• Têketin
  • Ziman
Vedîtina Fosîlên Şevşevoka Kolîner Pêkhat

Vedîtina Fosîlên Şevşevoka Kolîner Pêkhat


nivîskar: Metîn Eser
barkirin: Befranbar 14, 2018, 2:49


Li Zelandaya Nû vedîtina fosîla şevşevokeke tune bûyî pêk hat. Lêkolînerên cihêreng bi xebata xwe li Zelandaya Nû vedîtina fosîlên “şevşevoka kolîner” pêk anîn. Şevşevoka kolîner bi qasî sê caran ji hemû şevşevokên li Zelandaya Nû ne, mezintir bûye.

Xwediyê fosîlên li başûrê girava Zelandaya Nû hatine vedîtin, “şevşevokeke kolîner” e û ji ber ku jiyana xwe ji sedî-sî li ser erdê derbaz dikiriye, peyva kolîner lêhatiye zêdekirin. Şevşevoka kolîner bi erdê re dikişiya û li xwarina xwe digeriya.

Vedîtina fosîlên şevşevoka kolîner ne bitenê tunebûna wê cureyê ya li ser erdê Zelandaya Nû diyar dike, lewre bi vedîtina fosîlên şevşevoka kolîner mezinahiya şevşevokên ji wê serdemê yên li ser erdê Zelandaya Nû jî diyar dibe. Şevşevokên ji wê serdemê bi qasî sê caran ji yên serdema me yên li ser erdê Zelandaya Nû ne, mezintir in.

Xala herî girîng ya vê vedîtinê jî ev e; ji çene û diranên şevşevokê dihêt dîtin ku xwarina şevşevokê û yên cureyên din ji hev û din cuda bûye. Şevşevoka kolîner dikaribû pirr zêde giya bixwe û pê re jî zikê xwe bi ajalên piçûk têr dikir, û bi vê taybetmendiya xwe dişibe cureyên li Amerîkaya başûr in. Cureyên li Amerîkaya başûr jî zikê xwe bi goştê ajalên piçûk têr dikin. Lê tiştê balkêş xwarina cureyên a niha li Okyanûsyayê dihênê dîtin, ji yên şevşevoka kolîner cuda ye.

Bi qasî 150 sal e li Zelandaya Nû vedîtina cureyeke nû ya şevşevokê nehatibû vedîtin. Lêkolîner diyar dikin ku bi vedîtina fosîlên şevşevoka nû, cihêrengiya morfolojîk (binyatnasî) ya şevşevokan li Zelandaya Nû zû bi zû hindik bûye.

Şevşevoka mezin û kolîner weke Vulcanops jennyworthyae binav kirine û navê xwe ji lêkolîner Jenny Worthy wergirtiye ku Jenny Worthy fosîlên şevşevokê vedîtibû.

Çavkanî: Nature

dîtin: 227

Pêveker:

zanist Şevşevok kolîner zelandaya xebat lêkolîn