• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Fûlarov

Fûlarov


nivîskar: Şivan Zeren
barkirin: Rezber 25, 2015, 10:53


Hertişt wê şevê destpêkir. Ber tabloya Melekê Tawis Fûlarov runiştî çaya kaçax vedixwar. Fotokêş Ramo ji nişkê ve got: “Nelive!..”

Şîp şak…

(Ramo): “Min ew zeftkir”

Fûlarov lê fekirî û weke ko bibêje tu çima ji xwe re narunî, karê betalan dikî… Fotokêş li ser fotoşopê şopa bêqisûriyê digeriya. Hema qedereke pêve mijûl bû, nivîseke bi ser de nivîsî û li rûpela ‘Bindesto’ barkir. Di wêneyê de; Fûlarov bi hizn, bi keneke şikestî difekirî gava çaya kaçax firr dikir. Fûlareke qehweyî stûyên wî pêçayî, porên gangilî, rûkê qemerî dişibiya ciwaniya Mandela. Çavên wî digot: “Belê şikestî me lê dîsa jî bi kelecaniyeke nedîtî çayê vedixûm. Ji ber ko ez, ji bo tu kesî nabim ezeke din!”

Piştî rûpela ‘Bindesto’ rûpela ‘Şoreşo’ jî wêne bi sernivîsa ‘Çaya vexwarin şoreşek e! Bo xatirê bindestan em jî çaya xwe firr dikinli hember kapîtal an’

Fûlarov ji welatê çiyayîstanê hatibu bajarê serdestan ji bo xwendekariyê, piştî çepgirî girtibû mabû ber jiyana teşqele ya bajêr. Roj li peravan dimeşiya, êvarî êşa hebûna xwe bi sohbetan der dida, carna jî bi stranên çiyayiyan radibû sergowendiyê xweş xwe hilavêt Fûlarov.

Rûpela ‘Serxwebûna Çiyayîstanê’ pê haydar bûn ko ji kîjan şikefta Çiyayîstanê ye bi montajê rengên ala xwe li fûlara wî xemilandin. Nivîsek: “Çavkaniya şoreşa Çiyayîstanê bi kedkarên çiyayan pêk tê. Yên ko bi qantiran ji bo me çaya kaçax tînin, canê xwe dikin qûrbanî ji bo me…’

Rûpel bi rûpel dirûşmeyeke cihê Fûlarov diaxivî… Fûlarov bi fûlarê xwe yî sistkirî bûbû fenomeneke nedîtî. Dîsa li pirtûk cafeya Şahmaranê ber wêneya Cegerxwîn runiştî çay vedixwar, xeyalên dilbijok dianî pêşçavê xwe. Derbekî deriyê derve vebî, qefleyek xwendekarên zanîngehan kete hindûr, du re qefleke din… Ji her serî dengeke kelecanî bilind dibû.

(Keçika rû tenik bi nazinî) – ‘Ez dixwazim porê te yî xelek bilîzim…’ û bê destûr tilîkên xwe xiste gangiloka porê…

(Xortê şefqa deqstêrî lê) – ‘Fûlarov!.. Em amadene bibin neferê rêya te’

Fûlarov ji teşqelekê derdiket, dikete teşqelekî din… Yek anî, yek danî taliya talî rojnameya ‘Ber Şoreş’ rûpela paşiyê temamî wêneya Fûlarov lêkirî çap bû. Bi ser de; ‘Şoreş êdî nêzîngtir e!’ nivîsandibûn.

Bi hestên têkilhev li ber deriyê dostê xwe yî Çeqilmast Hiso ji nişka ve xûyakir. Ramanên wî girêk lefiyayî, hestên wî hinav lê tengijandî bûn. Çeqilmast Hiso bi bişirîn wî hembêz kir jê re got:’Tu buyî lehiya civakê, tu diçî şoreşê kuro… Bila haya te ji te hebe!’

Fûlarov – ‘Gelek partî, rêxistinên civakî li min digerin bo ko em pevre bixebitin. Lê ez timî tenê bûm lewma, tenê qelebalixa mirovan bigrim pişt xwe dîsa bi rûhiyeteke tikûtenê dibêm baştir be.

Çeqilmast Hiso- ‘Bi min ji kuçeyan neçe ser dikê, heke derkevî jî bila gel te derxe. Gel te nêzî xwe dîtiye; xortên evîndar, keçikên dilnermik, dê û bavên kedkaran giş kêfa wan ji te re tê. Şewqa çavê wan kêm neke, gel li benda te ye wan tenê nehêle!’

Di nava civakê de her rengî galegal bi pistepistî dikeliya;

-‘Dibêjin di artêşa sor ya Rûsan de wî serleşkerî kiriye… Ev ‘ov’a navê wî ji wir tê!’

– ‘Dibêjin Che Gîvêra rojekê xwe li çiyayîstaniyan ve girtiye. Demekê xwe li nav wan de veşartiye. Dibên kureke wî ji keçika botî Stêrê çêbiye. Che li van çiyayan ji bo perwerdetî ewletir dîtiye, gava ko hevalên xwe yên Arjantînê jî gazî van çiyayan bike çûye, lê ji wan deran nevegera ye, hatiye kuştin. Lewma dibên li ser kûmê wî stêrka sor hebuye, sembola yara çiyayîstanê… Saloxa dibêjin Fûlarov kurê wê Stêrê ango kurê Che ye, di nav xalanên xwe de mezin buye.’

 

Êdî wext hatibu, Fûlarova rûqemerî derketa qada Taksîmê… Hemî entellektûel, xwendekar, çapemenî, dînên bêşermok, kêm netewên sembolîk mane… yên ko mil dane vê destanê ji bo ko mezin bibe, gişî bi hêcaneke nedîtî benda wê rojê kaxiz li ser kaxizan wêneyên Fûlarov li dîwaran ve dizeliqandin. Her yek gotinekê, dirûşmeke din lêkirî.

Wê roja pîroz wek nûbihareke pişt barînekê derket hat. Deh hezaran mirov li ser sed hezaran zêde dibû. Çar hêlê qadê semawer, bi sedan çaygeran di nêv xireciriyê çaya kaçax belav dikirin. Hinek xwezaperestên di nav daran de jixwe re kohnvedayî di bin konê de bi yara xwe re çalakiya zayînê pêktînin bigre, trawestiyên berz û hêrs, niştecihên çiyayîstanê, ewareyên kûçeyan, hetanî karmendên lîberalî, kêm aqil û biaqilan, nermok û şermokan, jinparast, jinperest, jîn dixwestan… gelek beşên civakê yên tengijî hatibûn vê qadê.

 

Herkes bi alê xwe, bi rengê xwe, bi zimanê xwe yek dengî deng didan li qadê ‘bi hev ra! Bi hev ra!.. fir bikin, fir bikin çayê..!’

 

Berê herkesî weke ko roj hilta be çû ser dikê. Fûlarov şal û şepika botanî, fûlarê sist kirî, gûharika entellektûelî û kûmika deqstêrî bûbû semboleke yekîtiyê. Destê xwe yê çepê kir kûlm û rakir wek peykerekê hişk sekinî. Ji qadê bi yek dengî dirûşme, tilîlî, pêlên coş û hêcanê rabû. Hetanî girsê sist ket, çav û guh li ser dikê asê ma, herkesî meraq kir Fûlarovê çi bibêje.

 

Fûlarov bi dengekê berz qêr kir: ‘ Hilweşîniiiiiin!.. hilweşînin tariya şevê. Dem dema şoreşê ye.’

dîtin: 643

Pêveker:

fûlarov