• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Sîyasetvanê Kurd Cevdet Ayaz radestî Tirkîyê hate kirin

Sîyasetvanê Kurd Cevdet Ayaz radestî Tirkîyê hate kirin


barkirin: Sermawêz 27, 2017, 2:22


Serokê Şaredarîya Mûşê yê PAK ê yê kevin û Sîyasetvanê Kurd, Cevdet Ayaz, duhunê ji aliyê Sirbistanê ve radestî Tirkîyê hate kirin.

Ayaz eve nêzîkî salekê bû li Sirbistanê bû. Her çend bi awayekî fermî çûbe Sirbistanê jî, di encama biryarên destgirkirinê yê dewleta tirkve, ji aliye hêzên Sirbistanê ve hatibû girtin.

Li gorî nûçeya Reutersê , beriya Sîyasetvanê Kurd bête radestkirin, ji aliyê Komîteya Neteweyên Yekgirtî ya dijî êşkencê (UNCAT) ve, ji bo neyête radestkirin nameyek bo rayedarên Sirp hatiye rêkirinê.

Li gorî nûçeyê rayedarekî Sirp, yê nexwestî nasnameya xwe aşkere bije, hatiye gotin ku beriya nameya komîteyê dadgehê biryara xwe girtibû û polîsan jî biryar pêk anîn.

Parêzerê Ayaz, Ana Trkulja jî, di daxuyaniya xwe ya di televizyoneke Sirbîstanê de, radestkirina Cevdet Ayaz piştrast kir.

Li gorî tê gotinê, dewleta tirk derdorê 15 salî girtina Sîyasetvanê Kurd dixwaze.

Him diplomasiya dewleta tirk ya bo radestkirinê, him jî bêhelwestiya Kurdan rê li radestkirina Sîyasetvanê Kurd vekirin.


Rewanbêj 

dîtin: 422

Pêveker:

cewdet ayaz pak sirp sirbistan radestkirin