• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Siruşt bi xwe nayle nepeniya meteorîtê bê vekirin.

Siruşt bi xwe nayle nepeniya meteorîtê bê vekirin.


barkirin: Rezber 5, 2013, 1:55


Li Ûralê noqarên ku bin gola Çêbarkulê ya parêzgeha Çêlebiyînskê ku di meha Şibatê meteorît lê ketibû, careke din bi şans bun

Li Ûralê noqarên ku bin gola Çêbarkulê ya parêzgeha Çêlebiyînskê ku di meha Şibatê meteorît lê ketibû, careke din bi şans bun. Di destpêka heftiyê de pisporan ji bin avê, du parçên din yên meteorîta ketî derxistin, lê cîhaza exolot bin avê de cîhê parçeke din yê mezin diyarkir. Gelo ew destkeftiya han beşeke meteorîtêye han na, wê van rojan bê zanîn. Vê gavê di destê zaniyaran de rêzek parçaeyên meteorîtê hene yên ku gerek bêne lêkolînkirin. Zaniyarên han press-sekretara rêveberiya ewlekariya ekolojîk ya bajarê Çêliyabînskê Marîna Alêksandrova ji radiyo `Dengê Rusyeyê` re ragihand.

`Ji bin gola Çêbarkulê heyşt obje hatibûn derxistin. Ewana ne wusa mezin bun çawa me texmîn dikir. Hemu pêkatî ji alî pisporên zanîngaya Çêliyabînskê hatibûn lêkolîn kirin. Û zaniyaran piştraskirin ku çar ji wan pêkatiyan nîşana objeyên kozmîkî ne, ango ji meteorîta kevir pêk tên. Niha xebata lêkolînkirinê berdewame û encamên wê piştî xilazbuna wê ango 4 Cotmehê bêne nirxandin. Vê gavê noqar bê navber di tariyê de û bin qalimbuna heriyê de hewil didin xwe bigihînin wî kevrî ya ku exolot diyarkir`. Pisporan lêgerîna xwe kurtir kirin û ji çardeh metreyên pêşbînkirî ewana daketine kuraya heyşdeh metrî. Hewa li golê her demjmêrekî tê guhartin. Li şuna barana ku serê sibê destpê dike bayê dijwar cîh xwe digire. Şêniyên herêmê tekez dikin ku siruşt astengiyan ji bo lêgerîna meteorîtê derdixe. Roja 15 Şibatê dema ku li ser bajarê wan laşekî esîmanî teqiya, nişteciyên bajêr ticaran jibîr nakin. Ludmîla bîranînên xwe parvekir.

`Min ji nişkêve şewqa agir dît. Ez fikirîm ku şer destpê kir. Ewur her ku nêzîk dibû mezintir dibû. Ez pir tirsiyam. Bi riya radiyo me bîst ku li Çêliyabînskê balafir rastî qezayê hat. Lê paşê hate agahdar kirin ku ew meteorît ketibû`. Ji bo Maksîm şagirtê koma heyştan, ketina meteorîtê li gola herêmê – buyera herî mezin di jiyana wî ya biçûk de ye.

`Dema ku li esîmanê agir peydabû em li dersa werzîşê bun. Piştre teqînek ru da. Destpêkê her kes fikirî ku moşek yan jî balafir ketin, lê mamostê me hinek dereg ji me re got ku ew ketina meteorîtê bu. Em pir tirsiyabun. Lê di dersa din ya înformatîkê li înternetê de me li ser meteorîtan xwend`.

Maksîm mukur li xwe hat ku wê rojê hevalên wî piştî xelazbuna dersan, ber bi cîhê ketina meteorîtê reviyan. Di rastiyê de zarokan parçê mêhvanê kozmîkî peyda nekirin. Lê ji helbestvanê herêmê re bi navê Alêksandir lihev hat, ew bu xwedî parçeyeke vê meteorîtê. `Dema ku meteorît diket ez wê demê ber pencerê sekinîbum. Meteorît boriyeke ser xaniyê me qetand û parçeke wê ya biçûk kete mala min. Vê gavê ew li mala mine. Ez wî parçeyî nadim ti kesî`. Li gor pêşbêniya pisporan, pêkatiya meteorîtê ya ku bin golê de ye, giraniya wê dikare bigihêje bi sedan tonan. Soz hate dahîn ku wê heya çarê Cotmehê ji golê bête derxistin.

dîtin: 196

Pêveker:

siruşt bi xwe nayle nepeniya meteorîtê vekirin.