• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Vedîtina Beqê Camikokî

Vedîtina Beqê Camikokî


nivîskar: Metîn Eser
barkirin: Hêzîran 17, 2017, 12:08


Biyologên ji Ekwador û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li daristanên binav û deng yên Amazonê vedîtina cureyeke nû ya beqê pêk anîn. Beqê camikokî bi qasî 2 centîmetreyê dirêj û ajaleke camikokî ye ku meriv bi zelalî lebatên hundirîn yên laşê wî dikare bibîne. Bi rêya zikê wî dîtina lebatên hundirîn û bi rêya sînga wî jî dîtina gulpîna dilê wî pirr hêsan e.

 

Taybetmendiya sereke ya beqê nû ev e ku meriv dikare gulpîna dilê beqê bibîne, cureyên din ên camikokî ne ne xwediyê vê taybetmendiyê ne. Dîsa taybetmendiyeke din ya beqê nû vedîtî, têkiliyên zayendî ye. Pirraniya cureyên din li hêkên xwe xwedî dernakevin, lêbelê beqên nêr ên cureya nû li hêkên xwe xwedî derdikevin û diparêzin.

 

Beqê camikokî bi xalxalokên piçûk û keskeke tarî yên li ser serê beqê ne dihêt nasîn. Ji ber dirêjiya bejn û bala beqê, kamûflaj û jiyana li ser darê, dîtina beqê camikokî pirr zehmet e. Lêbelê lêkolîner li sê şûnên li Ekwadorê beqê camikokî tespît kirin e û di wê bîr û baweriyê de ne ku beqê camikokî li hin derên din jî hene, bi taybetî li Perûyê.

 

Lêkolîner beqê camikokî "Yaku glassfrog" binav kirin e. Li cihê vedîtina Yaku glassfrog pêk hatiye, Yaku dihêt wateya "av"ê, beqê camikokî bê av nikarin têkiliyên xwe yên zayendî pêk bihînin. Ji xeteriyên mezin yên beqê camikokî ber bi tunebûne ve dibe, xeteriya herî mezin ava mend, ava qilêr e. Beqê camikokî bêyî ava zelal nikare bijî û têkiliyên xwe yên zayendî pêk bihîne.

 

Zanyarê bejaviyan(amfîbî) Pim Arntzen wiha dibêje; "Ez bi xwe ji ber vê nûçeyê pirr kêfxweş im, roj bi roj vedîtina cureyên nû pêk dihêt, lêbelê vedîtina cureyên nû yên beqê camikokî ne ewqas hêsan e. Meriv ji xwe xwe re dibêje qeh cureyên beqê camikokî giş kopyayên hev, giş cêwî ne. Ji ber vê jî pêdivî bi analîza dengê beqê, xebata li ser genetîka beqê û tevgerên beqê heye."

 

Çavkanî: Zookeys

dîtin: 132

Pêveker:

beqê camikokî vedîtin lêkolîn zanist zanyarî