• Têketin
  • Ziman
Tê gotin ku Pêşmerge ketin Şengalê

Tê gotin ku Pêşmerge ketin Şengalê


barkirin: Gelawêj 4, 2014, 9:07


Li gorî nûçeya Rûdawê hate diyarkirin ku ji aliyê berpirsên Pêşmergeyan ve hatiye ragihandin ku Pêşmerge ketine navenda Şengalê û dijî hêzên hovên DAÎŞ şer dikin. Li gorî nûçeya ku ji aliyê Rûdawê ve hatî belavkirin, Rayedarên Pêşmerga ragihandine ku hêza Pêşmerge nêzîkî 10 hezar kes êrîş dibine ser hêzên hov yên DAÎŞ û li bajarê Şengalê bi hovan re di nava şer û pevçûnê de ne.
Wekî dîtir di encama hewldana rayedarên Hikumeta Kurdistanê îro 2 caran bi rêka firokan arîkariya xwarin û vexwarinê ji bo Kurdên perîşan yên li çiyayê Şengalê hatine avêtin û gehane kesên li çiyê.

 

Rewanbêj

dîtin: 478

Pêveker:

gotin ku pêşmerge ketin Şengalê