• Têketin
  • Ziman
Tirkiyê hişyarî da Amerîka û Rûsyayê

Tirkiyê hişyarî da Amerîka û Rûsyayê


barkirin: Rezber 14, 2015, 11:25


Li gor ajansa nûçeyan Associated Press (AP)’ê, Tirkiyê herdu balyozên Rûsya û DYA li Enqerê vexwendine ofîsa Serokwezîr, Ahmet Davutoglu û nerazîbûna xwe li hemberî alîkariyên wan yên ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê diyar kiriye.

Tê gotin, helwesta Tirkiyê derbarê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)’ê de bi herdu balyozan re hatiye ragihandin û Tirkiyê nerazîbûna xwe li hember alîkariyên leşkerî yên Amerîka û Rûsiyê ji bo PYD’ê diyar kiriye.

Li gor nûçeya AP’ê, Davutoglu bal kişandiya ser metirsiya ku ew çek bikevin destê PKK’ê.

Hefteya borî Wezareta Berevaniya Amerîkayê hevkariya hêzên miyanerew yên Sûriyê ragirt û ragihand dê piştgîriya hêzên çalak yên ku bi Grûpa Dewleta Îslamî (DAIŞ)’ê re şer dikin bike.

Roja sêşemiyê (13’ê Cotmehê) nûçeya hevkariya Artêşa Amerîkayê bo Rojavayê Kurdistanê û 50 ton çek û teqemeniyan li bajarê Hesekê dane YPG’ê û komên hevpeymanên wê hatibû weşandin.

Hevserokê PYD’ê, Salih Muslim di hevpeyvîna bi Ajansa ANF’ê re diyar kiribû ku ev alîkariyên leşkerî yên destpêkê ne û dê ji aliyê Amerîka ve ew alîakrî bidomin û çekên zêdetir ji bo Rojavayê Kurdistanê bêne şandin. Muslim herwiha derbarê gefa Serokwezîrê Tirkiyê, Ahmet Davutoglu gotiye, ew çek ne tenê ji bo YPG’ê, belkî ji bo hemû hevpeymanên wan hatine şandin û nagihîjin PKK’ê. Herwiha navbirî got, ger Tirkiyê êrişê Rojavayê Kurdistanê bike, ew dê xwe biparêzin.

dîtin: 452

Pêveker:

tirkiyê hişyarî da amerîka û rûsyayê