• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Toksîkoza Ducanîtiyê û Veguherîna Damarên Xwînê

Toksîkoza Ducanîtiyê û Veguherîna Damarên Xwînê


nivîskar: Metîn Eser
barkirin: Adar 7, 2018, 7:34


Lêkolînerên ji Zanîngeha Hasselt û Nexweşxaneya Oost-Limburgê piştî xebatên ku ji 12 salan zêdetir berdewam kiriye, biser ketin ku çalakiyên mekanîzmaya a dibe sedema toksîkoza(bijehrî bûn) ducanîtiyê, vebînin. Damarên xwînê ên jina ducanî li hember ducanîtiyê bertekên şaş diyar dikin.

Toksîkoza ducanîtiyê an jî bi navê xwe yê din pre-eklampsî, komplîkasyonek e û dikare di dema ducanîtiyê de rûbide. Bi toksîkoza ducanîtiyê, tansiyona jina ducanî bilind dibe û fonksiyonên pişika reş, gurçik û lebatên din kêm dike, û her wiha rê li ber gihîştina zarokê digire.

Ji ber toksîkoza ducanîtiyê, jiyana jina ducanî bi metirsiyeke mezin re rû bi rû dimîne û ji ber wê metirsiyê pirr caran zû bi zû dawî li ducanîtiyê dihêt. Heya a niha nedihat zanîn ku sedema toksîkozê çi ye û ji ber çi rûdide, lêbelê lêkolîner bi pirranî ji damarên xwînê ên jina ducanî guman dikirin.

Ducanîtî bi serê xwe tenê mucîzeyek e û mucîzeya mezin pêdivî bi adebtasyona mezin a xwîn herikînê dibîne. Ji bo têrkirina hevaloka(plasenta) jinê, pêdiviya jina ducanî li beramberê jinên din ji 3 lîtreyê zêdetir bi nêmê heye. Pirraniya wê jî xwîn e û zarok bi wê xwînê têr/mezin dibe û oksîjenê digire.

Ji bo veguhestina wê nêm/xwînê jî divê damarên xwînê xwe adebteyê veguherînê bikin. Heya a niha guman jê hebû ku ji ber adebtasyona şaş a damarên xwînê, jinên ducanî şopên toksîkozê diyar dikirin. Lêkolînerên ji devera Limburgê bi xebata xwe pêşbîniya li ser toksîkoza ducanîtiyê piştrast kirin.

Divê damarên xwînê vebin da ku bikaribin 3 lître xwîna zêde veguhezînin. Eger damarên xwînê venebin, tansiyona jina ducanî radibe û giraniyê li lebatên jina ducanî dike. Lêkolînerên ji Limburgê bi xebata xwe vedîtin ku damarên xwînê, di jinên ducanî ên bi toksîkoza ducanîtiyê de venebûbûn, lêbelê şibikîbûn(hişkbûn).

Damarên xwînê ji hevaloka jinê sînyalê werdigirin û gav bi gav fireh dibin. Lê damarên xwînê ên jinên bi toksîkoza ducanîtiyê sinyalê baş fahm nakin an jî sînyalên nerast werdigirin. Lêkolînerên ji Limburgê vê yekê jî piştî 12 salên dirêj û muqayesekirina xebatên ku li ser sîstema gera xwînê a 1.500 jinên ducanî pêkhatine, vedibînin. Lêkolînerên ji Limburgê dê di kongreya navneteweyî a di meheya nîsanê de li Cambridgeê dihêt lidarxistin danasîna xebata xwe pêk bihînin.

Çavkanî: VRT NWS

dîtin: 146

Pêveker:

zanist jin toksîkoz ducanîtî jehr xebat lêkolîn