• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Şoreşa Civakî

Şoreşa Civakî


nivîskar: Elî Roj
barkirin: Gelawêj 29, 2015, 10:31


Berxwedna Ku îro gelê Kurd hem li Rojava, li Bakur, li Başur, Rojhilatê Kurdistanê dide meşandin xwedî wateyeke bêhempaye. Ji ber ku şerê îro gelê Kurd dide meşandin ne tenê ji bona parastin û xilasiya gelê Kurd û xaka Kurdistanê ye. Ev şerê Ku îro gelê Kurd dide meşandin ji bona parastina mafê jiyanê û azadiya hemû cîhan û mirovahiyê ye. Lewra serkeftinên ku îro gelê Kurd roj bi roj bi destê xwe ve tîne, ne tenê serkeftina gelê Kurd e, di heman demê de serkeftina hemû cîhan û mirovahiyê ye. Ji ber ku gelê Kurd bi tevlîbûn û desteka hemû mirov û gelên azadîxwaz îro ji hemû demî bêtir xwedî hêz, bawerî û vîneke azad e. Ji ber vê yekê dijminê gelê Kurd hesabekî mezin ji vê hêzê re dike û her tim bi komkojî, darvekirin û girtinan bersiva berxwedan û serhildanên Kurdan daye. Dijminê gelê Kurd heyanî îro jî vê siyasetê li ser gelê Kurd dide meşandin. Armenca vê siysetê jî ew e ku neyarên Kurdan xwestine ku vîna gelê Kurd bişkînin û desthilatiya xwe li ser gelê Kurd û li ser Kurdistanê bide meşandin.

Di serî de dema ku em şer û hovîtiya ku îro AKPê û Erdoxan û DAIŞ li ser gelê Kurd dide meşandin şîrove bikin û bigrin dest. Rastiya dijminê xwînxwar hîn bêtir derdikeve holê. AKPê û Erdoxan şer li ser gelê Kurd îlankirine û armenca wan şikandina vîn û hebûna gelê Kurd e. Ev şer û hovîtiya ku li ser gelê Kurd tê meşandin tu sînoran nasnake, ji ber ku AKPê gelê Kurd mîna gel nahesibîne û bi hişmendiyeke hovane û desthilatiyeke çor û mutleq dixwaze tovê jiyana azad û wekhev ji holê rake û gelê Kurd û hemû hêzên demukrat ji holê rake û tekoşîna wan bişkîne. Sedemê sereke ji şerê ku îro AKPê li ser gelê Kurd dide meşandin û hemû hêza xwe ji bona vî şerî kiriye dewrê berdewamkirina desthilatiya xwe li seranserî Kurdistanê. Ango tehemula AKPê û Erdoxan ji serkeftina gelê Kurd di hilbijartinên 7ê Hezêranê de nîne û tehemula wan ji pir partî û pir nêrîn û demukrasiyê re tuneye. AKPê nexweşê desthilatiyê û xwînxwarekî dirindeye û dev bi xwîne. Ji bona ku li ser textê desthilatiyê bimîne wê gelê Kurd û gelê Tirk bi hevdû bide Kurştin û wê welat bike gola xwînê, wê her tiştî bike û her tiştî fedabike.

Lê pêwîste ku di serî de gelê kurd bi îlankirina rêveberiya xwe ya xwecihî û îlankirina xweseriya xwe, gund, bajarok û bajarên xwe bi destekî ji pola biparêzin û bi berxwedan û seferberiyê, hovîtî, desthilatî û mêtêngeriya  AKPê û Erdoxan bişkînin û civak û welatê xwe azadbikin.

 

dîtin: 234

Pêveker:

Şoreşa civakî