir


barkirin: Êlûn 29, 2013, 12:16


Stara mûzîkê ya Tirk Sezen Aksu doh bi şev li Amedê beşdarê konsertek taybet bû û diyar kir ku ew êdî mîna Amediyekê ye û pêwendiyê wê yê digel xelkê Amedê de ne pêwendiya stranbêj û temaşevanane. Aksu got: ‘Me li vê derê bi beşdarbûna 500 hezar kesan Newrozek nûwaze pîroz kir.’

fft64_mf1672980

Stara mûzîkê ya Tirk Sezen Aksû doh ji bo konsertek taybet hate Amedê û beşdarê konsertê bû. Di dema konsertê de Aksu stranên xwe yên xweş û yên dihêne hez kirin carek din ji bo tevaşevanan jeniya.

Di dema konsertê de Aksu ji temaşevan û mêhvanan re axivî û got: ‘Silav. Eve 38 sale ez dihême Amedê. êdî pêwendiya me ne weke ya stranbêj û temaşevanane. Em weke malbatekê ne. Hêviya min ji berpirsên ewlekariyê ewe ku bila pêşiya temaşevanan negirin Bila baweriya wan bi hemşehriyên me bihêt. Me li vê derê bi 500 hezar kesan Newrozek nuwaze pîroz kir.

Piştî van axaftinan temaşevanan bi şepikan gotinên Aksu pêşwazî kirin.

dîtin: 263

Pêveker:

sezen aksu me li amedê newrozek nûwaze pîroz kir