• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Tirkîyê seferên xwe yên firokan ji bo Kurdistanê betal kirin

Tirkîyê seferên xwe yên firokan ji bo Kurdistanê betal kirin


barkirin: Êlûn 29, 2017, 6:13


Dewleta tirk piştî serkeftina Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ya başûrê Kurdistanê hêrsa xwe bi kiryarên xwe pêşan dide.

Îro jî ji aliyê Serwezîrê Tirkîyê Bînalî Yildirim ve hate ragihandin ku seferên firokeyan yên ji bo Erbîl û Silêmaniyê hatinr rawestandin. Serwezîrê Tirkîyê ragihand ku bê demeke diyar û bê dawî, seferên ji bo Erbîl û Silêmanîyê hatine betalkirin. Yildirim diyar kir ku dibe car caran bo rewşên awarte çêdibe firok bifirin. 

Tenê Luftansa û Firokên Hollandî çûyîna Kurdistanê berdewam dikin. Lê belê rayedarekî Luftansa ragihand ku wana di nava lêkolînê de ne, bê ka ewana dê neçarî betalkirina firîna bikin an na.

Seferên navbeyna Kurdistanê û Bexdayê dê berdewambin. 

dîtin: 100

Pêveker:

firok tirkî silêmanî erbîl hewlêr