• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Snîperê Kobanî | Soran Qurbanî

Snîperê Kobanî | Soran Qurbanî


nivîskar: Dêrsim Oremar
barkirin: Nîsan 12, 2015, 12:06


Piştî çend rojên barana bê navber, rojê xweş kiribû: tava destpêka meha reşemê Kobanê xistibû jêr tîrêjên germ û ronakên xwe.

Li Navenda Çand û Hunerê ku pêştir banka kiştûkalê bû, derketim da biçime nav bajêr. Li hewşa berfireha navendê keç û kurên ciwan xwe dabûn ber rojê. Ciwanekî bejin bilind li pêşiya cihê ku berê deriyekî mezin lêbû, dest di berîka bantolê xwe yê eskerî de sekinîbû. Bejin bilind û zirav bû.

Kulavekî reş li ser bû, tifingeke bi dûrbîn li milê wî û çaketeke meylew kesik lêbû, werbêjî çaverêye. Diyar bû vê rojê riha xwe tiraşiye, piştî tiraşê dêmê wî yê hêstiyanî zêdetir dihate berçav.

Nizanim çawa bû, dengekî li pişt min got, ev Mûsa ye.

Kêfxweş bûm û yekser çûm cem wî. Destên xwe ji berîka xwe derxistin û çend pêngavan ber bi aliyê min ve hat û me hevdu maç kir.

Ne wî ez nas dikirim û ne jî min berê ew dîtibû, tenê min nav û dengê wî bihîstibû. Kulavê xwe yê reş heta ser birûyên xwe anîbû û çavên wî yê kesik, tîj û bi hukim, dibiriqîn.

Min xwe da nasandin. Çavên wî yên geş geştir bûn. Got tu jî ji rojhilatî? Vê demê pêhesiyam ku ew jî xelkê herêma me ye. Got xelkê Urmiyê ye, ji zaraveya wî jî diyar bû ku xelkê wê herêmê ye.

Min pirsa şerê Kobanê jê kir. Girnijî û bersivek da weke ku naxwaze behsa qehremantiya xwe bike: lê girnijîna wî hertişt vedigot.

Min jê xwest bi vîdeo çend dîmenan lê bigirim. Lê diyar bû li benda du wênegirên xelkê başûr bû da bi wan re biçe. Got di derfeteke din de hevdu dibînîn.

Mixabin ev derfet her nehat û hesreta vê hevdîtinê jî li ser dilê min bû girê: girêyek ku bi bihîstina xebera şehadeta wî heta heta venabe.

 

Tê bîra min beriya çûnê tiştek got ku em herdu jî kenandin, nayê bîra min ev henek çibû ku axiftina me bidawî kir. Ewqas tê bîra min, beriya ku biçe got: ” Xwe baş mêze ke heval”!

 

 

Ji soranî: Dêrsim Oremar (kî ye?)

 

Nivîs ji ajansa NNSROJ hatiye girtin

 

Musa_Kobani_1 Musa_Kobani_2 Musa_Kobani_3 Musa_Kobani_4 Musa_Kobani_5

dîtin: 861

Pêveker:

snîperê kobanî soran qurbanî

Babetên nêzîk