• Têketin
  • Ziman
Vedat Aydin li ser gora xwe hat bîranîn

Vedat Aydin li ser gora xwe hat bîranîn


barkirin: Pûşper 10, 2013, 8:51


Vedat Aydin ê di sala 1991’ê de dema Serokê Rêxistina HEP’ê ya Amedê bû ji mala xwe hat binçavkirin û piştre hat kuştin, li ser gora xwe hat bîranîn. Birayê Vedat Aydin Veysî Aydin li merasîma bîranînê axivî û got, “Em yên Vedat kuştine nas dikin. Yê Vedat kuştiye dewlet e, burokrasî û polîsê dewletê ye.”

Vedat Aydin ê di sala 1991’ê de dema Serokê Rêxistina HEP’ê ya Amedê bû ji mala xwe hat binçavkirin, ji aliyê Rêxistina BDP’ê ya Amedê ve li ser gora xwe ya li Goristana Deriyê Mêrdînê hat bîranîn. Di merasîma bîranînê de li gel birayê Aydin Veysî Aydin û Parlamentera BDP’ê ya Amedê Nûrsel Aydogan, gelek kes amade bûn.

Bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir û birayê Aydin Veysî Aydin axivî. Aydin got, “Tinebûna Vedat hînê gelekî teze ye. Mîna ku niha çûye. Em kujerên Vedat dizanin, wan nas dikin. Yê Vedat kuştiye dewlet e. Burokrasî û polîsê dewletê ye.”

Aydin bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û got, “Bi saya Vedat Aydin û şehîdên me, ev têkoşîn gihaştiye vê qonaxê. Kes êdî nikare gelê Kurd bixapîne. Divê dewlet bi awayekî wekhev pirsgirêka Kurd çareser bike û ji gelê Kurd lêborînê bixwaze.”

Endamê Meclîsa Daîmî ya KCD’ê Seydî Firat jî da xuyakirin ku Vedat Aydin azadîxwazekî gelê xwe bû û got, “Divê hinek ku kuştina wî şermê bike. Lê yê divê şerm bike ne gelê Kurd e, yê ew kuştin e.”

Parlamentera BDP’ê ya Amedê Nûrsel Aydogan jî di axaftina xwe de bibîr xist ku kuştina Aydin, kuştina yekemîn a 17 hezar “kuştinên kiryarên wan ne diyar” e.

Aydogan da xuyakirin ku hînê berpirsyarên vê kuştinê ne hatine cezakirin û destnîşan kir ku bi Komîsyona Lêkolînkirina Rastiyan re rûbirûbûn dikare bê kirin û divê dewlet hesabê paşeroja xwe bide.

Li dû axaftinan dûa hatin xwendin û girseya gel qurnefîl danî ser gora Aydin.

Çavkanî: DIHA

dîtin: 314

Pêveker:

vedat aydin li ser gora xwe hat bîranîn