• Têketin
  • Ziman
Tendirustiya Şêrgo Bêkes xiraptir dibe

Tendirustiya Şêrgo Bêkes xiraptir dibe


barkirin: Pûşper 30, 2013, 4:03


Helbestvanê Kurd Şêrgo Bêkes her diçe xiraptir dibe û li gor agehiyan wesiyeta wî ya ku li Parka Azadî ya Silêmaniyê bihête veşartin jî nehate pesend kirin.

Helbestvanê navdar yê Kurd Şêrgo Bêkes demek beriya niha ji ber nexweşiyê çûbû welatê Swêd û di nexweşxaneyê de di bin kontrola bizîşkan de dima, hate gotin ku rewşa Bêkes her diçe nebaştir dibe. Niha li herêma Kurdistanê di navendên siyasî û kulturî de rewşa Bêkes bi nîgeranî dihête çaverêkirin.

Şêrgo Bêkes beriya ku bibin Swêd wesiyetnameya xwe nivîsî bû û pêşkeşê şaredariya bajarê Silêmaniyê kiribû. Bêkes daxwaz kiribû ku dema wî jiyana xwe ji dest da, daxwaza wî ewe ku li Parka Azadî ya navenda bajarê Silêmanî li gel monomentên şehîdên mamosta yên 1963’yan bihête veşartin. Bêkes gotibû min divêt ez li gel mamostayên xwe binivim û li wê derê tengenefes nabim. Bêkes diyar kiribû ku ew dixwaze li vê parkê hemîşe li gel gelê xwe be û guhdariya dengê mûzîk, stran û govendên gelê xwe be.

Piştî ku wesiyetnameya Bêkes hate weşandin çav li bersiva şaredariya bajarê Silêmaniyê bûn. Lê belê heta niha şaredariya Silêmaniyê der barê vê daxwazê de çi bersivek fermî ranegehandiye. Li gor agehiyan çapemeniya şaredariyê gotiye ku ev daxwaza Bêkes nayê pesend kirin. Ji ber ku heger ev daxwaz pêk bihêt dê gelek hunermendên din jî daxwaza heman tiştî bikin.

Rewanbej.com

dîtin: 336

Pêveker:

tendirustiya Şêrgo bêkes xiraptir dibe