• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman

Wêje - Pel 8

Gotar û bûyerên di derbarê wêjeyê de

Gulan 1, 2014, 1:59

Strana jiyanê; Roja karkerên cîhanê | Kakşar Oremar

Jiyana me bi hemû xweşî û rengînîyên xwe yên îro re deyndarê ked û xwîna hinek kesên mezine ku hê jî di civaka me de baş nehatine naskirin. Dema min bi rêya sîstema youtube guhdarî marşa „ L`Internationale“ a bi zimanê Fransî kir, wê melodî û peyvên xweş çend rêyên din jî nîşanî min dan:Roja 1ê Gula.. berdewam...
Nîsan 25, 2014, 11:43

Şehîd û sembolên hunera Şoreşê; Ji Vîktor Jara heya Sefkan

Huner îlhameke îlahî ye ku hisên me bilind û nevî dike. Carna em bi wan hisan difrîn û carna şadîn û carna jî xemgîn. Huner giranbûhaye û zû-zû nabe bi para her kesî. Kesên ku qîmeta hunera xwe dizanin, di şetên herî giran û dijwar de giraniya xwe diparêzin. Her rojê bi sazekê nareqisin û xwe nakene.. berdewam...
Nîsan 25, 2014, 10:30

Ev çi gû bû me xwar?

Dema ku min dest bi xwendina dibistanê kirî temenê min 5 sal bû. Li gundekî ser bi Nisêbînê ve navê wî Qesirbelek ê min dest bi xwendina dibistana Tirkan kir. Mamosteyê me wekî hemî deverên Kurdistanê bi darê zorê dixwest me hînî zimanê Tirkî bike. Li gund Tirk tunebûn. Ji xwe piştî min dest bi dibi.. berdewam...
Nîsan 23, 2014, 12:53

Bêgunehê

Çavên te tê bîra min her wek gullekê bera li qefesa sînga min dikeve Xezalê… Çavkaniyên êşên min wek avzêmeke bêdeng diherike li dû te, li dû te valahiyeke xweza kerr dike dimîne… Hemî derdên xwe yî takekesî bigûwêşim nagihe sedema perçekirina te û perçekirina welatê me bêgunehê!..“Dayê dê perçeyên .. berdewam...
Nîsan 11, 2014, 11:44

Hesrên Dergûşa

Ezê hesrên xwe bidoşimLi ser dergûşa mirar çû yî di bêdengiya şevê deBila hayê te ji tepa tepa hejandina dilê min jî nebeKu bi te diçû û bi te dihatHeyhat heyhat heyhatEzê reşmalekê ava bikim di newalekê deKu rojên te û wecê te bi min bide jibîrkirinÛ şev hemû wek vê şevê binSar û tarî Ezê di nav ba.. berdewam...
Nîsan 10, 2014, 10:39

Rêwîtiya min bi kovara “Kürt Tarihi” re

Min lampeyên hindûr girtin, deriyê kargehê jî miftekir û derketim kolanên şil û pil. Baran hûr hûr dibare îşev… Kortalên car bi car derdikevin pêşiya min bi avê tije, bi ronahiya derûdor wek awêneyan mişt dibiriqe. Yatkiya dor stûyê xwe hinekî din min dijidand, pora xwe yî nîvşil bûyî bi rexekê ve t.. berdewam...
Nîsan 7, 2014, 6:42

Pirtûka nû ya Mehmet Gultekîn “Zargotina Kurdên Serhedê”

DÎCLE MUFTUOGLULêgerîner-nivîskar Mehmet Gultekîn, zargotina li Serhedê ji gotinên dengbêjên li herêmê kom kir û wek pirtûka “Zargotina Kurdên Serhedê” amade kir. Gultekîn, anî ziman ku ji ber hêza hunera dengbêjan, a ji qesran heta gundan û zozanan di nav tevayî civakê de pêş ketiye, zargotina kurd.. berdewam...
Adar 24, 2014, 7:15

Don kîşot di hizrên Cervantes de (Beşa 4)

Govar EhmedDi beşa 23 de û di rûpela 778 de ecayibên nava şkefta Muntezînûs de embi zimanê Don Kîşot hindek evsaneyên kevin yên Rojava bi awayekê wesa dibîhîsin ku pir zehmete heta niha efsanenas, xwedanas an jî ayînnasek hebe ku weke wî li ser van bûyeran biaxive. Nivîskar wesa berdewam dike û bawe.. berdewam...
Adar 23, 2014, 6:37

Ez çûm şahiya Newroza Stenbolê

Bi rastî nivîskar Şivan Zeren belesebep navê pirtûka xwe nekiriye Kurdistanbûl. Bi qasi ku zanim û bi qasi ku ev çar sal in ez diçim şahiyên Newrozên Stenbolê, ev ya heri mezin, gewre û beşdarpir bû. Ji xwe gellek kesên ku li qadê ez bi wan re peyîvîm jî wisa digotin. Way Tv dibêjin di ser milyonek .. berdewam...
Adar 17, 2014, 11:24

Don kîşot di hizrên Cervantes de (Beşa 3)

Govar EhmedDi beşa heştem ya bergê duwê ya romanê de Cervantes bi navê Don Kîşotî dest di avêjîte pirseka balkêş û bi devê wî dibêje: ‘Pêwîste em herî zû bigehîne gundê Tobozo. Hejayî gutinêye ku gundê navbrî wargehê Dulsîna evîndara wî ye. Ew dibêje ku daxwaz ji nazdara bê wêne Dulsîneya xwe dikim .. berdewam...
Adar 17, 2014, 11:24

Don kîşot di hizrên Cervantes de (Beşa 3)

Govar EhmedDi beşa heştem ya bergê duwê ya romanê de Cervantes bi navê Don Kîşotî dest di avêjîte pirseka balkêş û bi devê wî dibêje: ‘Pêwîste em herî zû bigehîne gundê Tobozo. Hejayî gutinêye ku gundê navbrî wargehê Dulsîna evîndara wî ye. Ew dibêje ku daxwaz ji nazdara bê wêne Dulsîneya xwe dikim .. berdewam...
Adar 9, 2014, 4:02

Mihemed Şêxo kiye?

Hunermendê kurd ê navdar Mihemed Şêxo di sala 1948’an de li başûrê rojavayê welêt, li gundê Gîrbanîna Qamişloyê tê dinê. Navê wî yê rastî Mihemed Salih Şêxmûs e. Di zarokatiya wî de malbata wî koçber dibe û li gundê Xecokê bi cîh dibe. Li vir mirêbetiyê dike. Şêxo mezinê yanzdeh bira ye. Di sala 195.. berdewam...
Adar 9, 2014, 12:31

Don kîşot di hizrên Cervantes de (Beşa 2)

Don kîşot di hizrên Cervantes de (Beşa 2)Govar EhmedMiguel de Cervantes Saavedra di berdewama pirsa jina ya nava romana xwe de metelokeka din jî pêşberî me dike. Mînak, gelek cara ya helkeftiye ku keçeka ciwan ji ber her çi sedemekê dibe bila bibe xwe ji dava evîniyê dûr dêxe. Ez bawerim ku ew xanm .. berdewam...
Adar 3, 2014, 9:39

Belgeyên zindî | Sîdar Jîr

Berhemên wêjeyî belgeyên zindî yên dîrokî ne. Min di nivîsên xwe yên borî de ev yek anîbû ziman. Ji ber ku ji destpêka nivîs û jiyana ‘civakî’ de wêje amûreke xurt a afirandinê û xaleke girîng a bîra dîrokî ya civakê ye.Bêguman hemû berhemên wêjeyî di çarçoveya ‘berhemên wêjeyî belegeyên zindî yên d.. berdewam...
Rêbendan 28, 2014, 10:27

Don Kîşot di hizrên Cervantes de – 1 | Govar Ehmed

Ramana Don Kîşot ji aiyê nivîskarê mezin Miguel de Cervantes Saavedra ve hatiye nivîsandin. Nivîskar Miguel de Cervantes Saavedra bi xwe ispanî bûye û salla 1547‘ê li gundê Alkala ji dayik buye. Di salla 1616‘ê jî malavayiya jiyanê kiriye.Li gor nerîna min nivîsandina jiyanameya nivîskarî di vê nivî.. berdewam...
Rêbendan 28, 2014, 10:27

Don Kîşot di hizrên Cervantes de – 1

Ramana Don Kîşot ji aiyê nivîskarê mezin Miguel de Cervantes Saavedra ve hatiye nivîsandin. Nivîskar Miguel de Cervantes Saavedra bi xwe ispanî bûye û salla 1547‘ê li gundê Alkala ji dayik buye. Di salla 1616‘ê jî malavayiya jiyanê kiriye.Li gor nerîna min nivîsandina jiyanameya nivîskarî di vê nivî.. berdewam...
Rêbendan 27, 2014, 10:04

Berhemeke zêrîn ji Konê Reş – Stêrên Welatê Qedexe

Pirtûkeke giranbûha li ser navdarên Kurd bi berheva nivîskarê kurd Konê Reş ve kete ber destê xwendevanên zimanê Kurdî de. Pirtûka ku ji berhevdanka nivîskarê Kurd Konê Reş hatî berhevkirin û hatî çapkirin ji 282 rûpelan pêk tê. Pirtûk ji aliyê Rêveberiya Çap û Belavkirinê ya Duhokê ve hatiye çapkir.. berdewam...
Rêbendan 23, 2014, 5:13

Çîroka evînê

Heya te ji min heye gelo? Ji agirê hinavê min, kelegerma cendekê min, bizotên nava bîbikên çavên min, lerzîna pêçiyên destên min, zîvirîna serê min.Heya te ji min heye ku ez laveya xwedayê dilovan dikim ku rojê zû bi ser min ve biçerixîne û şevê li ser ruyê erdê zal bike, nifirên xwe li mirovan diki.. berdewam...
Rêbendan 23, 2014, 2:18

Sînesojê

Dilê min di perestgeha çavên te de şewitî, xwelîziwa ma li wê zemînê… Ji kengî ve nanihêrî li qetrana çavên min ên mijmijiyayî, ji kengî ve bê ramûsîn maye beyara rûkê min î çilmisok. Xeyala te li vê qadê, li vê xewnê şiyar dike ko weke teyreke tawis esîl û xweş e xemla te ey perîrûkê!..Li Şahmaranê.. berdewam...
Rêbendan 7, 2014, 9:32

PIRTÛKEK NÛ JI BERBANGÊ ! Çîrokên Gelêrî- Mesût Fîdan

PIRTÛKEK NÛ JI BERBANGÊ ! Çîrokên Gelêrî- Mesût Fîdan” Findê Şemalê, aqilsizê, biçûkê, bêkemalê, çêrgê, çîvangê, jime re bêje, şevên çiryan dom û dirêj e.”Çîrokên Gelêrî, bi berhevkariya Mesût Fîdan hatiye holê. Ji çîrokên gelêrî û fablên Herêma Botan; Şirnexê, Qlebanê, Cizîrê, Silopî û derdorên wan.. berdewam...
Befranbar 31, 2014, 11:18

Serhildana Qedemxêr Melekşahî

Serhildana Qedemxêr MelekşahîNavê xanima kurd Qedemxêr Melekşahî di dîroka Kurdistanê de kêm hatiye bihîstin. Di vê nivîsê de ez ê bixebitim ku li ser jiyan û armancên serhildana wê hinek zanyariyan pêşkêşî we bikim. Ew bi cesaret, şervanî, gotin û ramanên xwe yên mirovheziyê kesayetiyek naskirî ye... berdewam...
Befranbar 31, 2014, 11:14

SERXET Û BINXET

SERXET Û BINXETEger wekî tê gotin zarokatî bingeha jiyana mirov be zaroktiya min binxet bû. Şûveke trênê ya reş hebû li hember gundê min ku wir ‘hidûdê binxetê’ bû. Ew têra dewleta ‘me’ nekiribû û hidûdek jî bi gundê me ve zeliqandibûn. Ew navbera ya jî firehiya xeyalên min bû. Ew sînorana mezinkiri.. berdewam...
Befranbar 21, 2014, 8:52

Ez çûm Kadikoy

      Îjar ez çûm Kadikoya Stenbolê wekî gelek caran. Belê, gelek carî xwepêşandan û civînên partiya BDP’ê û yên çepgirên Tirk li Kadikoya Stenbolê çêdibin. Ez jî hema hema diherim gişan. Tenê Şahiya Newrozê li aliyê Ewropa li Kazliçeçmeya Zeytinbûrnû çêdibe. Îjar jî mitîngek ji bo Rojava hebû, ji b.. berdewam...