• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Sînemakarên biyanî serdana Laleşê kirin

Sînemakarên biyanî serdana Laleşê kirin


barkirin: Êlûn 15, 2015, 2:07


 

Beşek ji sînemakar û derhênerên Kurd û biyanî ku ji bo beşdariya di 3. Festîvala Navnetewî ya Duhokê  (DuhokIFF) hatibûne vexwendin roja yekşemê (13ê îlonê) serdana Perestgeha Laleşê li Şengalê kirin. Armanc ji vê serdanê ku ji aliyê rêveberên festîvalê hatiye lidar xistin, nasandina Şengalê bi sînemakarên biyanî û rakêşana bala wan li ser komkujiya gelê Şengalê ji aliyê çekdarên Grûpa Dewleta Îslamî (DAÎŞ)ê ye.

Festîvala  Navnetewî ya Fîlmên Duhokê salane di 9ê îlonê de ku roja wefata sînemakarê navdarê Kurd ”Yilmaz Gûney” e ji aliyê Wezareta Rewşenbîrî ya bajarê Duhokê ve tê lidar xistin.

Festîvala Navnetewî ya fîlma Duhokê, yek ji girîngtirîn festîvalên sînemayî yên rojhilata navîn e û navê wê di lîsteya festîvalên cîhanî hatiye tomar kirin. Herwiha di astê Îraqê de jî weke festîvala pile yek tê hesibandin.

Di festîvala îsal de (44) fîlmên Kurdî û (99) fîlmên biyanî ji (45) welatan, dê ji bo bidest xistina xelata Yilmaz Gûney hevrikiyê dikin.

dîtin: 276

Pêveker:

sînemakarên biyanî serdana laleşê kirin