• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Wa PKK, wa HDP êdî şerm dibe ha | Ezgî Başaran

Wa PKK, wa HDP êdî şerm dibe ha | Ezgî Başaran


barkirin: Gulan 29, 2014, 11:27


Wa PKK, wa HDP ! êdî şerm dibe ha!

Tu komarî. Tu ji bo hemwelatiyên xwe heyî. Şûna ku tu rêxistina li çiyê bangî rehmê bike, jiyana ku berê zarokan dide çiyê biguhere.

Siyasetmedarên wisan, şêwirmendên wisan, nivîskarên wisan hene ku…

Dema li karê wan tê ji bo HDP ya ku piçûk dixin û parlementerên Kurd ku wana bi tiştekî nabînin weha dibêjin “ hun dê li gel vana rûnên û gotubêja çi bikin, hun dê axaftina çi bikin. Vana ne partiyeka siyasîne jî.” neha jî berê xwe di çerixênin û weha dibêjin. “ Biçe zarokên malbatên Amedê ji destê PKK rizgar bike…”

Ew kesên ku dema li karê wan tê serî li leyistikên gelek erzan dixin, PKK wekî aliyekî xwezayî yê peywendiyên aşîtiyê nabînin, wekî ku xwedî gelek serî ye pêşan didin neha jî weha dibêjin; Wîîî PKK êdî şerm dibe, çima tu zarokan radike çiyê, negre, şûnve rêke.

Eger li ser PKK tê axaftin wê demê em cih bidin daxuyaniya PKK ya ku di derbarê 11 malbatên ku zarokê wan çûne çiyê de kirî bila ew jî ji navberê derkeve; Nêrîna revandina zarokan bêhîme. Hetanî neha herkesê beşdarî nav refê Gerîlla bûye bi dilê xwe tevlî bûye, tu kesek nehatiye revandin. Wekî dîtir jî sînorê temenê kesên ku beşdar bibin diyare. Peymanên ku fermandariya me li gel saziyên navnetewî pêk aniye hene û ew derbas dibin. Kesên ku li gorî sînorê temen nebin şûnve têne rêkirin. Lê belê gelik zarokên me yên temenbiçûk di girtîgehan de têne rizandin, rastî destdirêjiya û pêkanînên derveyî mirovî û rewiştê tên. Em jî şûna ku van xortên bi metirsiyên wisan ve rûbirû şûnve rêbikin em wan li herêmên derveyî şer perwerde dikin.

Neha em werin ser mijara bingehîn. Gelo hun şûna ji PKK re bêjin; Êdî şerm dibe, kesên di temenên zaroktî de negre “hun dihizirin gelo” Ev zarokana çima hîna diçin nav PKK ê.

PKK di bingeh de rêxistinekî derveyî yasayane û tu car nabe navnîşana gazinên me yên “ Şerme, heyfe, gunehe”. Çima bibe?

Asta ku divê bersiv bide me tevan, zarokên Amedê û malbatên wan zarokan Dewleta Tirkî ye, Zanyariya misoger eve.

Wê çaxê divê em weha bêjin;

Ho Komara Tirkî… Ev zarokana hîna çima derdikevin? Eve 1 sale tu dibêje ku tu hevdîtinan pêk tîne û li gel Serokê PKK Ocalan re diaxife. Di holê de hîna dest ji pêkhatinê berde nexşekî rê jî tuneye. Daxwazên guhertinên yasaya bingehîn yê Kurdan jî tu pêk nayênê. Tu dihêle ku ew rêxistina tu dibêje “Zarokan negre- bibêje” Ev pêvajoya çareseriyê jî wekî 8 agirbestên ku di nava salan de hatî pêkanîn lê neyê, tiştê ketî ser milê me, me pêk anî, hun qet sozên xwe pêk nayênin.- Tu dîtinekî wisan dide der ku armanca te birastî jî ne çareserkirina arîşeyêye lê belê mijûlkirine û bi vî rengî tu yê himber xwe dixe şûna ehmeqan de. Tu tenê qereqolan çêdike û rengê agirbestê dixwaze wekî çareseriyê bide xwarin. Bi vê kiryara xwe tu nikare PKK ji bo ciwanên Kurd wekî hebûnekî kevin, şûnvemayî û bêkêr pêşan bide.

Ê wê demê neha çima radibe seyr dimîne?

Tu Komarî. Tu ji bo hemwelatiyên xwe heyî. Şûna ku tu rêxistina çiyê vexwîne rehmê, jiyana ku zarokan dehfî çûyîna çiyê dike biguhere.

Demokrasiyê neke wekî xelatekê, mafên ku te dest danî ser bide.

Têbînî; Mirovek ji wan mirovên kêm yên ku dikarin bi ciwanên bi hêrs yên ku derketin çiyê û dixwazin derkevin çiyê re peywendî dikare çêbike yek jê jî Selahattîn Demirtaş e. Navên ku di nava Dewletê û Siyaseta Kurdan de yên ku ji bo xwe sund xwarî ji ber hêrsên xwe yên siyasî pêşî li Demîrtaş bigrin, bi vê mebestê bibîranîna wan ya vê mijarê dê suddar be.

 

29.05.2014
RADIKAL

 

dîtin: 262

Pêveker:

wa pkk wa hdp êdî şerm dibe ha ezgî başaran