• Têketin
  • Ziman
Spinale Musculaire Atrofie

Spinale Musculaire Atrofie


nivîskar: Metîn Eser
barkirin: Sermawêz 17, 2017, 4:02


Nexweşiya spinale musculaire atrofie (SMA), nexweşiyeke irsî/rakendî û pirr giran e û pirr kêm, pirr nadir dihêt dîtin. Lemlateyên kesên bi vê nexweşiyê nexweş ketine roj bi roj qels û zirav dibin û kesên nexweş pê re qilûmikî/felç dibin. Temenê kesên nexweş çiqas piçûk be, nexweşî jî ewqas giran e. Sê (3) şêweyên vê nexweşiyê heye.

Şêweya pêşin/ewil ya SMAyê: Ji vê şêweyê re “Werdnig-Hoffmann” jî dihêt gotin. Bitenê di pêçek/pitikên nû hatine dinê, Xwedê dane de dihêt dîtin. Pêçek/pitikên nû Xwedê dane ji ber kûd/felçbûna lemlateyên hilmgirtinê, bi awayeke zor û zehmet hilmê distînin. Pirraniya pêçek/pitikan yan mirî dihêne dinê yan jî hê du salî nebûne dimirin.

Şêweya duyemîn ya SMAyê: Di zarokên di navbera şeş (6) û dehûheyşt (18) mehînî ne de rûdide. Ji ber ku şêweya duyêmin ya nexweşiyê ne di serî de lê dû re rûdide, zarokên bi vê nexweşiyê dikarin birêve herin û rûnin.

Şêweya sêyemîn ya SMAyê: Ji vê şêweyê re “Wohlfart Kugelberg-Welander” jî dihêt gotin. Di zarokên dehûheyşt (18) mehînî û şûndê dihêt dîtin. Şêweya herî sivik û pirr zêde dihêt dîtin, şêweya sêyemîn e.

Ji ber kêmasiyeke irsî, pêdiviya kesên bi nexweşiya SMAyê nexweş ketine bi proteînê heye ku şaneyên mêjiyê kesên nexweş bikaribin karê xwe pêk bihînin. Ji ber tunebûna şaneyên mêjiyê kesên nexweş, lemlateyên kesên nexweş qels û zirav û pê re jî qilûmikî dibin. Heya a niha çare an jî dermanê vê nexweşiyê nehatiye dîtin. Lêkolînerên cihêreng yên ji rojavayê Ewropayê û parzemîna Amerîkayê bi xebatên xwe li çareya vê nexweşiyê digerin.

Metîn Eser

17/12/2017

dîtin: 227

Pêveker:

zanist sma lêkolîn nexweşî