• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Vî teyrî çi zîlq kir

Vî teyrî çi zîlq kir


nivîskar: Newaf Mîro
barkirin: Befranbar 5, 2018, 11:37


Ya balkêş ji peyvên Macron bêhtir hewldanên Erdogan e.

Erdogan ketiye nav hewldanên dîplomatîk û bazirganiyê daku aboriya xwe dîsa tekûz bike. Ne tenê ligel Fransa, ligel Almanya û welatê din yê ewropa di heman hewldanê de ye. Sala par tûrîzma tirkiyê daker û wûsa xuya dike heta niha ku ne baştir e. Dîn, îman û demokrasiye siyasetmedar û dewletê ewropî dirav e. Her weha li welatên din jî ne cûda ye. Dirav xwîne ji bo welatekî, xwîn nebe ew welat nikare bijî. 
Em werin ser terorîst bûn yan ne terorîst bûna PKKê. Ya grîng ji bo van dewletan berjewendî û hevkariyên stratejîk in. Berjewendiyê aborî di ser hemû pîvana re ye. PKKê ne hindik hewl da ji bo rakirina navê terorê ji ser xwe, lê berjewendiyên aborî û heta radeyekê îdeolojîk nehiştin ev nav ji ser wan rabe. Û ez bawer nakim heta dewleta tirk bi hemû sazî û hêza xwe li ser piya be ev nav rabe. 
Raste PKKê tekoşîneke mezin da, lê vê tekoşînê giyanê faşîzma tirk zindî kir. Heta ev bû hêz ji bo xurt bûna faşîzmê. Berê partiyeke regezperest û faşîst hebû mhp, îro hizra vê partiyê di nav hemû partiya û gel de desthelatdar e.
Destkeftiyê kurda mijareke din e. 
Bi qasî ku tê dîtin, PKKê qet hêza aborî rasterast nekiriye armanc. Ger bike armanc dê siberoj planên Erdogan û peyvên Macron pûç derxe. 
Ka emê binerin dê Erdoğanê karibe tûrîzma tirkiyê zindî bike û fransî û almana bikişîne tirkiyê an na.

dîtin: 352

Pêveker:

erdogan macron pkk aborî newaf mîro