• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Vedîtina Fosîla Pîrevonoka Biboçik Pêkhat

Vedîtina Fosîla Pîrevonoka Biboçik Pêkhat


nivîskar: Metîn Eser
barkirin: Rêbendan 6, 2018, 8:17


Vedîtina pîrevonoka 100 mîlyon salî ya bi boçik/dûvik pêkhat û lêkolîner ji ber vedîtina pîrevonoka nenas û nedîtî pêçiyên xwe gez dikin.

Pîrevonoka nenas û nedîtî pirr piçûk e û hema bêje bi qasî nîv santîmetreyê dirêj e. Pîrovonok bi qasî 100 mîlyon sal berê li tenişta îzdeharên li Myanmarê, jê re Birmanya û Burma jî dihêt gotin, jiyaye. Her çiqas bejna pîrevonokê ne ewqas dirêj bibe jî, boçika pîrevonokê ya bi qasî 3 milîmetreyê dirêj e tiştekî nenas  û nedîtiye.

Lêkolînerên ji du komên cihêreng di kovara Nature Ecology & Evolutionê de vegotina dîtinên xwe dikin ku pîrevonoka nedîtî, boçika xwe weke antenekê bikar dianî û bi boçika xwe hawirdora xwe dinasî. Lêkolîner di meseleyekê de heya a niva li hev nekirine û hê jî pêdernexistine ku pîrevonok, pêşiyê pîrevonokên ji serdema me ye an pîrevonokeke ku li ber bayê peresînê ketiye û tunebûyî ye?

Lêkolîner li Myanmarê di kevireke kehrîbarê de 4 heb pîrevonok vedîtîne. Bala lêkolînerên ji seranserê cîhanê li ser kehrîbarên binav û deng yên li Myanmarê ne ku di kehrîbarên li wê deverê de vedîtina fosîlên pirr girîng pêk hatiye.

Çavkanî: Nature Ecology & Evolution

dîtin: 231

Pêveker:

zanist pîrevonok vedîtin boçik dûvik myanmar Îzdehar