• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Vedîtina Hejmareke Nû ya Hejmarên Hîmî Pêkhat

Vedîtina Hejmareke Nû ya Hejmarên Hîmî Pêkhat


nivîskar: Metîn Eser
barkirin: Befranbar 10, 2018, 8:03


Programeke kompîtorê piştî 6 rojên bêbêhndan û bêrawestan hejmartinê, vedîtina hejmareke nû ya hejmarên hîmî ya herî mezin/zêde pêk anî. Hejmara nû ji 23 mîlyon reqemê pêk dihêt û mîlyonek ji ya berê zêdetir e. 

Ji ber ku hejmara nû vedîtî ya hejmarên hîmî ji 23 mîlyon reqemê zêdetir pêk dihêt û 9.000 A4 dike, meriv nikare li vir binivîse. Hejmara hîmî ji vê şêweyê pêk dihêt; 2^p -1 77.232.917. Hejmara hîmî ya nû vedîtî rasterast ev e; 23.249.425. Hejmarên hîmî yên di çend salên dawî de vedîtîne, giş bi şêweyê ne: 2^p -1 ku p bi xwe jî hejmareke hîmî ye.

Hejmareke hîmî bitenê li xwe û reqema yekê dihêt dabeşkirin. Ji hejmarên hîmî re hejmarên hîmî ya Mersenneyê jî dihêt gotin ku navê xwe ji keşîşê Fransayî yê bi navê Marin Mersenne bûye, wergirtiye. Marin Mersenne di sadsala 17an de li ser hejmarên hîmî xebatek pêk aniye.

Kesê hejmara nû veditiye, ji Amerîkayê û 51 salî ye. Amerîkayiyê 51 salî bi derfetên xwe programa kompîtorê çêkiriye û xelata wî jî 2.500 euro ye.

Çavkanî: De Morgen

dîtin: 170

Pêveker:

zanist hejmar hîm vedîtin kompîtor