• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Tîpolojiya kurdan-Serkeft Botan

Tîpolojiya kurdan-Serkeft Botan


barkirin: Rezber 23, 2014, 10:22


Dîroknas û civaknasên ku bi zanistiya antropolojiyê têkildar in tîpolojiya civakan baş ji nava hev derdixin û li ber mirovan datînin. Di dîroka giştî ya civakan de û bi taybetî di dîroka gelên Kurdistanê de du tîpolojî xwe derxistinê pêş. Tîpolojiya yekemin a nifşê kurdan. Afirînerên dîrokê ne. Tîpolojiya kurdan a duyemîn jî alavên dîrokê ne. Wê mijara nivîsa me ev her du tîpolojiyên civakê bin. Ev her du xet yek a fedekarî û lehengiyê û ya din a hevkariya dijberan e. Dîroka Kurdistanê ya têkoşînê di navbera van her du xetan de çûye û hatiye.
Xeta afirînerên dîrokê ev tîpolojî bi têkoşîna rizgariya neteweya Kurdistanê re bi têkoşîna PKK’ê re bûn xwedî etîk, estetîk û epîstemolojî. Kesên ku li gorî dem û pêvajoyê karin xwe birêxistin bikin. Şiverêka wan a fedekarî û lehengiyê ye bi hestên xwe nameşin rêya aqil tercîh dikin. Welatparêziya wan bi dil û can e. Ji bo rizgariya civaka xwe fedakar û fedaî ne. Çewisandina dagirkeran ji bînî de red dikin û qebûl nakin. Parçekirina welatê xwe û sînorên dagirkeran ê çêkirî tu carî napejirînin. Peyva Kurdistana Iraqê yan Kurdistana Tirkiyeyê, yan Kurdistana Sûriyeyê, yan Kurdistana Îranê ji devê wan dernayê.
Kurdistana bakur, başûr, rojhilat û rojava tim bi kar tînin. Li dijî zilmê û talanê serhildêr in. Bi ruhê pêşengan tev dilivin. Li hemberî gelên xwe bi sinc in. Xatirekî mezin didin qadroyên pêşeng û nirxên gelên xwe her dem ji bîr nakin. Êşa kurdekî Şengalê, Kobanê Mahabadê yan Hewlêrê êşa xwe dibînin. Li pêşiya xeybetê nagerin û ji derdora xwe diqewirînin. Ji xwendinê hez dikin, fikir û ramanên Serok Apo diecibînin. Berhemên Serok Apo dinîrxînin û rexne dikin. Çand û hunera welatên xwe bi pêş dibin, ji xwe û ji zimanê xwe hez dikin. Tu carî berjewendiyên xwe di ser ên civaka xwe re nagirin. Bi ser nirxên civaka xwe re diricifin. Wêrekiya medenî bi wan re heye refleksên welatparêziyê her dem li pêş in. Ji çavkaniyên welatên xwe avê vedixwin. Refleksên wan ê kod û sembolên civakên w
an in. Tu carî dilê xwe nabijînin serdestên xwe. Her dem bi binhişiya dîrokê tev dilivin. Xwedî etîk, estetîk û epîsteyê ne. Çalakî ji bo wan kêf û seyran e. Her dem li qadê çalakiyan e. Ev tîpolojî stûnên Şoreşa Kurdistanê yê bêdeng in. Ji fexir û quretêyê hez nakin. Populîstiyê naecibînin. Milahim û nişmî ne, xîreta xwe her dem diparêzin. Xeta tîpolojiya hevkar; ev tîpolojî bi qasî ku bi xwe ne bawer in, tu carî bi gelên xwe jî bawer nakin. Dot û dijminên xwe yê stratejik ji nava hev der naxin. Her dem dilê xwe dibijînin serdestên xwe, nirxên welatê wan bi wan tahl in.
Li dijî çand û zimanê xwe bê xatir in. Her dem propagandaya lehengiya serdestên xwe dikin. Lehengiyên civaka xwe nabînin. Dagirker her dem mafdar in, têkoşerên welatê wan tim di xeta neheqiyê de ne. Berjewendiyê wan û malbata wan ji bo wan pîroz in. Peyvê serokên wan bi wan tahl in. Dek û dolabên dijminan weke rastiyekê dibînin. Bi destên serdestan digirin û karin bi welatiyê xwe re şer bikin. Di dîroka nêz de em dikarin du mînakên berbiçav ê van hevkaran bidin. Di dîroka nêz de ev hevkar bi artêşa tirkan re bûn yek û li dijî gerîlayên gelê kurd şer kirin. Dîsa ev hevkar di navbera herdu beşên Kurdistanê de xendek dikolan. Li pêşiya lehengiya Kobanê ya sexte ne.
Azadiya Welat

dîtin: 345

Pêveker:

tîpolojiya kurdan serkeft botan

Babetên nêzîk