• Têketin
  • Ziman
The Fifth Estate – Avayiya firotinê ya pêncemîn - Wikileaks

The Fifth Estate – Avayiya firotinê ya pêncemîn - Wikileaks


barkirin: Rezber 11, 2013, 2:10


Afrirênerê Wikileaks Julian Assange hêrsa xwe li himber filmê li ser jiyana wî hatî kişandin diyar kir û hevdîtina bi serleyistikvan ve ne pejirand.

Avakerê Wikileaks ê Julian Assange hîna jî bi êrîşên dijî xwe û helwestê gelik welatên cîhanî yên mezin ve mijûle. Di dema dawî de li ser jiyana Assange filmek hate kişandin, Assangle ji bo filmê li ser jiyana wî hatî kişandin nêrînên xwe derbirîn û got gelek xirape.

Di meha çile yê îsal de Assange ji bo serleyistikvanê filmê ku li ser Wikileaks û xwedanê wê Julian Assange hatî kişandin “The Fith Estate” Benedict Cumberbatch re nameyeka elektronîk şiyandibû. Assange ev name ji bo raya giştî vekir.

Assange di nameya xwe de weha dibêje ;

Eger ku ez bi were hevdîtinê pêk bînim wê demê ez dê vî filmê kirêt erê bikim. Ev filmê ku ne rastiyan derdibire ne jî zanyariyan dide dê tenê xizmetê ji karên dijî min ra bike. Ez dihizirim ku hun mirovekî başin lê ez bawer nakim ev filmê ku xwe disipêre pirtûkeke ji derewan pêk hatiya ya kesekî ku  dijî min doza xwînî dimeşîne ve hatî nivîsîn derketiye û pêk hatiye bibe filmekî baş.

Assange vî filmê ku bi rêvebirina Bill Condon hatî kişandin wekî; “tenê filmekî ku ji aliyê hikumeta NY yên Emerîka ve bête hezkirin û filmekî pir zêde bêzar dike binav dike”

Film xwe dispêre du pirtûkan. Yek jê ya berdevkê kevin yê Wikileaks Daniel Domscheit-Berg ya bi navê – Di nava Wikileaks de; Dema min ku bi Julian Assange û malpera herî metirsîdar ya cîhanê ve bihûrandî.-

Pirtûka dîtir jî karê rojnamevanên Ingilîz David Leigh û Luke Harding ya bi navê  – Wikileask ; Şerê ku Julian Assange li dijî nipeniyan vekirî- ye.

Filmê ku di mehrîcana filman ya Toronto de di rêza navbangên cîhanê de hatî temaşekirin bi ecibandinekî mezin ve rûbirû ma. Film 11 ê cotmehê dê li Emerîkayê têkevê sînemayan.

Li Ingilîstanê biryar dijî Assange hate dayîn ku ji ber tawanbarkirina destdirêjiya 2 jinan radestî welatê Siwêd bête kirin. Piştî vê biryarê 19 ê Hezîranê 2012 ê Assange xwe radestî balyozxana Ekvadorê ya li Londonê kir. Herçend Ekvador serlêdana penaberiyê ya Assange bi giliyê hikumeta Ingilîstanê ve jî pejirandibe, Assange ji balyozxanê derket û hate girtin. Di encama biryarekê de dîsan bo balyozxana Ekvador hate birêkirin û eve nêzîkî salekêye di balyozxanê de dijî. Assange ji hikumeta ingilistanê wê baweriyê dixwaze ku di çûna Ekvadorê de an jî radestkirina welatê Siwêd de ev deverana wîna radestî Welatên Yekgirtî yên Emerîka nekin.

 

Beşek ji Film

 

 

Rewanbej.com

dîtin: 496

Pêveker:

the fifth estate