• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Têkdana zimanî di dirustkirina peyvan de

Têkdana zimanî di dirustkirina peyvan de


nivîskar: Omer Dewran
barkirin: Gelarêzan 18, 2017, 5:00


Dirustkirin û lêkdana peyvan ji ber pêdiviya wate û ramanê ye.  Ev hêma di hemû zimanên zindî de heye. Ji ber hindê jî pispor û şarezayên vê biwarê ji bo vê pêdiviyê, gelek xwe diwestînin heta ku peyvekê li dûv binyata zimanê xwe yê resen dirust bikin.

Her çawa di zimanî de hindek peyvên nû li dûv pêdîyê dihêne pêşî, her wesa hindek peyv jî ji ber guhorîna berhemînanê û serdema nû, dihêne jibîrkirin û ber bi nemanê ve diçin. Her serdemek li dûv pêdiviyên heyama xwe, peyv û têrmên serdemê wek xalek fer dizanin û çê dikin.

Ev xala nazik û giring di zimanê me de jî gelek dihête pêş. Em wek mirovên xwedan zimanê qedexekirî, ji hemû kesan bêtir hest bi vê pêdiviyê dikin. Ji ber hindê jî hindek pisporên me li dûv daxwaz û pêdiviya demê, hindek peyv dirust kirine û peşkêşî bîr û biçûna xelkê me kirine. Hindek ji van ev ro di organên ragehandin û perwerdê de bi kar dihên. Hindek ji wan jî bi tenê li parçek Kurdistanê bi kar dihên. Ev peyvên ku ji bo her çar parçê Kurdistanê nehatine dirustkirin, gelek caran dibini cihê gengeşê û têngeheştinê jî. Di ve babeta xwe de ezê behsa vê çendê bikim ka ji bo çi ev peyvên me yên nû, nabine cihê têgehiştina hevbeş?

Hemû parçên Kurdistanê û di hemû şêwezarên kurdî de hindek peyvên nû hatine çêkirin yan jî, şêwazarek ji şêwazerek din hindek peyv wergirtine. Di çêkirina peyvan de cihê herî balkêş parçê bakure. Hindek peyv hene dema mirov berê xwe didê gelek eşkereye ku di çêkirina van peyvan de referans zimanê turkîye. Zimanzanên turkî bi çi rêk û rehekî ji peyvekê peyvek din dirust kirine, kurdîya me jî li dûv vê binyat û mêtodê peyv dirust kirine. Ji ber ve çendê ezê amaje bi hindek peyvan bidim ka me di çêkirina van peyvan de berê xwe daye çi û ji bo me çi bûye tîjkek.

Hindek nimunan pêşkêşî rexnegirtina we dikim:

BÛYER: Heta salên hefteyan di turkî de peyva “Olay” zêde bi kar nedihat. Li şûna wê “Hadise” bi kar dianîn.  Turkî ji “Olmak”ê “Olay” çê kirine. Beramberî “olay”a turkî me jî “bûyer” çê kiriye.  Çawa tirkan ji “olmak”ê “olay” çê kiriye, me jî gotiye madem “olmak” “bûn”e, em jî ji “bûn”ê “bûyer”ê çê bikin.

PİRSGİRÊK: Disa turkan heta salên heftêyan peyvên wek “mesele, dava, muşkule” bi kar dianin, paşî li şûna van peyvan, peyva “sorun” çê kirin. Peyva “sorun” ji “soru”yê lêk dane. Me jî beramberî vê gotiye madem wan ji “soru”yê “sorun” çê kiriye,  em jî ji “pirs”ê “pirsgirêk” çê bikin.

PÊVAJO: eve jî ji "surmek" a turkî hatiye wergerandin, tirkan ji “surmek” ê ji bo xwe “sureç” çê kirine, hindek zanayên me jî gotiye madem “surmek” bi kurdî “ajotin”e, em jî ji ajotinê, “pêvajo”yê çê bikin.

XWEZA: ev jî ji "doğmak" a tirkî hatiye wergirtin. Ji “doğmak” “doğa” çê kirine,  me jî gotiye madem ji “doğmak”ê çê dibe, em jî dikarin ji bo xwe ji “zayîn”ê “xweza” çê bikin.

DERBAZÎ BE: ji “geçmiş olsun” a turki hatiye.

HERİKBAR: tirkan ji “akmak” ê “akıcı” çê kiriye, me jî ji “herikandin”ê “herikbar” çê kiriye, lê em nizanin ku “herikandin” erebiye.

ROJEV: bi heman şêweyê ev peyve jî hatiye xwarê. “Gündem”a tirkiye, tirkan ji “gün”ê “gündem” çê kiriye me jî ji “roj”ê “rojev” çê kiriye.

XWEDÎ LÊ DERKETİN: yekser wergera “sahip çıkmak” a tirkiye.

ÇÊKER: tirkan ji “yapmak” ê “yapım” çê kirine, me jî ji çêkirinê, “ çêker”ek afirandiye.

LÎSTİKVAN: tirk ji bo gelek tiştan peyva “oyun û oyuncu” bi kar dihînin, wek wan me jî heman peyv anku lîstik ji bo gelek tiştan dirust kiriye.

Bi taybet,  ji bo aktor lîstikvan, ji bo şano listikvan, ji bo futbolîstan lîstikvan, ji bo dek û dolabê yan jî fêl û plansaziyê jî car caran lîstikê bi kar dihînin.

PARVEKİRİN: Ji paylaşıma turkî hatiye wergirtin. Ewe jî ne diruste, ji ber ku “parvekirin” “bölüşme” ya turkîye

NÊZÎKATÎ: şûna “yaklaşım”a tirkiye, lê ew jî ne raste ji ber ku “nêzikatî” “yakınlaşma” ye ne ku “yaklaşıme”.

ASTENGBAR: eve jî ji “engel”a tirkî hatiye, ji “engel”ê “engellİ” çê kiriNe, me jî heman tişt kopî kiriye û “astengbar” çê kiriye.

 

Wek van em dikarin gelek nimuneyan li vê derê rêz bikin. Mebesta min ne ewe ku kit bi kit hemûyan nîşan bidim. Armanca min ewe ku ez balê bikêşim ser vê xalê ku em reseniyeta zimanê xwe têk didin. Belê me hindek pêdivîyên serdemê û têknolojiyê hene. Divê em çareser bikin, lê bigerin û derman bikin. Heger em ji ber van pêdiviyan biçin berê xwe bidine zimanê ku li ser kurdî zale, hingê em bi destê xwe zimanê xwe dikine qurbana xêrnexwazan.

Zimanê me yê entellektueliyê turkiye, em her çi bikin jî dê kartêkirinê li hizra me ya kurdî bike. Ji ber ku ew bazara em lê danûstendinê dikin, bazara turkîye. Dema rewş eve bû, te bivê nevê turkî ya ku binyata hizra me ye, dê xwe li ser me bisepîne.  Heger wesa berdewam bike, li gel dariştina risteyê heger peyvên me jî di bin karîgeriya turkî de be, dê rojek bê kurdiya me ya bakur dê bibe şêwezarek (diyalektek) turkî. Jixwe ev ro kurdîya bakur bi “qapemişke”, “dinlemişke” ve tijîye. Gava em jî ser navê zimanzaniyê wergerek wesa çê bikin, hingêzimanê me dibe kopiya zimanê turkî û roj bi rojî ber bi nemanê ve diçe.

Belê me pêdivi bi peyvên nû hene. Ji ber vê yekê jî divê em berî hemû zimanan, berê xwe bidine hemû deverên xwe û şêwezarên xwe yên din. Heger li gel wan jî peyda nebû, hingê em berê xwe bidine koma zimanên Aryanî.  

dîtin: 1047

Pêveker:

peyv ziman omer dewran nivîs