• Têketin
  • Ziman
Şîî û Sûnnî, Kurd û Ol

Şîî û Sûnnî, Kurd û Ol


nivîskar: Kakşar Oremar
barkirin: Pûşper 26, 2014, 10:15


DiRojhilata Navîn de „dîn an jî ol“ tevî ku ji bo bexteweriya gel ûcivakê xwedî peyamên girîng bûye, lê mixabin di dirêjahiya van çend sedsalên derbasbûyî de ji rêya xwe ya rast derketiye. Gelek kesan ol wekamrazekî desthilatdariyê û tenê ji bo serdestiya komeke etnîkî li dijînetewe û komên din yên olî bikar anîne. Bikaranîna ku pir negatîv û pirîcaran tevkujîya aliyên din bixwe re anînye. Rewşa îro a „cihana îslamê“ hinek kiryarên sedsala 17an bi bîra me tîne ku kilîse an jî dêrxwediyên îradeya gel û civakê bû. Ew serdema „sedsala navîn“ bû û rewşawan salên reş di dîroka Ewropa de wek „dema Engizisyon“ hatiye binavkirin. Hingî kilîseya Katolîk hemû mafê ji xwe re meşrûi didîtin ku hetali ser bîr û ramanên xelkê jî lêpirsînê bike.

Serdema Osmanî û Sefewîyan
Padişah û emîrên Osmanî û Sefewî tenê ji bo mayîna hakimyeta xwe yasiyasî „faktora mezheb“ kirin behane û pêre jî dehan salan li dijî hevşerên giran dane meşandin. Encama van şerên domdirêj tenê kuştin û qirahezaran kesên feqîr û hejar bû. Elbete koşik û kelayên wan fasidêngendel jî tim bi ked û baca çîna feqî a civakê bi xemil û rewş bûn. Osmanîyan bi rêya propagandeyên ji bo mezhebê sunnitîyê: Kurd, Tirk, Ereb û gelên din ên di nava sinorên împeratoriya xwe li dijî Sefewî ûQacariyan teşwîq kirin, lê ti mafên siyasî ji wan gelan re rewa nedîtin. Sefewî û yên li pey wan jî anko Qacarî, Pehlewî ku bi rêya mezhebêŞîitî hebûna xwe diparastin, hemû armanca wan parastina wan sinoran bûku serxwebûna Îran û çanda Îranîyan pêre dihate parastin. Her du alîtenê xwedî armaneceke sereke bûn ku ew jî mayîna destihaltadrî, nasname ûzimanê wan yê fêrmî bû û bes. Dewletên ku îro li Îran, Tirkiyê, Erebistana Siûdî, Sûriye û Îraqê li ser karin hê jî li ser wê xetêdimeşin. Mele û birêveberên komara qaşo îslamî a Îranê îro jî li serrêbaza Şah Îsmaîl û şah Ebbasê Sefewî dimeşin.

Kurdistan û rolê mezheb li civakê
Di vê navê de Kurdistan wek dergûşa bajarvaniyeke dêrîn cihê vehesînaalîgir û peyrewên olên cuda bû. Îro jî rewşeke wiha li hemû erdnigariyaKurdistanê tê dîtin. Kurd berevajî Fars, Ereb û Tirkan neketin pey wêramana şovenîstî a ku îro jêre dibêjin „ Apartheida olî.“ Kulturatoleransê di civaka Kurd de bêtir bû ji a ku di civakên cîranên wan dedihate dîtin. Şûnewarên ji kilîse, dêr û perestişgehên olên Xirstiyan, Bihayî, Yarsanî, Elewî, Zerdeştî û Kakeyî vê rastiyê bêtir ji me rediselmînin.

Hevrikyên Şîî û Sunî“yan
Îslam di destpêkahatina xwe de tenê wek ayînekê dihate naskirin. Heya hezretê Mihemed saxbû tiştek binavê mezheb tunebû. Rewşa îro li Îraq û Îranê vê rastiyê jime re dide îspat kirin ku peyrewên du mezhebên Şîî û Sunnî bûne koleyênmezhebê xwe. Asta rewşenbîrî di nava wan de wisa nizime ku bi bê li berçavgirtina pirensîp û pîvanên exlaqî û mirovahêyê hev û din dikujin. Heta yek yê din mislman nahesibîne. Ew heta ji hev re dibêjin: kafir jî.
Nakokîyên ku heta roja îro hatine hingî destpêkirin ku li pey wefatahezretê Mihemed „xelîfeyên Raşidîn“ li ser cihnişîniya wî ketin qirkahev. Alîgirên hezretê Elî ê kurê Ebutalib di wê baweriyê de bûn ku kesêlayîq û xwedî maf bo cihê pêxemberê îslamî ewe ne hezretê EbubekirêSedîq. Alîgirên mezhebê Sunnî jî mafekî wiha tenê ji Ebubekir re rewadidîtin. Şîî di wê baweriyê de bûn ku hezretê Mihemed di gotareke xwe dehezretê Elî wek cîgirê xwe daye xuyanîkirin û Sunnîyan zulim ûbêhurmetî li Elî kirine. Dijberî ji wê demê destpêkirin û dema kuhezretê Osman jî bû xelîfe şer di navbera du aliyan de germtir bû. Pêrejî nakokî di navbera du aliyan de berfirehtir bûn. Piştî kuştina hezretêElî desthilatdarî kete destê Emewîyan û êdî şerê wan du mezheban bûşerê êqtidarê. Piştî ku Muawîye mir şerê di navbera hezretê Husên ûYezîdê kurê Muawîye de tenê li ser kursiya desthilatdariyê bû. Husên lidijî wê hindê bû ku ew bibe xelîfê mislmanên cihanê. Li dijî wî dest bixebatê kir û xwest biçe Mekkê. Alîgirên wî jê daxwaz kirin ku herebajarê Kofê ku hingî piraniya wan li wira dijîn. Lê Yezîd zû li dijîbizava wî dest bi meşê kir û li nêzî bajarê Kerbela hêzeke leşkerî lihemberî Husên û siwarên wî sekinî. Ew rastî şikestê hatin û tev hatinkuştin. Serê Îmam Husên bi destê fermandarekî Yezîd yê binavê „Şemer“ hate birîn. Şîîyên cihanê heya roja îro di merasima „ Aşûra û Tasûa“ dewê rojê bi bîr tînin. Ew hê jî weke ku termê Îmam Husên û 72 hevalên wîdi qada şer de ye û xwîn le ber diçe, tevdigerin. Ji hingî û heta rojaîro kuştina hemû xelîfeyên Raşidîn li hêlekê û tenê kuştina Husên lihêla din, ewqas nebûye sedema tevlîheviyê di nava yekîtîya mislmanan de. Ew xwîn hê jî dikele. Kuştina Husênê kurê Elî bûyera herî negatîv bûyeku sedan caran alîgirên du mezhebên Sunnî û Şîîyan anîne hemberî hev. Îslam ji xeynî çend mezhebên sereke xwedî dehan firqeyên olî yên dinejî. Cihê sosret û baldariyê di vir de ye ku tevaya van mezheb û firqeyanjî serûkaniya xwe kitaba esmanî Qûran û hedîsên pêxemberê îslamêdizanin!!.

Berdeyên olî û bêîrade
Ji roja ku du mezhebênsereke di dînê îslamê de bûne îdeolojiya birêvebirina dewlet û civakê, nakokiyên herî giran û dijwar di navbera wan da durist bûne. Ev bûyesedem ku ew ji hêla erdnigarî jî ji hev veqetin. Teşeyû di cihana Şîiyande rûknekî esasî ye ku di çavê alîgirên wê de heta ji faktora netewe anmillet jî girîngtire.
Tevî ku aliyên erênî yên dînekî û mezhebên wêpirin, lê kesên ku mezheb ji wan re ji hemû tiştekî cihanê pîroztirewek mirovên kor û kerr zû di nava dîn û ramanên xwe de têne helandin. Ewnikarin baş bifikirin û hebûn û azadî, demokrasî û meselên mirovahiyêli ba wan bêwate ne. Ew mîna koleyan dibine hêsîr û girtiyên ramanênhişk û bêwate. Ew carna amadene ku bi fermana şêx an jî mîrekî nefam ûbêaqil xwe bikujin an jî sedan kesên din jî bixwe re bikujin!!. Tiştê kuev çend sale em di nava peyrewên Taliban, El-Qaîde û Daîş de pirdibînin. Ew kesên wiha çi bihayê ji şexsiyet an jî kesayetiya xwe renabînin. Mîna berdeyên bêziman û raman ku wek robotan bêîrade ne.

Zanayên olî û fetwayên malwêranker!
Di çaxê şerê Îran û Îraqê de meleyên Şîî û alîgirên siyaseta Xumêynî aşerxwaziyê wiha diqêriyan:“ ev şer şerê Xwedê û Şeytane! cenga xêr ûşera ne. Kesê ku di şerê bi torinên Yezîd kurê Muawî re bê kuştin cihêwî biheşta berîne…“
Xumêynî kilîla biheştê jî pêşkêşî şervanên doza xwe a îslamî kiribû ku hingî ji wan re „ pasdar û besîcî“ dihate gotin.
Salên 1978-79an „ Cihada Xumêynî“ li dijî Kurdên şoreşger û mafxwaz dinava sinorên Îranê de jî Kurd, Tirkmen û Belûç (piranî bi mezhebê xweSunnî ne) baştir bi armancên rejîma nûhatî a qaşo îslamî hesandin. Jihêla din jî meleyên Sunnî li Îraqê beşdarîkirina di şerê li dijî Îranêwek „cihada li dijî kofrê“ binav dikir!. Di vê navê de her du aliyên dinava şerê li dijî hev li hemberî doza Kurda xwedî armanceke hevpar bûn: wan dixwest nifşê Kurdan li du aliyên sinorên xwe bi yekcarî binbirrbikin. Bi taybetî jî Baasîyên Sunnî ku xwe wek yekane desthilatanasyonalîst a hemû cihana erebî didîtin û didan nasandin. Ev rewş lidijî Şîiyên nava sinorê Îraqê hingî gehişt asta xwe ya herî tirajîk ûdijwar dema ku Xumêynî wiha bang kir:“ Ji vir û şûnda emê li cihêpetrolê şoreşa îslamî bifiroşin…“. Tevkujî û qirkirina Şîiyan bû yek jibernameyên sereke yên Baasîyên Sunnî û cinayetkar. Li pey têkçûnadesthiltdariya rejîma Sunnî a Baasî li Îraqê vê carê li ser esasêtolhildanê îcar Şîiyan dest bi kuştin û îzolekirina Sunniyan kir. Ewheya roja îro jî li ser vê siyaseta xwe a şovenîstî berdewamin û ketinaDaîşê bo nava bajarê Mûsilê (ew jî tenê di çend saetan de) vedigere wêsiyasta şaş a Malkî ku wî jî mîna Sedam Husên faktora mezheb li dijîhemwilatiyên xwe bi awayê negatîv bikar anî.
Li pey têkçûnadesthilatdariya Sedam dawî bi wan 80 salan hat ku tim û tim Sunnî axayênhemû Îraqê bûn. Ew hê jî naxwazin bawer bikin ku mîna berê nikarin karêxwe yê hakimiyetê bidomînin. Şîî dixwazin întiqama xwîna Elî, Hemze, Husên û xedra dîrokî a ku li wan hatiye kirin ji Sunniyan vekin. Lialiyê din jî Sunnî di wê baweriyê de ne ku çimkî Ebubekir, Omer û Osmanberiya Elî xelîfên îslamê bûne, xwedî wî mafîne ku niha jî li Îraqêhakimên sereke bin û mafekî wiha ne yê peyrewên Îmamê Elî û neviyên wî ûHusênê kurê wî ye!!!
Belê tolhildana 1400 salên berê berdewame û hêjî Husên û Elî di nava xwîna xwe de digevizin!!. Hê jî ji bo wê rojêkeç û xort, malbat û eşîret, êl û tayîfe têne kuştun û tunekirin.

Qedera di destê mercei û moftiyan de
Di nava peyrewên mezhebê Teşeûi de de mercei an jî zanayên olî çifetwayê bidin, ew wê fetwayê wek destûrekê ku ji hêla cîgîrê hezretê Elîve hatibe, cî bi cî bikin!!. Di nana Sunniyen de jî moftî dikarin lidijî Şîiyan alîgirên xwe vexînin cihada Ekber û Esxer!.

Pirsên balkêş!
Ew her du (Moftî û Mercei) jî dikarin mirovan kom bi kom ber bi xanakuştinê ve bibin û rûbarê Diclê ji xwîna bawermendên du mezheban sorbikin.!! Lê pirsa balkêş eve: çima di sedsala hişyarî û zanistê de civakdi xeweke wiha giran de maye ku du kes wek mercei û moftî wiha biqedera wan bilîzin?! Di çavê wan de her kes ji du aliyan bê kuştinşehîde, çimkî li dijî dijberê xwe çûye cihadê!!! Gelo ferqa oldarên wihaku xwe birêveberên civakê dizanin li gel dîktatorên mîna Hitler, Neron ûMosolînî çiye? Mezinên olî mirovan ji bo kîjan sûd û berjewendiyandidin kuştinê? Dîktatoran çima cihan ber bi wêranî û kambaxiyê ve birin? Û hwd.
Dema asta şiyarî û têgehiştina Şîî û Sûniyan di vê astaxwarê de be, wê demê ferqa vê civakê û keriyekî pez çiye ku şivan dikarebi kêyfa dilê xwe carna wan ber bi ba û baranê û carna jî ber bi deştênxweş û tije geyayê şîn ve bajo? Gelo koletî û berdedariya gelê feqfîr ûvan qaşo zanayên îslamî yê heya kengî berdewam be?!!
Heya kengî şerê „ fetwayên dînî“ yê bibe sedema malwêranî û derbideriya insanan?
Di dîrokê de kambaxîyên herî zêde ji şerên mezhebî çêbûye. Agirê wîşerê dîrokî niha jî bi fetwayên kesên wekî Elî Sîstanî, Şêx RafîiEl-Rafiî û Yusif Qerzawî bedewame. Ew li dijî hev fetwayan didin ûetmosferê civakê tevlîhev dikin. Alîgirên tevan jî bawerî bi Xwedê, pêxemberê Îslamê û Qûrana pîroz hene!!.
Gelo êş û elemên wiha giran yê çawa bêne dermankirin?!!

 

dîtin: 504

Pêveker:

Şîî û sûnnî kurd û ol