• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Sînema şewitî bi kevalan hate nexişandin

Sînema şewitî bi kevalan hate nexişandin


barkirin: Gelarêzan 13, 2015, 10:12


Amûdê _ Egîd Çolî

Desteya Çand û Huner a Kantona Cezîrê, îro 13’ê Mijdarê di 55’mîn salvegera şewata sînema ’’Şehrzad’’ de pêşangehek ji şêwekarên Cezîrê re vekir.

Pêşengeh li cihê Sînema ku îro navê wê “Bexçê Pekrewanan” e hate li darxistin.

Seroka Desteya Çand û Hunerê,  Bêrîvan Xalid beriya vekirina pêşangehê axivî û got, “ev roj rojeke xemgîn e ku nifşek ji zarokên Amûdê hatin qetilkirin û pêşerojeke temama ya Amûdiyan hate şewitandin”.

Di pêşengehê de nêzî 23 Şêwekar bi 30 tabloyên xwe beşdar bûn.

Ev sê rojin ku ev şêwekar bi rêvebertiya Şêwekar Dildar Felemez, li cihê Sînema amadekariyê vê pêşengehê dikin.

derbarê mijarê de Şêwekar Dildar Felemez ji Rewanbêjê re got, “me vê salê bi rengekî hunerî êşa Sînema û Amûdê li ber çavên mirovan raxist”.

di pêşengehê de Seroka Desteya Çand û Hunerê, Bêrîvan Xalid, Cîgira Serokê Desteya Mafê Mirovan, Welîda Hesen, gelek nivîskar, şêwekar, hunermend û welatiyên Amûdê amade bûn.

Hunermend Sefqan Orkêş derbarê vê rojê de got: “me berê salvegera Sînema Amûdê bi dizî bibir dianî, lê di van salên dawî de em bi rengekî eşkere bibîrtînin, vê carê şêwekaran bi rengekî şaristanî û xweş ji her kesî re êşa sînema raxistin”.

Balkêştirîn tişt di pêşengehê de beşdarbûna şêwekarê bi navê Cûdî Şerîf bû ku 13 Salî ye û bi riya tabloyên xwe bûyera Sînema Amûdê da xuya kirin.

Hêjayî gotinêye ku Sînema Amûdê di 13’ê Mijdara sala 1960’ê de bi pilanên rêjîma Beis hate şewitandin, xwendingehê zarok mecbûr kirin ku ji bo komkirina hevkariyê bo şoreşa Cezayirê biçin sînemayê û li fîlmê “Tewanbariya nîvê şevê” temaşe bikin. Derî li ser wan zarokên di sînemayê de hate daxistin û sînema hate şewitandin. Di encama şewatê de nêzî 283 zarokên Kurd jiyana xwe ji dest dan.

 

Amude people Safkan Orkesh artist 12226790_639797859455997_940327908_n

dîtin: 1011

Pêveker:

sînema şewitî bi kevalan hate nexişandin