• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Tirkiye hem dijminê sax hem jî dijminê miriyên kurdan e

Tirkiye hem dijminê sax hem jî dijminê miriyên kurdan e


barkirin: Êlûn 16, 2017, 8:25


Pitşî êrîşa bi ser cenazeya Hatûn Tûglûk rayedarên hikûmetê wekî ku bûyerên wiha cara pêşîn pêk tên daxuyanî dan. Lê di nav çend salan de li Tirkiyê bi dehan caran êrîş bi ser cenazeyan de birin, hikûmetê nehiştin ku cenaze werin veşartin.

Êrîşan nîjatperest a bi ser cenazeya dayika Alîkara Hevseroka HDP’ê Aysel Tûglûk Hatûn Tûglûk de bi mînaka xwe ya balkêş a dubendîbûna civakê û nîjatperestiyê di bîra mirovan de cihê xwe çêkir.

Derdoran hikûmetê daxuyanî dan ku ew êrîşê şermezar dikin, Berdevkê AKP’ê Bekîr Bozdag, got, ‘ev şêwaz ne li gorî rêz û rêçikên me ne’, lê ev goitna wî êrîşên bi ser cenazeyan de ên van salên dawî bi bîra mirov xist.

Di serî de li bajarên Kurd berevajî gotinên Bozdag gelek caran polîs, leşker û komên nîjatperest êrîş bi ser cenazeyan de birin.

dîtin: 56

Pêveker:

Êrîşên dewleta tirk li ser cenazeyên kurdan