• Têketin
  • Ziman
Vexwarina Alkolê Bandorê Li DNAya Me Dike

Vexwarina Alkolê Bandorê Li DNAya Me Dike


nivîskar: Metîn Eser
barkirin: Rêbendan 13, 2019, 9:30


Kesên pirr zêde alkolê vedixwin, çembereke nezayok a genetîkê çêdikin. Pirr vexwarina alkolê bandorê li DNAyê dike û DNAyê diguherîne ku ji ber wê guherînê, pêdiviya bi vexwarina alkolê gav bi gav zêdetir dibe.

 

Xebata nû a li ser vexwarina alkolê û bandora alkolê ji aliyê xebatkarên zanîngeha Rutgersê pêk hatiye û kovara Alcoholism: Clinical & Experimental Research jî xebata nû weşandiye. Profesor û rêvebirê xebatê Dipak K. Sarkar wiha dibêje: “Bi ya min dê em bi xebata nû ji pirsa alkolîzmê û bandora xurt a alkolîzmê re çareyekê bibînin. Dibe ku dîsa em bi vê xebata nû, metodên nû ên rê li ber alkolîzmê digirin, vebînin.”

 

Zanyarên ji Rutgers û Yale University School of Medicineê li ser du genên taybet ên têkiliya xwe bi vexwarina alkolê hene, xebitîne. Yek ji genên taybet ên têkiliya xwe bi vexwarina alkolê hene PER2 ye ku bandorê li ahenga biyolojîk dike û ya din jî POMC e ku stressê verast dike.

 

Zanyarên ji Rutgers û Yale University School of Medicineê nimûneyên kesên pirr alkol, hindik û kesên di şahî, şev, civîn an jî di dema dawet û seyranê de (binge drink) alkol di demek pirr kurt de vedixwin, berhev kirine û dane ber hev (muqayese kirin). Genên kesên pirr alkol vedixwarin û kesên di şahî, şev, civîn, dawet û seyranê de alkol di demek pirr kurt de vedixwarin, veguherînin mezin rûdidan û pirr kêm û car caran jî hîç proteîn çênedikirin. Çiqas pirr alkol vedixwarin, alkolê ewqas zêde bandor li genên bi navê PER2 û POMCê dikir.

 

Çavkanî: Alcoholism: Clinical & Experimental Research

dîtin: 149

Pêveker:

alkol proteîn genetîk